Hejmara 3’yemîn a Jinerjî Fanzîn derket

Sêyemîn hejmara Jinerjî Fanzîn ya ji aliyê Kolektîfa Jinan ve tê amadekirin û du meh e tê weşandin, derket.

Navenda Nûçeyan – Sêyemîn hejmara Jinerjî Fanzîn ya ji aliyê Kolektîfa Jinan ve tê amadekirin derket. Di hejmara nû de binpêkirinên mafan ên li kampusan, polîtîkayên qeyûm, krîza xwedîbûn û starbûnê, pêkanînên zayendperest û astengkirina xwegîhandina perwerdehiyek baş tê dest girtin.

Jinerjî Fanzîn ya ku du mehe tê weşandin, afirandina qadeke azad ya ku jinên ciwan dikarin binivîsin, nîqaş bikin û gotina xwe bêjin, didomîne. Fanzîn bi hejmara xwe ya sêyemîn, diyar dike ku kampus ne tenê cihên perwerdê ne, cihên ku xwendekar xwe azad hîs bikin û bi ewle bijîne.

Hejmara ku rojeva jinên ciwan diyar dike û rê li ber lêgerînan ve dike, banga piştevaniya li dijî serdestiya mêr a li zanîngehan û rêveberiya qeyûm dike.