Behar Munzir: Em ê têkoşîna Yenar Mihemed bidomînin
Endama Rêveberiya Tora 8’ê Adarê Bihar Munzir têkildarî kuştşna Yenar Mihemed got: “Yenar Mihemed ji bo parastina mafên jinên Iraqê ji Norwecê hat Bexdayê lê ji aliyê kesên tarî ve hat kuştin. Em ê têkoşîna wê bidomînin.”
HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Di 2’ê Adarê de çalakvana siyasî û seroka Rêxistina Azadiya Jinan Yenar Mihemed di encama êrîşek de li ber deriyê mala xwe ya li Bexdayê hat kuştin. Bertekên li dijî kuştina Yenar Mihemed her diçe zêde dibin. Endama Rêveberiya Tora 8’ê Adarê Bihar Munzir têkildarî kuştina Yaner Mihemed ji ajansa me re axivî.
‘Armanca terorîstan tirsandina çalakvanên jin e’
Bihar Munzir diyar kir ku Yaner Mihemed piştî rejîma Baasê rûxiya, ji bo parastina mafên jinên Iraqê bi nasnameya Kanadayê li Iraqê ku welatek jinkuj û mêrsalar e dijiya û got: “Yenar Mihemd rojane der barê kolekirina jinan, zewaca di temenê biçûk de, tundî, amûrkirin û pêkanînên li ser jinên Êzidî dixebitî. Li Iraqê li dijî Zagona Cehferî têkoşiya, rola wê ya diyarker di hişyarkirina civaka Iraqê de hebû. Dema xwe ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê amade dikir, hat kuştin. Terorîstan bi vê kuştinê xestin peyam bidin çalakvanan. Rojek beriya were kuştin di civîna çapameniyê de çalakiyên 8’ê Adarê û rewşa jinên Iraqê nirxand. Wisa bû ku dihat şopandin. Li ber deriyê mala xwe hat kuştin. Armanca terorîstan tirsandina çalakvanên jin e lê belê çalakiyên me berfirehtir dibin û jin wê têkoşîna xwe ya bidestxistina mafên xwe bidomînin. Yenar Mihemed sembola 8’ê Adarê ye û çalakiyên ku em li dar bixin em ê diyarî ruhê wê bikin. Li Bexdayê nerazîbûnên li dijî kuştina Yenar Mihemed hatin astengkirin. Divê dengê jinan bibe yek, da kes nikaribin rêgiriyê li têkoşîna jinan a wekheviyê bikin.”
‘Beriya 22 salan min Yenar nas kir’
Bihar Munzir têkildarî têkiliyên xwe yên bi Yenar Mihemed re da zanîn ku têkiliya wê di sala 2003’an de li Norwecê dema endama Rêxistina Azadiya jinan bû çêbûye û got: “Beriya 22 salan ez bi Yenar re xebitîm, di rêxistina li bajarê Norwecê de. Piştî rejîma Baasê rûxiya, di sala 2005’an de me bi hev re semîner li dar xist. Di semînerê de me behsa rewşa jinan piştî rûxîna rejîma Baasê kir. Piştre me çend caran serdana rêxistinên Norwecê kir. Beriya çend salan Iraqê destûr neda rêxistina wan. Rêgirî li kar û çalakiyên wan kir. Ji bo wê me kampanyayên piştevaniyê da destpêkirin, me bi riya civînên çapemeniyê piştevaniya xwe diyar kir. Yenar Mihemed ji ber vê piştevaniya me gelek kêfxweş bû. Her wiha ji bo xebatên xwe yên der barê mafên jinan de xelata Refto ya Norwecê girt.”
‘Jinek wêrek bû’
Bihar Munzir di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Pêwendiyên me berdewam dikirin. Têkoşîna me ya hevpar û bi hev re her dem domiya. Bi hev re em li hemberî hemû astegiyan disekinîn. Ji ber wê me çalakvanek azad û wêrek winda kir. Em ê çalakiyên xwe yên ji bo cezakirina kujerên Yenar Mihemed bidomînin. Lê belê ew kesên xwedî fikrên kevneperest, li dijî jinên azadîxwaz disekinin û jinên azadîxwaz, çalakvan û rojnamevanan dikujin. Li dijî van êrîşan û kuştinê em ê xebatên xwe yên wekhevî û azadî bidomînin. Wê ev terorîst tu caran nikaribin dengê jinan bibirin.”