Li Sûriyeyê tundiya mêr belavî medyaya dîjîtal bû

Her ku xuyabûna jinan li qadên giştî zêde dibe, gotinên nefretê û çewisandina dîjîtal jî zêde dibin. Parêzvanên mafên Sûrî tekez dikin ku divê jin wekî nûnerên rastîn werin hesibandin, ne tenê wekî sembol.

RAMA XELEF

Şam – Piştî ku rêjîma otorîter a Baasê di 8'ê Kanûna 2024'an de ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam ve hat xistin, gelê Sûriyeyê hêvî dikir ku sîstemek demokratîk ava bike ku mafên hemû kom û pêkhateyan biparêze. Lê bi hatina cîhadîstên HTŞ'ê re, binpêkirinên li dijî mezhebên Sûriyeyê zêde bûn. Ev jî di hemû aliyên jiyanê de bû sedema nebûna roleke girîng a ji bo jinan.

Her wiha çewsandin û sînordarkirinên li ser çalakvanên jin, rojnamevan û hemû kesên ku diwêrin li ser karûbarên giştî biaxivin, tirsa rêjîmeke duyemîn a Talîbanê li Sûriyeyê zêde dike.

'Jin bi gotinên nefretê re rûbirû ne'

Aktîvîsta mafên jinan û Parêzer Rehada Ebdûş derbarê gotinên nefretê yên li dijî jinan de wiha got: "Ev ne bûyerek nû ye, lê nîşaneya pergalek yasayî û çandî ye ku bi dehan salan jinah bindest kiriye. Ev gotin jî tenê bi guhertina desthilatdarî û pergala siyasî nayê guhertin. Jin ji mêran bêhtir berpirsyar tên dîtin. Ew bi bedena xwe ve têne sînordarkirin. Ji ber vê yekê êrîş destpêkê beden û wêneyê wê dike armanc. Jinên ku cîh di qadên giştî de digirin jî, bi gotinên nefretê wek "cihê te li malê ye û rola te bi mezinkirina zarokan sînordar e" rûbirû dimînin."

'Jinên xwe îfade dikin rastî tundiyê tên'

Aktîvîst Meram Dêmîr jî anî ziman ku piştî hilweşîna rêjîma Baasê xeyalên cuda jiyan dikirin û wiha got: "Em bi hêvî bûn ku qadên azadiyê li welêt berfirehtir bibin. Lê di rastiyê de ev yek pêk nehat. Dema ku jin derketin û hewl dan xwe îfade bikin, bi binpêkirin û tundiyê re rûbirû man. Em ji desthilatiya mêr azad nînin. Azadiya jinan ne hûrgiliyek e, lê bingeha guhertinê ye. Hewcedariya me bi cihên ewle heye ku tê de ji bo jinan rêz bê nîşandan û dengê wan bê parastin."

'Hewcedarî bi parastina jinan heye'

Meram Dêmîr diyar kir ku divê li dijî gotinên nefretê jin cihên xwe di qadên giştî de xurtir bikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Divê cihên jinan ne wek sembol bimînin, wek nûnerên pirsgirêkên jinan rol bilîzin. Pêwîstî bi parastina jinan a di qada dîjîtal de heye, ji ber ku kampanyayên heqaret û çewsandinê bi taybetî li dijî çalakvanên jin, rojnamevan û her kesek ku diwêre li ser karûbarên giştî bixaive, zêde dibin."

‘Azadiya jinan nekarî bê perçekirin’

Di nêrînan de hat diyar kirin ku azadiya jinan nekarî bê perçekirin, ew beşek ji şerê ji bo guhertineke berfireh e ku bêyî rizgarbûna jinan ji tundiya devkî, civakî û dîjîtal temam nabe.