Bi çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ wê bibin dengê girtiyan

Xizmên girtiyan ji bo dengê girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne bidin bihîstin, li 6 bajaran wê çalakiya “Deng bide azadiyê” bidin destpêkirin.

Navenda Nûçeyan – Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çaresekirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk didome. Girtiyan di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn û di 4’ê Nîsanê de jî çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kiribûn. Çalakî bi boykotkirina hevdîtinên rû bi rû yên bi malbatan re, hevdîtina telefonan û derketina dadgehan didome.

Xizmên girtiyan jî bi heman daxwazan dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn û di 14’ê nîsanê de bi daxuyaniyekê ragihandibûn ku dê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin. Xizmên girtiyan dê di 6’ê gulanê de bi pêşengtiya Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD FED) li pêşiya girtîgehan daxuyaniyê bidin. Dê li Amed, Êlih, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn û Edeneyê li pêşiya girtîgehan bi awayekî hemwext çalakiya “Deng bide azadiyê” bên lidarxistin.

Wê di çalakiya li pêşiya girtîgehan bale bikêşin ser daxwazên girtiyan. MED TUHAD-FED’ê têkildarî mijarê daxuyanî da û wiha got: “Tu jî tevlî çalakiya Deng bide azadiyê bibe û em bi hev re bibin dengê girtiyan.”