Gelo dadgeha gel dikare dengê jinên Efgan ji cîhanê re ragihîne?

Bi zêdebûna sûcên Talîbanê yên li dijî jinan re çar saziyên sivîl li Efganistanê hewl didin “Dadgeha Gel” sererast bikin û bigrin ser xwe. Gelo dê Dadgeha Gel, dengê jinên Efganistanê ragihîne cîhanê?

BAHARAN LEHÎB

Efganistan – Dadgeha gel, yek ji dadgehên ku bi awayê sembolîk tên lidarxistin e lê li ser saziyên navneteweyî, adil û darazê bandoreke wê ya kûr heye. Dadgeh gelek caran bingeha îfşabûna sûcên ku tên kirin amade dike.

Beriya çend salan, li Îranê piştî serhildana şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” jinên Îranî dadgeheke wiha li dar xistin. Vê dadgehê vekirî bû, şahidan tiştên dîtibûn vegotin. Niha jî saziyên sivîl li Efganistanê tişteke wiha girtine ser xwe û dê di demek nêz de dadgeh were danîn.

Bi hatina Talîbanê re girtin îşkence tecawiz û tacîzê dest pê kir

Piştî ku Talîban hat desthilatdariyê, destpêkê êrîşê jinan kir. Talîbanê jinan tenê ji perwerde û kar bêpar nehişt, wan bi girtin, îşkence, tecawiz û tacîzê re rûbirû hişt. Serdestiya ramanên ku bi pergala desthilatdariya mêr a olperest re di nava hevkariyê de ye, bû sedema xwekuştina hinek jinên ku bi taybetî bi sûcdariya “servekirinê” avêtiye girtîgehan. Gelek jin jî bi nexweşiyên derûnî û fizîkî ketin.

Cara yekem jinan tecawiz û êrîşên li dijî xwe bê tirs û şerm vegotin

Tevî vê yekê jî jinên bi cesaret ên ku sûc û zextan îfşa dikin hene. Vîdyoyên Talîbanê yên tecawizê ku ji bo gefxwarin û bêdengkirina jinan li girtîgehan, hatibûn qeydkirin jî ji aliyê jinan ve ji medyayê re hatin şandin. Di dîroka Efganistanê de cara yekem jinan tecawiz û êrîşên zayendî yê li dijî xwe bêyî ku bitirsin û şerm bikin anîn ziman û vê yekê desteka girseyên gel bi taybetî jinan dît.

Ji ber vê yekê û ji ber ku sûcên li dijî jinan didomin, li Efganistanê yek ji çar saziyên sivîl  “Rêxistina Mafên Mirovan û Demokrasiyê ya Efganistanê” ji bo lêkolînkirina van sûcan biryara serlêdana dadgeha gel da.

Hewl da dokumanterên ku ji aliyê malbatên mexdûran ve hatine çêkirin biweşîne

Rêxistina Mafên Mirovan û Demokrasiyê ya Efganistanê, bi salan e ji bo mafên mexdûrên şer ên li Efganistanê pêk bîne, xebatên bingehîn dimeşîne. Ji bo avakirina bîra mexdûran, sazkirina muzeya şere bi dehan salan xebitî. Hewl da dokumanterên ku ji aliyê malbatên mexdûran ve hatine çêkirin biweşîne. Piştî ku Talîban careke din vegeriya ser desthilatdariyê, endamên vê saziyê neçar man Efganistanê biterikînin lê li derveyî welat jî nesekinîn û bêdeng neman. Hewl dan belge û delîlên sûcên ku Talîbanê kirine berhev bikin. Ji bo dengê jinên Efgan bidin bihîstin, di avakirina dadgeha gel de roleke çalak lîstin.

Dadgeh dê balê bikşîne ser pêwistiya hesabxwestina ji Talîbanê

Saziyê di daxuyaniya xwe de wiha nivîsand: “Dê dadgeh dengê jinên Efgan li cîhanê bilind bike. Dê li şahidiya jinan û pisporan were guhdarîkirin û biryara dawî were dayîn. Ev dadgeh nade ferzkirin lê weke dadgeha raya giştî, zexta kûrewî çêdike û bi edaleta dema navberê, balê dikşîne ser pêwistiya hesabdayîna Talîbanê.”

‘Divê dengê jinan bê bihîstin’

Li aliyê din, Neteweyên Yekbûyî û saziyên din ên navneteweyî, bi vê yekê kêfxweş bûn lê jinên zana û şiyar ên Efgan vê şiyariyê kirin: “Tenê memnuniyet bes nîn e divê dengê jinan li welat were bihîstin. Em hêvîdar in jinên ku berê bi Talîbanê re hevdîtinên aştiyê kirine û diyar kirine ku Talîban guheriye, vê carê nûnertiya jinên Efgan ên êşan kişandine negirin ser xwe û derbe li pêvajoyê nedin.”

Dadgeha gel ji bo jinên Efgan derfeteke dîrokî ye

Divê were gotin ku dadgeha gel, ji bo jinên Efgan derfeteke dîrokî ye; divê cîhan dengê jinên vî welatî yên zulmê dîtine bibihîse. Her çendî ev dadgeh nede ferzkirin jî bi berhevkirina belge û şahidiyan û bi derxistina hikumeke exlaqî, ji bo hesabdayîna Talîbanê û pêkhatina edaletê dikare li ser civaka navneteweyê zextê çêbike.