Girtiya ku ji Qerçexê hat berdan dirûşma ‘Na ji darvekirinê re’ berz kir
Aktîvîsta mafên kedkaran Reyhaneh Ansarî Nejad, ji Girtîgeha Qerçexê ya li Varamînê hate berdan. Reyhaneh Ansarî Nejad, pankartekî ku piştgiriyê dide Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî hilgirt.

Navenda Nûçeyan – Aktîvîsta mafên kedkaran û endama Komîteya Koordinasyona Alîkarî ya Çêkirina Rêxistinên Kedkar Reyhaneh Ansarî Nejad a du salan li Girtîgeha Qerçexê ya li Varamînê hate ragirtin, bi qebûlkirina ji nû ve darizandinê û bi biryara yekdengî cezaya wê hate daxistin û ji girtiyê derket.
Aktîvîsta mafên kedkaran Reyhaneh Ansarî Nejad ya ji girtîgehê derket, pankartekî ku piştgiriyê Pexşan Ezîzî, Werîşe Moradî û Şerîfe Mihemedî hilgirt diyar kir piştgiriyê dide girtiyên jin û banga rawestandina cezayên darvekirinê kir. Reyhaneh Ansarî Nejad, her wiha piştgirî da gelê Xezayê jî.
Reyhaneh Ansarî Nejad, di meha Gulana 2022’an de li mala wêjevan û çalakvanê mafên mamosteyan Mihemed Hebîbî hate binçavkirin û li girtîgeha Evînê hate ragirtin û piştre bi kefaleta 1 mîlyar tumen hate berdan. Di sala 2023’an de jî bi sûcdariya “li dijî ewlehiya dewletê sûc kirin” mehkûmê 4 sal cezayê girtîgehê hate kirin. Di dema ragirtina xwe de, ji dermankirinê bêpar hate hiştin û rewşa wê ya tenduristî xirabtir bû.