Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Êdî ne dema gotinan e dema pratîkê ye

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku çavê raya giştî, li Meclîsê û desthilatê ye ku gavên qanûnî bavêje û got: “Pêdiviya aştiyê bi hiqûqê heye.”

 Enqere – Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît derbarê geşedanên di rojevê de li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê Meclîs jî berpirsyariyên xwe bi cih bîne û got ku pêdiviya aştiyê bi hiqûqê heye.

 ‘Zexta li ser ciwanan nikare pêşerojek ava bike’

Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku ciwan li Tirkiyeyê ji ber krîza aborî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û ji ber vê yekê jî polîtîkayên zext û tundiyê li dijî ciwanan tê kirin. Gulîstan ragihand ku tu polîtîkayeke desthilatê ya ji bo ciwanan tuneye û wiha pê de çû: “Ciwan li ku derê rexne dikin an jî xwepêşandanan li dar dixin, bi binçavkirin û girtinan re rû bi rû dimînin. Weke mînak li ODTU’yê ciwan hedef hatin nîşandan, hatin binçavkirin û girtin. Mafê xwepeşandanan ê ciwanan tê desteserkirin. Jinên ciwan jî bi bi polîtîkayên dewletê re rû bi rû dimînin û ji jinên ciwan tê xwestin ku bikevin bin kontrola pergala zilam. Her wiha TEV-KOM ku saziyeke zimanê Kurdî ya ciwanan e jî rastî astengî û zextan tê. Divê desthilat fêm bike ku bi zextên li ser ciwanan re nikare pêşerojek ava bike.”

 ‘Aştiya rasteqîn bi mafê ciwanan û wekheviya gelan pêkan e’

Gulîstan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêvajo bi ciwanan re dikare were pêşxistin. Bi tune hesibandina ciwanan ev pêvajo bi pêş ve naçe. Aştî û Civaka Demokratîk bi ciwan û jinan dikare bi pêş bikeve. Aştiya rasteqîn bi mafê ciwanan û wekheviya gelan pêkan e.”

 ‘Li dijî pergala desthilatdar têkoşîna malbat demokratîk’

Gulîstan Kiliç Koçyîgît derbarê giştînameya malbatî ya desthilatê de destnîşan kir ku ew dê li dijî tune hesibandina mafên zarok û jinan, bi pêkanîna mafên zarok û jinan, li dijî pergalê têkoşîna malbata demokratîk bimeşînin.

‘Pêdiviya aştiyê bi hiqûqê heye’ 

Gulîstan Kiliç Koçyîgît derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî ev yek anî ziman: “Daxuyaniyên birêz Bahçelî girîng bûn. Di serî de birêz Ocalan û hemû muxatab ji bo pêşvebirina pêvajoyê di nava hewldanan de ne. Ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê Meclîs jî berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Pêdiviya aştiyê bi hiqûqê heye. Li gorî rapora hevpar a Komîsyona Meclîsê divê pêvajoya çêkirina qanûnan dest pê bike. Ji Meclîsê, saziyên siyasî û desthilat ji bo pêşvebirina pêvajoyê divê di nava hewldanan de bin. Çavê raya giştî li Meclîsê, desthilatê û çêkirina qanûnan e. Her gaveke qanûnî ku ji bo pêvajoyê bê avêtin dê bibe mîsogeriya demokrasiyê. Ji bo avêtina gavên qanûnî hewceyî bi wêrekiyê heye. Bi avêtina van gavan her kes dikare sûdê werbigire. Weke DEM Partiyê em jî amade ne ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Êdî ne dema gotinan e, dema pratîkê ye.”