Geşe Dara: Tirkiye gavên pêwîst ne avêtiye
Siyasetmedar û çalakvan Geşe Dara Hefîd got: “Pêşdenebirina pêvajoya aştiyê, dewleta Tirk ber bi paşketina aborî, siyasî û civakî ve dibe. Tevî vê jî Tirkiye gavên pêwîst ne avêtiye.”
HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Siyasetmedar û parlementera berê ya Herêma Kurdistanê Geşe Dara Hefîd têkildarî pêvajoya aştiyê ku bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de destpê kir, axivî.
Dara Hefîd da zanîn ku karkirina li ser pêvajoya aştiyê dê divê hemû civakê bigre nava xwe û hemû aliyên Kurdistanê pêşwazî lê bike û wiha got: “Pêvajoya aştiyê ji aliyê tevahî aliyan ve pêwîstî bi pêşdebirinên zêdetir heye. Hebûna van dîdar û çalakiyan ji bo aştiyê xwedî bandorên girîng in û da bikarin zêdetir pêvajoya aştiyê di civakê de were teyîsîn.”
‘Dewleta Tirk wek pêwîst behsa pêvajoyê nake’
Geşe Dara da zanîn ku pêvajoya aştiyê li tevahî parçeyên din ên Kurdistan bi taybet li bakurê Kurdistanê zêdetir pêwîstî bi pêşdebirinê heye û wiha got: “Armanca Tirkiye di vê pêvajoyê de ne diyar e. Di gelek hevdîtinan de dewleta Tirk wek pêwîst behsa pêvajoya aştiyê nekirine. Ev helwesta Tirkiye em hemû xistiye nava gumanan ku Tirkiye vê mijare wek wek taktîkek siyasî ji bo berbipêşderbirina qonaxekê bikar anî be. Kurd ev çend sal e kar li ser pêvajoya aştî û bihevre jiyana gelan dike. Lê belê armanca dewleta Tirk tunekirina Kurdan e. Hertim Tirkiye hewla tunekirina Kurdan didan. Ji aliyê Kurdan û aştîxwazan ve gelek çalakiyên çandî hatin li darxistin. Lê belê pêwistiya pêvajoya aştiyê bikarkirinê heye. Divê li dijî gotarên hişk û kîn kar li ser pêvajoya aştiyê bikin. Ev çend sal e li Tirkiye kînek li hemberî Kurdan û pêvajoya aştiyê heye. Ger bi biryarekê ev biryara aştî bide, ger civak jêre ne amade be, pêvajo nikare bi serbikeve.”
‘Dewleta Tirk bi pêşdenebirina pêvajoyê aştiyê rûbirûyî ziyanên madî û manewî dibin’
Geşe Dara di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Rojhilata Navîn bûye cihê nakokiyên siyasî yên dewletên derdor û wêranbûna navçeyan û tunebûna hemwelatiyan. Êrîşên dewleta Tirk bû sedemê xirabbûna gundan û malwêrankirin û şehîdkirina hemwelatiyan. Ew ne aramiya xirabbûna rewşa aborî û tunebûna bazirganiya dewleta Tirk, pirsgirêkên civakê bi xwere tîne. Bi giştî li Rojhilata Navîn û piştre dewleta Tirk bi pêşdenebirina pêvajoyê aştiyê rûbirûyî ziyanên madî û manewî dibin. Hevsengî tên guhertin. Tirkiye neçar e ku li gor van guhertinan xwe biguhere. Ji ber wê divê dewleta Tirk ji ziyanên pêşdenebirina aştiyê dûr bikeve, divê gelê Kurd li navxweya Tirkiye ji bo lihevkirinê razî bike. Divê hewl ji bo aştî û bihevrejiyanê li gel gelên din bike. Pêşxistina aştiyê pêwîstî bi karkirin û aqliyeta rewşenbîr û mezin heye.”