Hejmara 116’an a Kovara Jin derket

Hejmara 116’an a Kovara Jin ku heftane tê weşandin bi berga “Bendewar neve azad be: Jiyana nû pêkan e” derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan – Hejmara 116’an a kovara Jin ku her hefte roja Yekşemê tê weşandin bi berga “Bendî nebe, azad be: Jiyaneke nû pêkan e” derket pêşberî xwedevanan.

Kovar, di hejmara nû de balê dikşîne ser girêdana tiryakê û riyên çareseriyê vedibêje. 

Hemû sernavên di hejmara nû de cih girtin wiha ne:

* Li dijî tiryakê ji bo berfirehkirina qadên azadiyê: Şiyar Be! / Gulşen 

* Hevpeyvîna bi Demîr re - Koma Kovara Jinê

* Tiryak: Hespê Truvayê li dijî pêşeroja mirovahiyê / Oya Açan

* Evîneke ku dide ber xwe û diçe / Rojdan Erez

* Ji kaxiza fêkîfiroş bilêteke demokrasiyê / Aylîn Karakaş  

* Şoreşeke ji cihî dest pê dike: Bi polîtîkaya jinê avakirina civaka demokratîk / Eylem Saruca