Li kampên bajarê Surê piştî fermana valakirinê pêla koçberiyê dest pê kir
Piştî hişyariyên lezgîn ji aliyê hêzên Îsraîlê ve ku ji niştecihên bajar û kampên Filistînê û herêmên derdora wê daxwaz kirin ku bi lez vala bikin, bajarê Surê şahidiya pêleke nû ya koçberiya ber bi Seyda heya bakurê Lubnanê ve dike.
Lubnan – Herêmên başûrê Lubnanê yek ji demên herî teng û bi guman dijî, ji ber êrîşên Îsraîlî yên zêde bi hezaran kes neçar man malên xwe bihêlin û ber bi herêmên hundir ên Lubnanê yên bi ewletir ve biçin. Her wiha bi berfirehbûna qada hedefgirtinê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve yên li ser navçeyên niştecihî, kampên Filistînî û gundên derdora wê, pêla koçberiyê zêde bû.
Di nîvê şevê de koçberiya bi hezaran mirovan…
Bajarê Surê ji seatên dereng ên şevê ve bi pêleke nû ya koçberiyê re rûbirû ye. Gel berê xwe dide Seyda û herêmên derdora wê heya bakurê Lubnanê. Ev pêla koçberiyê piştî hişyariya lezgîn a ku hêzên Îsraîlê derxistin û ji niştecihên bajar û kampên Filistînî û herêmên derdora wê daxwaz kirin ku bi lez derkevin. Her wiha bi nexşeyek ku herêmên dike armanc xwe diyar kiriye çêbû. Demek berê bajarê Surê nêzî heft hezar koçberan ji gundên El-Qedai pêşwazî kiribû, îro ji bajarekî ku penaber lê bi cih dibûn; bûye cihê destpêka koçberiya ber bi nediyariyê ve, tirs û xof belav bûye.
Sê kampên mezin li bajarê Surê hene
Li bajarê Surê sê kampên sereke yên Filistîniyan hene. Kampa El-Reşîdiyê ya herî mezin e û li başûrê bajarê Surê ye. Tê texmînkirin ku dehhezaran kes lê dijîn. Di sala 1936’an de hatiye avakirin û ji kevintirîn kampên Lubnanê ye. Kampa El-Bes dikeve destpêka deriyê başûrê Surê û çend hezar niştecih tê de dijîn. Bi nêzikbûna xwe ya cihên dîrokî û kevneşopî tê nasîn. Li kampa Burc El-Şemalî ya ku dikeve Rojhilatê bajarê Surê, gelek penaber di şert û mercên jiyanê yên herî zehmet de dijîn.
Ev kamp û kampên El- Meişûq û Cel El- Behr, tevî niştecihên din ên bajarê Surê, tevger û pêleke mezin a koçberiyê, di bin şert û mercên herî kêm, bê temînat û ewlehiyê de dijîn.
Ji hejmarên telefonên biyanî ji niştecihên bajarê Surê xwestine bajar vala bikin
Tevgera koçberiyê bi vekirina ji hemarên biyanî yên telefonê ji Îsraîlê ve dest pê kiriye. Kesên ku geriyane ji niştecihên Surê û derdora wê xwestine bi lezgînî derkevin û ber bi bajarê Seyda ve biçin.
Ji ber pêla koçberiyê ya zêde û hatina gel bi wesayîdên xwe û barkirina tiştên xwe, tevgera trafîkê li ser riyên serekr qelebalixiyeke zêde dijî. Di dema ku hestên tirsê ji ber dubarebûna senaryoyên berê yên koçberiyê zêde dibin di nav şeveke giran û fermana valakirinê de, malbat bi lez malên xwe dihêlin û bajarek ku heta duh jî penaberan xwe dihewand, îro bûye rawestgehek nû di rêwîtiya koçberiyê de.