Hejmara kesên li Xezayê mirin bû 67 hezar û 682

Hejmara kesên ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha di êrîşên artêşa Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane giha 67 hezar û 682’an.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê daxuyaniyek nivîskî weşand, daneyên dawî têkildarî di êrîşên Îsraîlê ku heta agirbet pêkwere domayî de, hejmara kesên mirine, birîndar bûne û yên ji xirbeyan derxistine, parve kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di navbera 3-10’ê Cotmehê de, komîsyona edlî ku dosyaya kesên winda dişopîne, 320 kesan jiyana xwe ji dest dane tesbît kir û li statîstîkan zêde kir.” Di heman demê de hate diyarkirin ku ji bin xirbeyên 116 avahiyên hilweşiyaye û 151 cenazeyên hatine derxistin û 72 birîndar di nava 24 saetan de birine nexweşxaneyên li Xezayê. 

Li Zîvala Xezayê ji dîroka 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha hejmara kesên ji birçîna jiyana xwe ji dest dane 157 jê zarok giha 463’an. Dabeşkirina Qonaxa Ewlekariya Xwarinê ya Yekgirtî (IPC) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îfadekir ku ji 22’ê Tebaxê ku li bajarê Xezayê xela hatî îlankirin heta niha 42 jê zarok, 185 kes ji birçîna, kêmxwarinê jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hejmara kesên ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha di êrîşên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane giha 67 hezar û 682’an, hejmara birîndaran jî giha 170 hezar û 33’an. Rayedar diyar dikin ku hê dibin xirbeyan de bi hezaran cenaze mane.