'Pêvajoya aştiyê bêyî rola jinan ne pêkan e'

Aktîvîstên ku beşdarî yekemîn kongreya NADA'yê bûne tekez kirin ku tu pêvajoya aştiyê bêyî jinan ne pêkan e û gotin: "Jin di pêkanîna aştiyê de rolek pêşeng dilîzin."

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ

Silêmanî – Jinan gelek şer û eniyên berxwedanê bi rê ve birin e û ezmûna şoreşa Rojava mînakek e. Ew di civakan de tên xwedîkirin ku hewl didin civakek ava bikin, da ku herdu zayend tê de wekhev bin. Aştî têgeheke mirovî ye ku ji bo bidestxistina wê wekheviya zayendî hewce dike. Di seranserê dîrokê de mêran pêşengiya şer û pevçûnan kiriye. Lê ev nayê wê wateyê ku jin tune bûn. Ezmûn û tecrubeya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bidestxisitina aştiyê de mînakek berbiçav e.

'Bêyî jinan aştî ne pêkan e'

Profesora Felsefeyê ya Tûnisî Hizamî Bîn Mehcûb destnîşan kir ku aştî bêyî jinan ne pêkan e û wiha got: "Jin çavkaniyên aştiyê ne û wê pêk tînin. Ji ber vê yekê, bêyî wan tu aştî ne gengaz e pêk bê. Civakên ku li dijî komeleyên femînîst ên ku nexweşî û pirsgirêkên civakî teşhîs dikin şer dikin, nikarin biserkevin. Jin di şer û pevçûnên çekdarî de herî zêde bindest û hedefa wan e û ew dikarin aştiyê pêk bînin û bi dest bixin. Jin pêşeng in û tevî siyaseta çewisandinê ya li dijî wan, ew li hember hemû krîzan li ber xwe didin. Beşdarkirina wan a li jiyana giştî û siyasî û tevlîkirina wan a li pêvajoyên aştiyê, gelek pêwîst bûye."

'Jin di pêkanîna aştiyê de rolek pêşeng dilîzin'

Endama Hevbenda Jinên Îraqî Dr. Şeza Nûrî Busranî da zanîn ku jin di pêkanîna aştiyê de rolek pêşeng û girîng dilîzin û wiha axivî: "Ji ber ku jin bêhtir wateya aştiyê di parastina zarok û jîngehê de fêm dike, ji ber vê rolek pêşeng di pêkanîan wê de dilîze. Ji Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyemîn vir ve, emperyalîzma gerdûnî jinan tevî hewildanên wan ên berdewam ên ji bo pêkanîna aştiyê hedef girtiye."

'Jin li Yemenê aştîxwaz in'

Endama Komîteya Jinan a Neteweyî ya li Yemenê Mecîda El-Şerabîn bal kişand ser jina Yemenî û wiha got: "Tevî siyaseta îstîsmar û tundiyê ji aliyê hişmendiya mêr û rejîmên wî welatî ve li dijî jinên Yemenî, wan hewl dane ku xwe bikin nav pêvajoya siyasî, bi taybetî bi dûrxistina bi zanebûn û paşguhkirina rola wan. Jinên Yemenî dikarin di pêvajoya aştiyê de rol bilîzin. Lê hê derfet li welêt ji jinan re nehatine dayîn ku enerjiya xwe nîşan bidin. Jin li Yemenê aştîxwaz in."