Gulistan Sonuk: Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin

Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonuk got: "Li dijî gefên polîsan ku dibêjin 'Em ê we binçav bikin'. Ez bang li wan dikim; di çavên kîjan hevalên me de tirsa binçavkirinê heye? Heya diz neçin em gavekê jî paşde gav navêjin.

Êlîh- Li 3 bajarên  çalakiyên qeyûm berdewam dikin, girseya ku li ber Şaredariya Êlihê kom dibe her ku diçe mezintir dibe. Ciwan li taxên cuda hatin cem hev û ber bi şaredariyê ve meşiyan. Piştî meşê Hevaredar Gulîstan Sonûk li ber şaredariyê daxuyaniyeke kin da.

'Em ê şaredariyê nedin dagirkeran'

Gulistan Sonuk got: "Heta ku dest ji diziyê bernedin yek ji hevalên me jî wê paşde gav neavêje" û anî ziman ku ew ji şaredariyê dernakevin. Gulistan Sonkk got: “Ger em gavekê jî paşve bavêjin, rûyê me yê ku li we binêre namîne. Dê rûyê me yê li jinan meyze bike nemîne. Dixwestin biryara qeyûmê me agahdar bikin, lê me qebûl nekir. Me xwest ku ew diz, ew qeyûmê îstismarkar were û biryarê ji me re bêje. Ew qas ne erzan e. Keda zarok, jin û ciwan li vê şaredariyê heye. “bi hêzên polîs û dewletê Em şaredariyê nedin wan.

'Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin'

Gulîstan Sonuk, anî ziman ku polîs bi gefa binçavkirin û girtinê hewl dide raya giştî û endamên partiyê bitirsîne û got: "Dibêjin em ê we derb bikin, em ê we bixin girtîgehê." Ez bang li wan dikim; Li dora xwe binêrin, tirsa binçavkirinê di çavên kîjan hevalên me de heye? Em careke din destûrê nadin, hûn vîna me desteser bikin. Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin. Me bi hev re ev şaredarî ava kir û em ê bi hev re biparêzin."

Piştî axaftina Gulîstan Sonuk girseyê bê navber dirûşmeyên "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor" berz kirin.

Hevserok hatin bajêr

Heyeta ku ji Hevserokên Giştî yên DEM'ê Tulay Hatimogullari, Tuncer Bakirhan û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindîr pêk tê hatin bajêr. Heyet bi girseyê heta avahiya şaredariyê meşiya. Di meşê de timî dirûşmên "Êlîh ya me ye, vîna me ye" hatin berzkirin.

Hevserokan dê li gel hilbijartiyan li ber şaredariyê daxuyaniyê didin.