Gelê Binarê Qendîlê: Rojava ne bi tenê ye
Li gundê Seweysî yê li ser Binarê Qendîlê, di civînek de hat destnîşankirin ku gelê Kurd ji bilî îradeya xwe û çiyayên xwe ji tu hêzek alîkariyê hêvî nake û hat diyarkirin ku ew ê bi bedêla canê xwe destkeftiyên li Rojava biparêzin.
Binarê Qendîl- Li gundê Seweysî yê li ser Binarê Qendîlê ku wekî "navenda berxwedanê" tê zanîn, bi beşdariya gelek lêkolînerên civakî, civînek ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin. Civîn bi sernavê "Li dijî Dagirkeran" hate destpêkirin û ji bo bilindkirina ruhê berxwedanê hat lidarxistin.
Di civînê de, êrîş û komkujiyên li ser jin û zarokan ji aliyê dewletên dagirker ve hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku gelê Kurd ji bilî îradeya xwe û çiyayên xwe ji ti hêzek alîkariyê hêvî nake. Beşdaran aşkera kirin ku ew ê bi bedêla canê xwe destkeftiyên li Rojava biparêzin.
Di civînê de Şwane Bayz ku mamosteyek e nûnertiya gelê Seweysî û Qendîlê dike, gotarek pêşkêş kir û di derbarê polîtîka û êrîşên li dijî gelê Kurd de agahî da.
‘Rojava ne bi tenê ye û em êrîşên li dijî jin û zarokan qebûl nakin’
Di axaftinan de, êrîşên li dijî jin û zarokan ku ji aliyê dewlet û çeteyan ve tên kirin, bi tundî hatin şermezarkirin. Mamoste Şwane got: “Em gelê Qendîlê, her tim parêzvanên rûmeta ax û neteweya xwe bûne û em ji vir radigihînin: Rojava ne bi tenê ye. Em amade ne ku bi can û xwîna xwe piştgiriyê bidin gelê xwe û em ê planên wan pûç bikin.”
‘Di dîrokê de dostên me tunene’
Di beşek din a axaftina xwe de, nûnerê gelê Binarê Qendîlê rexne li rayedarên herêmî kir û wiha got: “Kurd gelekî aştîxwaz bûn, lê di seranserê dîrokê de, cîranên me (Ereb, Tirk û Faris) li banga me ya dostaniyê xiyanet kirin û kêr li pişta me xistin. Ji ber vê yekê, ji bilî îradeya me û çiyayên me ne dost û ne jî piştgiriyek me heye.”
Peyamek berxwedanê û netirsiya ji mirinê
Beşdarên civînê her wiha peyamek bê tirs dan û wiha gotin: “Bila dagirker baş bizanin ku rola Qendîlê ne tirsandina ji mirinê ye, rûbirûbûna bi her mirinê bi rûmet e da ku welatê me û netewa me biparêze.”
Civîn bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bimre dagirkerî û xayîn” û silavên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.