Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 94’emîn de ye

Emîne Şenyaşar, di roja 94’emîn a nobeta xwe ya li ber wezaretê didomîne de careke din daxwaza edaletê kir.

Enqere – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin di roja 94’emîn de berdewam kir. Dayik Şenyaşarê bi lawê xwe Ferît Şenyaşar ê parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Rihayê re nobeta xwe domand. 

Her wiha Sevînç Çakir ku kurê wê di hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hat girtin, ji Emîne Şenyaşar bi bandor bû û li ber Wezareta Dadê dest bi çalakiyê kiribû. Sevînç Çakir di roja 18’an de çalakiya xwe domand.