Hejmara kesên li Xezayê hatin qetilkirin bû 72 hezar û 27

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku zêdetirî 72 hezar kes hatine kuştin, hejmara birîndaran bûye 171 hezar. UNICEF’ê ragihand ku tevî peymana agirbestê jî li Zîvala Xezayê 37 zarok hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan- Li Zîvala Xezayê binpêkirina agirbestê dibe sedema trajediyeke mezin a mirovî. Sivîl û bi taybetî jî zarok, bedela herî giran a van binpêkirinan didin. Hedefgirtina domdar a deverên niştecihbûnê û tesîsên sivîl karesatê girantir dike û jiyana bi hezaran kesan vediguherîne ceribandineke rojane ya tijî tirs û bêewlehiyê.

Wezareta Tenduristiyê ya Zîvala Xezayê, di daxuyaniya xwe ya îstatîstîkî de ragihand ku di encama şerê tunekirinê yê Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve didome de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bûye 72 hezar û 27 û hejmara birîndaran jî bûye 171 hezar û 651 kes. Wezaretê, diyar kir ku di 24 saetên dawî de 2 cenaze û 25 birîndar anîne nexweşxaneyan.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelek kes hê di bin kavilan de ne û tîmên ambulansê nikarin bigihîjin wan. Hat tekezkirin ku bombebaran û binpêkirinên topên Îsraîlê, piştî agirbestê didomin lewma bi sedan sivîl mirine û birîndar bûn.

UNICEF’ê ragihand ku ji destpêka sala 2026’an û vir ve li Zîvala Xezayê 37 zarok hatine qetilkirin û li Şerîaya Rojava jî tenê di meha Çileyê de du zarok mirine û 25 zarok jî birîndar bûne. UNICEF’ê diyar kir ku rewşa li Xezayê xirabtir bûye, zarok di bin gefên cidî de ne û destnîşan kir ku êrîşên hewayî û hilweşîna pergalên tenduristî, av û perwerdeyê êşan zêdetir dike.

Peymana agirbestê ya piştî du salên şer di navbera Hamas û hêzên Îsraîlê de hat çêkirin, di 10’ê Cotmeha sala borî de ket meriyetê. Lê belê, Îsraîlê bi sedan caran ev peyman binpê kir û di encamê de 574 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan û hezar û 518 kes jî birîndar bûn.