Hedefa nû ya rejîma Îranê: Pirtûkxane, kafe û cihên hunerî

Di berdewamiya zextên li ser navendên çandî û karsaziyan li Îranê de, 3 kompleksên çandî li Babol, Meşhed û Tehranê di rojên dawî de hatin girtin. Ev yek wekî beşek ji pêla zextên li ser qadên giştî û bazirganî tê dîtin.

Navenda Nûçeyan – Rayedarên Îranê binpêkirinên xwe yên li dijî navendên çandî zêde dikin, pêla girtinê ya ku pirtûkxane, kafe û qadên hunerî bi tohmeta "binpêkirina adetan" û "neguhdana exlaqê îslamî" hedef digre, zêde dibe. Ev yek nîşan dide ku çalakiyên çandî yên li welat tundtir dibin.

Rayedarên Îranê 3 cihên din girtin

Kompleksa "Bajarê Pirtûkan" li Babolê, digel kafeya mîmarî ya "Sakang" li Meşhedê û "Mala Mor" li Tehranê, di rojên dawî de piştî biryara dadgehê ya girtina "Bajarê Pirtûkan" û kafeya Sakang ku cihekî hevdîtinê ya gelêrî ye ji bo endezyar, hunermend û xwendekaran, xebatên xwe rawestandin. Rayedaran hê jî sedemên fermî yên van tedbîran eşkere nekirine.

Girtina van saziyan, bi pêla ku di hefteyên dawî de êrîşên li ser kafe, pirtûkxane, karsazî û malperên medyaya dîjîtal ên çalak zêde bûne ve girêdayî ye.

23 sendîkayên karkeran hatin girtin

Raporên hatine weşandin nîşan didin ku herî kêm 23 sendîkayên karkeran li bajarên cuda yên Îranê hatine girtin, ji xeynî astengkirin an desteserkirina 72 malper û hesabên medyaya dîjîtal û bi zorê îmzekirina sozên fermî ji aliyê rêvebirên 21 malperan ve.

Bi hincet û tohmetên cuda biryara girtinê didin

Gelek çavkaniyan van kiryaran bi pirsgirêkên têkildarî hicaba mecbûrî, jinên ku bi cilên ne guncav xuya dibin û tohmetên weke "binpêkirina adetan", "guhnedana exlaqê îslamî" û belavkirina naveroka ne guncav ve girê didin.

Di salek de 191 karsazî hatine girtin

Li gorî raporên mafên mirovan, herî kêm 191 karsazî di sala borî de li Îranê hatine girtin, piraniya wan ne ji ber binpêkirinên pîşeyî, bi hinceta nelihevhatina bi hicaba mecbûrî, pêşkêşkirina xizmetan di Remezanê de, yan jî berdewamiya operasyonan di demên şîna olî de bûye.