Gelê Qamişloyê berê xwe da Şêx Meqsûdê

Şêniyên bajarê Qamişloyê tevlî seferberiya ji bo berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bûn û di 5’ê sibê de bi karwanekî berê xwe dan Helebê.

Qamişlo- Çeteyên cîhadîst yên HTŞ’ê ku ji 6’ê Çileyê ve taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd yên Helebê dorpêç kirine, bi dijwarî topbaran dikin. Êrîş li wir dijwartir bûye ku gelek komkujî pêk hatine.

Piştî ku çeteyên cîhadîst teslîmbûnê li gelên herdû taxan û hêzên wê yên Ewlekariya Hundirîn ferz kirin, Meclîsa Gel bersiv da û got ku ewê di taxên xwe de bimînin. Meclîsê da zanîn ku ewê bi rûmet berxwedana xwe bidomînin û banga xwedî derketina li seferberiyê kirin.

Piştî banga seferberiyê hat kirin, ji duh de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî seferberiyê bûn. Ji gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel berê xwe didin Helebê. Îro jî şêniyên bajarê Qamişloyê, bi pêşengiya jin û ciwanan, bi rihê Şerê şoreşgerî tevlî seferberiya ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûn. Gelê ku li Çarxerêya Yûsifê Gulo ya bajarê Qamişlo kom bûn, bi berzkirina sloganên “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê”, “Bijî Berxwedana QSD’ê” bi karwanek berê xwe dan taxên berxwedanê yên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.

‘Li wan deveran şerekî giran tê meşandin’

Perwîn Cemîl ku jinek ji bajarê Qamişlo ye û berê xwe dide Şêxmeqsûdê, diyar kir ku wê bi rihê şerê gelê şoreşgerî tevlî seferberiya ji bo Şêxmeqsûd bibe û wiha got: “Navê vê Şoreşê, bi navê Şoreşa Jinê tê naskirin. Em ji seet 5’ê sibê ve, li vê derê ne. Ji bo ku em biçin Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Yezîd, em hatin. Li wan deveran şerekî giran tê meşandin, Du dewlet komkujiyan û qetilyaman li ser du taxan pêk tînin. Rêveberiya demkî komkujiya li ser gelê Sûriyeyê pêk tîne.

‘Ji ber êrîşên ku li Ser taxê Helebê tê kirin’

Xada Mihye EL-Dîn da zanîn ku weke jinên kurd wê bibin mertalên zindî û piştgiriya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bikin. Xada Mihye wiha got: “Ji ber êrîşên ku li Ser taxên Helebê tên kirin, em jî wekî jin berê xwe didin taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Yezîd yên Helebê, ji bo piştgiriya xwe ji gel reragihînin. Em wekî Kurd nema li ser mafê xwe radiwestin. Di Sûriyeyê de hemû pêkhate bi hev re dijîn. Em heta dawî bi gelê xwe re ne.”