'Gelê Xezayê bi xeteriya şewbê re rû bi rû ye'

UNRWA'yê diyar kir ku li Xezaya ku Îsraîl rê li ber ketina alîkariyê digire metirsiya nexweşiyê zêde ye û bal kişand ku şewba îshal û hepatît A bi tirs zêde dibe.

Navenda Nûçeyan - Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) der barê karesata mirovî ya li Xezaya ku êrîşên Îsraîlê lê dewam dikin de daxuyanî da. Di daxuyaniya ku li ser hesabê X medyayê yê UNRWA’yê hat dayîn de hat gotin, "Li Xezayê birçîbûn, nexweşî û mirin dev ji gel bernade."

Xeteriyek mezin a şewbê heye

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li bajarê Refahê ku 1,5 milyon kesên ku ji êrîşên Îsraîlê reviyan xwe spartinê sitargehên demkî ku çop di nav de kom bûne û bal hat kişandin ku metirsiya şewbê zêde ye û hat gotin ku metirsiyek zêdebûna serpêhatiyên îshal û hepatît A heye.