Golrokx Îraei xelata ‘Azadiya Nivîsînê’ ya 2026’an girt

Nivîskar û girtiya siyasî Golrokx Îraei ku li girtîgeha Evînê tê girtin, xelata ‘Azadiya Nivîsînê’ ya 2026’an girt.

Navenda Nûçeyan – PEN Emerîka ragihand ku nivîskara Îranê û girtiya siyasî Golrokx Îraei ku li girtîgeha Evînê tê girtin, xelata ‘Azadiya Nivîsînê’ ya 2026’an girtiye.

Li gorî saziyê, Golrokx Îraei di 14’ê Gulana 2026’an de wê di merasîma ku li Muzexaneya Dîrokî ya Xwezayê ya Emerîka ku li New Yorkê were li darxistin were xelatkitin.

Vê xelatê didin nivîskarên ku ji ber xebatên wêje û fikrên xwe anîne ziman rastî cezayê girtîgehan û qedexeyan hatine.

Di 2016’an de hatibû girtin

Golrokx Îraei, cara yekem di Mijdara 2016’an de bi hevjînê xwe Arash Sadeghî re hat binçavkirin û ji ber sûcên ‘Propegandaya dijî rejîmê’ û ‘heqareta li dijî nirxên pîroz’ 6 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn wê şandin girtîgeha Evînê. Li gorî agahiyên ku di medyayê de cih girtine ev ceza xwe dispêre çîrokek ku di deftera şexsî de heye û nehatiye weşandin.

Di biryara dadgehê de, her wiha sûcên wekî ‘li dijî cezayê darvekirinê derketiye’, ‘li gel kampanyaya rakirinê darvekirinê (Lagam) hevkarî kiriye’, ‘parvekirinên medyaya dijîtal û têkiliya bi saziyên mafên mirovan û medyayê re’ cih digre.

Golrokx Îraei di salên dawî de girtîgeha Qerçek û Amol di nav de sewqî gelek girtîgehan hatiye kirin. Di Gulana 2022’an de hat berdan lê belê nedomiya. Di 4’ê Cotmeha 2022’an de di dema xwepêşandanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de dîsa li Tehranê hate binçavkirin. Li gorî çavkaniyên mafên mirovan, di dema binçavkirinê de tundî lê hatiye kirin û piştre wê birine qawîşa jinan a girtîgeha Evînê.

Dadgeha Şoreşê ya Tehranê, bi sûcdariya ‘bi armana xirabkirina ewlehiya welat, kombûn û lihevkirin’, ‘propagandaya li dijî rejîmê’ bi giştî 7 sal cezayê girtîgehê lê birî. Ceza di Temyîzê de daket 5 salan. Her wiha qedexeya derveyî welat û qedexeyên cuda yên civakî jî di nava cezayan de hene.

Dayîna xelata ‘Azadiya Nivîsînê’ ya Golrokx Îraei di demek ku saziyên mafên mirovan ên navneteweyî der barê rewşa ativîstên civaka sivîl û nivîskarên Îranê de dem bi dem fikarên xwe tînin ziman de pêk hat.

PEN Emerîka, hewl dide bi vê xelatê balê bikşîne ser rewşa nivîskarên girtî yên cîhanî û banga berdana wan dike.