Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan 58 hezar derbas kir
Li Zîvala Xezayê di encama êrîşên artêşa Îsraîlê de di 24 saetên dawî de herî kêm 139 Fîlîstînî jiyana xwe ji dest dan û bi giştî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 58 hezar 26.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê, de rbarê êrîşên Îsraîlê de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de têkildarî kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndarbûne agahî hatin parvekirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di 24 saetan de herî kêm 139 cenaze û 425 birîndar anîne nexweşxaneyên Xezayê. Hate diyar kirin ku di êrîşên Îsraîlê yên 18’ê Adarê vir ve piştî xirakirina agirbestê de 7 hezar û 450 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û 26 hezar û 479 jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hejmara Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê ya 7’ê Cotmeha 2023’an destpê kir de jiyana xwe ji dest dan bû 58 hezar û 26 kesan û 138 hezar 520 kes jî birîndarbûn. Li aliyê din hate diyar kirin ku di êrîşa ku artêşa Îsraîlê di nava rojekî de li dijî Filistîniyên li noqteyên belavkirina alîkariyê pêkanî de, 28 jiyana xwe ji dest dan û zêdetirê 180 kes jî birîndar bûn. Bi giştî di encama êrîşên artêşa Îsraîlê ta ji 27’ê Adarê ve li dijî li noqteyên belavkirina alîkarî pêktîne de 833 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 hezar û 432 kes jî birîndar bûn.