Li gelek bajaran cejna Paskalyayê hate pîrozkirin

Li gelek bajaran Ortodoks û Suryanan Cejna Paskalyayê pîroz kirin.

Navenda Nûçeyan- Ortodoks û Suryanan îro li gelek bajaran Cejna Paskalyayê pîroz dikin. Suryanên Mêrdînê, li Dêra Kirklar a li navçeya Artukluyê ayîn li dar xistin. Metropolît Mor Fîloksînos Salîba Ozmen û Serekrahîbê Dêra Kirklarê Horî Gabrîel Akyuz ayîn birêve birin. Di ayînê de îlahî hatin gotin, oldarên suryan merasîma derbasbûnê li dar xistin.

Di merasîmê de Salîba Ozmen têkildarî wate û girîngiya rojê axivî û hêvî kir ku bibe wesîleya aştiya cîhanê.

Suryanan li Dêra Kirklarê kade û çîkolate belav kirin. Di heman demê de hêkên Paskalyayê jî li hev hatin xistin.

Li Hatay û Stenbolê jî Cejna Paskalyayê hate pîrozkirin.