Gelê Kobanê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meşiyan: Ciwanan soz da
Bi sedan ji şêniyên bajarê Kobanê bi pêşengiya ciwanên kantonê meşiyan. Gel û ciwanan gotin; emê ji bo parastina rûmeta gelê xwe têbikoşin.
Kobanê – Ji 6’ê Çile ve çeteyên cîhadîst yên HTŞ’ê êrîşeke qirkirinê li hember taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dan destpêkirin. Li dijî her cure êrîş, gelên herdû taxan û hêzên wê yên ewlekariyê ev 5 roj in bê navber berxwedaneke dîrokî dimeşînin.
Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger yên kantona Firatê, ji bo piştevaniya bi berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meşeke girseyî di bin silogana “Li dijî dagirkerî kom bibe, li berxwe bide” birêxistin kir. Di meşê de bi sedan gel û jinên Kobanê, sazî û dezgehên wê amedebûn.
Meşê bi bi hilgirtina alên QSD’ê, ciwanan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berzkirina diruşmên “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê” ji qada şehîd Egîd destpê kir û li qada Jina Azad rawestiya.
Piştî deqeyek rêzgirtin endama Yekîtiya Jinên Ciwan Firyal Mustefa daxuyanî xwend.
Daxuyanî wiha ye:
“Çeteyên HTŞ’ê ji 5’ê Çile ve êrîşeke dijmirovî û hovane li ser gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê didin meşandin. Heta niha jî ev çete êrîşên xwe bi çekên giran, tang û topan didomînin. Tevî ku divê di şeran de zarok, jin û sivîlan neyên hedefgirtin jî, lê em dibînin ku çete nexweşxane û gelek cihên din bombebaran kirin. Tevî hemû êrîşan jî gelê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berxwedaneke dîrokî nîşan didin ku gelê Kurd û dostên wan piştgriya xwe nîşan dan.
Em weke Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger êrîş û dagirkeriyê şermezar dikin û em amedene ku gelê xwe biparêzin. Em bangwaziya hemû jin, ciwan û gelê xwe yê azadîxwaz dikin ku erka xwe ya dîrokî pêk bînin û tevlî berxwedana rûmetê bibin. parastina ax, gel û dîroka xwe, parastina rûmeta me ye.
Ev banga me di heman demê de bersiva banga Rêber Apo ya pêşengiyê ye. Em diyar dikin ku em bi dil û can bi gelê xwe yê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re ne, ji bo vê jî di bin navê parastina rewa de em piştgiriya xwe radighînin. Bila berxwedana me berxwedana jiyanê be, ne teslîmkariya ji dagirkeran re be. Me ji Mazlûm, Sakîne û Elî Çîçek mîrateya berxwedanê girt û emê ji bo parastina rûmeta gelê xwe bikin.”
Meş bi teqezkirina bilindkirina têkoşînê bi dawî bû.