Gavên biçûk mîrateyên mezin: Zarokên Kobanê çanda xwe diparêzin

Zarokên li navenda Çand û Huner a Kobanê di Koma Şehîd Delîla ya zarokan a govendê de cî digirin, gotin ku ‘Çanda govendê mîrasa nasnameya gelan e’ û bang li hemû zarokan kirin ku parastina çanda xwe bikin.

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê – Mirovahiyê heta roja îro bi gelek rê û rêbazan hebûn, nasname û çanda xwe ji bişaftin û qirkirinê parastiye. Bi taybetî di vî warî de bi destanan, çîrok, dengbêjî û gelek awayên din hewl daye. Govend jî yek ji rêbazên sereke ye ku li aliyekî folklor û çanda gelan berz dike û di heman demê de weke şêwazeke parastin û zindîhiştina çand û nasnameya xwe bikar tînin.

Li bajarê Kobanê yê kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelek govendên resen xwe didin der. Navendên Tevgera Hîlala Zêrîn û Çand û Hunerê, bi avakirina komên govendê yên zarok, ciwan, jin û dayîkan têkoşîneke çandî ya parastin û pêşxistina govendê dimeşînin.

Koma zarokan a Ş. Delîla

Li Navenda Çand û Hunera Baqî Xido ya Kobanê, Koma Şehîd Delîla ya zarokan balê dikşîne. Koma ku ev 4 meh in hatiye avakirin, bi cil û berg, tevger û govendên xwe, muzîk û rengên xwe tabloyeke bêhempa ta çand û hunera resen a Kobanê çêke.

Li ser vê mijarê rêvebera beşa govendê ya navenda çandê Dilvîn Mihemed ku di heman demê de mamosteya Koma Şehîd Delîla ye û bi xwe jî endama komê ye, ji ajansa me re axivî. Dilvîn got ku “Koma me, ya Kobanê ye. Ji bo naskirin û parastina çandên herêmên din jî em zarokan fêrî govendên hemû herêmên xwe yên Kurdistanê dikin.”

‘Govend bala zarokan dikşîne’

Koma Şehîd Delîla ku ji 35 zarokan pêk tê, heta niha beşdarî gelek festîval, şahî û çalakiyan bûye. Dilvîn Mihemd diyar kir piştî ku ev zarok di gelek çalakiyên de derketine ser dikê û govenda xwe nîşan dane, gelek zarok bi bandor bûne û ew jî tevlî nava komê bûne. Dilvîn destnîşan kir ku jixwe ev taybetmendiya zarokan heye ku ji çand û hunerê yekser bi bandor dibin, ew jî vê yekê di tevahî beşên xwe yên hunerî de dibînin.

‘Govend yekîtiya folklor çand û nasnameyê ye’

Dilvîn Mihemed destnîşan kir ku govend ne tenê rêbazeke xwehejandinê ango anîna ziman a kêfxweşiyê ye û wiha berdewam kir: “Nirxandina govendê bi rengekî hêsan şaş e, govend ji bo me şêwazeke girîng û bi wate ya parastina çanda me ya resen e. Em bi riya govendê cil û berg, muzîk, huner û nasnameya xwe jî didin naskirin. Ji bo vê jî govend qadeke berfereh a danasîn û parastina çandê ye.”

‘Parastina çandê bi zarokan pêkan e’

Di dawiyê de Dilvîn Mihemed girêdayî avakirina komên zarokan ên govendê got: “Em bi vê gavê dixwazin nifşeke têgihîştî, zana û bi çanda xwe ve girêdayî ava bikin. Ji bo vê jî ketina zarokan a nava govendê biryareke rast û bi wate ye. Jixwe gelek endamên me yên komên govendê yên ciwan hene ku ji zarokatiyê destpê kirin û niha jî di ciwantiya xwe de berdewam dikin.”

Hezkirin û meraq bû sedema tevlîbûna koma govendê

Zîlan Mihemed a 12 salî ku endama Koma Şehîd Delîla ye, diyar kir ku meraq û hezkirina ji hunerê, ew bi koma şehîd Delîla re civandiye û wiha got: “Dema ez derdikevim ser dikê û bi hevalên xwe re govendê pêşkêş dikim, gelek kêfxweş dibim û coşeke mezin bi min re ava dibe. Ji bo vê jî min ji zarokatiyê destpê kir lê niyeta min a berdewamkirina gerandina govendê jî heta mezinbûnê heye.”

Zîlanê bang li zarokan kir û wiha got: “Ez ji zarokan re dibêjim; li şûna ku hûn bi tiştên vala re mijûl bibin, dema xwe li kolanê û bi telefonan derbas bikin, werin tevlî nava koma me bibin û em bi hev re govendê bigerînin.”

Hem li dibistanê hem jî di govendê de serketî ye

Dîrok Henîfî ya 13 salî diyar kir ku hezkirina govendê ji malbata wê tê û hestên xwe wiha anî ziman: “Xwişk û birayên min ên mezin di nava komên govendê de ne, ji bo vê jî naskirin û dilsoziyek min jî bi vê beşê re çêbû, min berê xwe da koma şehîd Delîla.” Dîrok ji ber hezkirina xwe ya mezin ji govendê re tekez kir ku ew hem di xwendina xwe de serkeftî ye û hem jî di govendê de.”

Dîrok bilêv kir ku planên wê yên beşdarbûna komên govendê yên ciwanan jî heye û wiha bidawî kir: “Hinek zarok tên cem me û piştî demeke kurt komê berdidin. Ez bi xwe vê yekê şaş dibînim, divê mirov dema ku ji tiştekî hez kir, bike û bi pêş bixe. Ji bo vê jî ez ê bi xwe di Koma Şehîd Delîla de bimînim û dema mezin bibim jî derbasî komên ciwanan bibim.”