Gelo çima jin ji mafê xwe yên mîrasê bêpar tên hiştin?
Li herêmên gundewarî yên Sûriyeyê, tevî naskirina mafê mîrasê yê jinan ji aliyê qanûnê ve jî zextên malbatî û kevneşopiyên civakî gelek jinan neçar dikin ku dev ji mafên xwe yên aborî berdin.
MASSA SULTAN
El-Lazqiye – Înkarkirina mafên mîrasê yên jinan, bi awayên cûrbecûr ên nerasterast xwe nîşan dide. Ev dikare bi paşxistina belavkirina mîrasê, qeydkirina milkên wekî mal û erdên çandiniyê ya li ser navê zarokên kur an jî ragirtina milkê ya di bin kontrola wan de dest pê bike. Carna jî bi berdana beşên xwe ya ji ber zextên malbatî û civakî digihîje lûtkeyê. Ji ber vê yekê jin neçar in ku di navbera daxwazkirina mafên xwe û parastina têkiliyên malbatê de hilbijartinek dijwar bikin.
Li herêmên peravê yên gundewarî yên Sûriyeyê, mijara mîrasê xwedî girîngiyek taybetî ye. Ev ji ber ku di gelek malbatan de mîras ji pere, milkên wekî mal, erdên çandiniyê û malên malbatê pêk tê. Ev jî çavkaniyên bingehîn ên aborî pêk tînin. Wergirtina para xwe ya mîrasê ya ji aliyê jinekê ve ji bo wê parastinek girîng peyda dike ku ew bi qeyranên aborî re têbikoşe. Her wiha hêza wê ya dayîna biryarên xwe ya bêyî girêdanbûna bav, bira an jî hevjinê zêde dike û dihêle ku ew li dijî têgihîştina ku jinan tenê wekî xerîdar an jî di civakê de kesên netemam dibîne raweste.
Mîras, ji bo jinan wekî parastinek civakî û aborî ye û ew rastiya ku ev maf dikare jinan ji xizaniyê, windakirina xanî an jî neçarbûna xwestina alîkariyê ya ji kesên din ên bi taybetî li civakên gundan biparêze, girîngiya wê hêj bêtir zêde dike. Para jinê ya di erdê çandiniyê de jî di aliyê dahata ku ew dikare peyda bike, derfetên hilberînê û aramiya ku ew ji malbatê re tîne de xwedî girîngiyek e.
Gelo çima jin ji mafên mîrasê bêpar tên hiştin?
Her çend yasayên Sûriyeyê mafên mîrasê yên jinan nas dikin jî hinek pratîkên civakî hêj rê li ber jinan digirin ku para xwe bistînin.
Di pêşiya van pratîkan de baweriya ku divê milkê malbatê di destê mêran de bimîne heye. Tê texmînkirin ku destûrdayîna zarokên keç ên zewicî parek ji dewlemendiya malbatê mîrasê bigirin, tê vê wateyê ku beşek ji dewlemendiya malbatê derbasî malbateke din dibe ango malbata hevjînê wan. Ev perspektîf wekî yek ji sedemên civakî yên herî girîng derdikeve pêş ku dibe sedema bêparkirina mafên mîrasê yên jinan. Dema ku zarokekî kur wekî berpirsiyarê parastina milkê malbatê û berdewamkirina navê malbatê tê dîtin, zarokek keç piştî zewacê, wekî keseke milkê wê ya aborî derbasî malbateke din bûye, tê hesibandin.
Bêparkirina jinek a ji mîrasê dibe ku bi ragirtina para wê piştî mirina wesiyetkar dest pê neke. Ev pêvajo bêrê bi qeydkirina milk û erdên nekêşbar a li ser navê zarokên mêr an jî dema ku dayîk û bav sax in milkên xwe dihêlin zarokên xwe yên mêr, dest pê dike. Ev yek îhtîmala ku zarokên keç piştre mafên xwe îdîa bikin qels dike. Her wiha nebûna hişmendiya yasayî, nezanîna hinek jinan a mafên xwe, nebûna belgeyên ku xwedîtiyê îspat dikin, tevliheviya wergirtina sertîfîkayên mîrasê, prosedurên veguhastina milkê û lêçûnên dozê jî pêvajoyê tevlihev dikin. Ev astengî, bi taybetî di rewşên ku di navbera mîratgiran de nakokî heye de, bêtir eşkere dibe.
Gelo çima jin dev ji mafên xwe berdidin?
Biryara jinê ya berdana mîrasa xwe ne her tim biryareke bi dilxwazî ye. Ev yek dikare encama zextên derûnî û civakî yên ku bi demê re kom bûne be. Jin bawer dike ku îdîakirina mafên wê dê bibe sedema pevçûnê ya bi malbata xwe re û di nav malbatê de şikestekê çêbike. Dibe ku bawer bike daxwazkirina mafên xwe sedema bingehîn a pirsgirêkên malbatê ye. Ev zext bi awayên cûrbecûr xuya dibin. Mînak, birayên wan dikarin ji xwişkên xwe bixwazin ku bi hinceta parastina milkê malbatê, bi karanîna hevokên wekî "Tu keça me yî, mala me mala te ye jî" an "Li ser vê axê birayên te xwedî mafekî mezintir in" dev ji parên mîrasa xwe berdin.
Zexta carna zêdetir dibe û ger dema jin li ser para mîrasa xwe israr bike, vediguhere gefa ku ew ê têkiliyên malbatê werin qut kirin an jî ew ê ji piştgiriya malbata xwe bêpar bimîne. Ev yek gelek caran bi argumana ku bira bêtir hewceyê mîrasê ne tê rewakirin. Ev nakokiyeke civakî ya girîng eşkere dike; jin ji ber ku li hember birayên xwe hestek berpirsiyariyê hîs dike, dikare dev ji çavkaniyek serxwebûna aborî berde. Dibe ku jin bi nankoriyê, bi cudakariya di navbera endamên malbatê de bê sûcdarkirin an jî îdîakirina mafên wê veguhere nakokiyeke dirêj ku gef li têkiliyên malbatê bixwe. Di hinek rewşan de jin wateya rast a devjêberdanê nizane. Hinek jinên ku nexwendî an jî zanîna wan a têrker a prosedurên yasayî tune ye, dibe ku bêyî naverok û encamên wan fam bikin belgeyan îmze bikin an jî an jî mohr bikin. Dibe ku di nava van belgeyan de belgeyên ku dev ji mafên xwe yên mîrasê berdidin, hebin.
Ne lutfek e, mafekî jêneveger e
Yasaya Rewşa Kesane ya Sûriyeyê ya Hejmar 59 a sala 1953’an û guhertinên mijarên mîrasê ya li gorî qûralên yasaya kesane ya derbasdar tê sererast kirin. Di rewşên ku qûralên yasaya mîrasê ya Îslamî tên sepandin, ger zarokên kur û keç heman pileyê bi hev re mîras bigirin, para zarokê kur du qat ji ya zaroka keç zêdetir e. Lêbelê parên mîrasê, li gorî avahiya mîratgiran û pileya xizmetiya wan cûda bibin. Di cûre mîrasê ku jê re mîrateya Emirî (erd) tê gotin de, mêr û jin parên wekhev distînin.
Her çend naskirina yasayî ya mafên mîrasê yên jinan gavek bingehîn be jî, ev bi tena serê xwe bidestxistina maf garantî nake. Lewma divê hişmendiya yasayî û civakî were zêdekirin, jinan li ser para wan a mîrasê ya rast bên agahdar kirin û mekanîzmayên ku dê bikaribin vê parê bêyî zext an jî zordariyê ji holê rakin werin afirandin. Di vê xalê de hewcedariya xurtkirina rola komele û rêxistinên mafên mirovan ên ku li deverên gundewarî yên herêma peravê ya Sûrîyeyê dixebitin derdikeve pêş. Lidarxistina civînên hişyariya yasayî ya ji bo jinan, pêşkêşkirina şîret û piştgiriya yasayî û vekirina nîqaşan li ser pratîkên ku bi rêya kevneşopî û adetan bêparkirina mafên mîrasê yên jinan rewa dikin girîng in.
Her wiha divê liderên olî û civakî werin teşwîq kirin ku rave bikin têkiliyên xizmatiyê yên jinan mafên wan ên darayî yên di der barê mîratê de, wekî ku ji aliyê yasa û rêziknameyên têkildar ve tên nas kirin, înkar nakin.
Ji ber ku mîras mafek e, ne xelateke ku ji aliyê malbatê ve ji keça xwe re tê dayîn e. Her çend ji jinan tê hêvî kirin ku ji bo birayên xwe razî bikin û nakokiyên malbatê çareser bikin, fedakariyek exlaqî bikin jî encamên girîng ên vê fedakariyê ya ji bo ewlehiya aborî û serxwebûna wan tên paşguh kirin. Ev nakokiya di navbera mafên ku ji aliyê yasa ve têne dayîn û pratîkên ku ji aliyê hinek kevneşopiyan ve tên ferz kirin de pirsek derdixe holê;
Gelo jin wê heta kengî bên neçarkirin ku ji bo cihê xwe ya di nav malbatê de biparêzin dev ji mafên xwe berdin?