Fîlîz Budak: Em ji bo hemu erkên Rêber Apo bide me amade ne

Hevseroka Meclîsa Gel a wargeha penaberan Mexmûrê Filîz Budak da zanîn ku bi salan e li dijî polîtîkayên qirkirinê têkoşîna wan didome, têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk jî got: “Em ji hemu erkan re amade ne.”

Mexmûr – Rêwîtiya wan a ber bi Başûrê Kurdistanê ve, ne ji bo serî tewandinê bû. Ew li pey doza rewa ya gelê Kurd bûn. Ev 31 sal in penaberên Mexmûrê li hember zilm, zordarî, êrîş, xiyanet û planên qirkirinê li berxwe didin û têkoşîna xwe didomînin. Ew bûne sembola berxwedan û têkoşînê di dîroka gelê Kurd de.

Bi deh hezaran koçberên bakurê Kurdistanê piştî polîtîkayên qirikirinê ku di sala 1990'an de ji aliyê dewleta tirk ve li ser wan hatine meşandin, neçarî penabertiyê bûne. Rêwîtiya wan di sala 1994'an de destpêi kir û berê xwe dan başûrê Kurdistanê. Ew li 7 herêman di navbera bakur û başûr de di nav 4 salan de bicîh bûn, ji wargehekê koçî wargehek din dibûn. Heta ku herî dawî li wargeha Mexmûr a Rûstem Cûdaî bicîh bûn û berxwedana xwe heta vê kêliyê bi îsrar, têkoşîn û bi hêviya vegera li ser xaka welat, didomînin. Wargeha penaberan a Rûstem Cûdî (Mexmûr) li quntara çiyayê Qereçox a di nav sînorên navçeya Mexmûr a girêdayî parêzgeha Mûsilê de ye.  

Hevseroka Meclîsa Gel a wargeha Mexmûrê Filîz Budak derbarê sedema koçberbûna gelê bakurê Kurdistanê, zehmetî û zordariyên ku di rêwîtiya xwe de dîtine de û derbarê berxwedana xwe ya ku didomînin de ji ajansa me re axivî.

'Gelê Botanê li hember êrîşên qirkirinê penabertî pejirand'

Filîz Budak bal kişand ser polîtîkayên qirkirin û tunekirinê yên ku gelê Botanê di sala 1990'an de pê re rûbirû mane ku di encamê de gel neçarî koçberiyê bûne û wiha dest bi gotinên xwe kir: "Gelê ku li wargeha penaberan a Rûstem Cûdî dijîn, xelkê Botana bakurê Kurdistanê ne ku di navbera salên 1990 û 1994'an de bi polîtîka û êrîşên qirkirin, îmha û tunekirinê yên dewleta Tirk re rûbirû mane. Di encama van êrîşan de bi qasî 4 hezar û 500 gund hatin şewitandin, wêrankirin û bi darê zorê niştecihên wan hatin penaberkirin. Ji ber vê yekê berê rêwîtiya xwe dane başûrê Kurdistanê. Di wê pêvajoyê de fikir û îdeolojiya Tevgera Azadiyê bi pêşengiya Rêber Apo xwe di nav şaxên civakê de belav kiribûn. Bi armanca ku gel û fikrên azadiyê ji hevdû qut bikin, Kurdistanê ji Kurdan vala bikin û nasnameya vî gelî winda bikin, ev polîtîka dan destpêkirin. Nêzî 16 hezar nifûs ji Bakurê Kurdistanê penaber bûn."

Zehmetiyên di rêwîtiyên penabertiyê de

Filîz Budak qala pêvajoya rêwîtiya penabertiyê ya gelê Botanê kir û wiha got: "Di vê penabertiyê de penaberên Botanê li 7 wargehan bicîh bûn wek Bihêrê, Şeraniş, Bêrsîvê, Geliyê Qiyametê, Etrûş, Nînova û Nehdaran. Di 7 wargehên koçberiyê de gel rûbirû bi êrîş û neqebûlkirinê re diman. Ji ber vê her di rêwîtiya penabertiyê de bûn, ji wargehekê koçî wargehk din dibûn. Dewleta Tirk bi hevkariya PDK'ê xwest ku bi van polîtîkayan zextê teslîmbûnê li ser penaberan ferz bikin, loma dihatin koç kirin û hedef girtin. Di nav 4 salên destpêkê yên koçberiyê de nêzî 50 penaber ji hêla PDK'ê ve hatin kuştin, çadirên penaberan hatin wêrankirin û şewtandin. Ev zextên ku PDK'ê dimeşand bi destê dewleta Tirk bûn. Di encama van zextan de û ji ber ku teslîmbûn qebûl nekir, di sala 1998'an de gel koçî xaka Başûrê Kurdistanê bûn û li Mexmûrê wargeha penaberan a Rûstem Cûdî bicîh bûn."

Li wargeha Mexmûrê bicih bûn

Filîz Budak derbarê zehmetî û şertên koçberiyê ku li wargeha Rûstem Cûdî de xwe dane der, her wiha rêxistinbûna gel li hember van kêşeyan axivî û wiha li gotinên xwe zêde kir: "Bi bicîbûna penaberan a li wargeha Mexmûrê re, carek din zor û zehmetî, şert û mercên koçberiyê xwe ji nû ve ava kirin. Zehmetiya herî dijwar a li Mexmûrê xwe da der, dûrbûna ji xaka welêt bû. Di her kampekê de ku gelê Botanê lê diman rêxistina xwe ava dikirin û xwe birêve dibirin. Ev jî hiştiye ku penaber heta niha li berxwe bidin. Her wiha di nav şert û mercên penabertiyê de zarokên xwe bi derfetên kêm hînî nivîsandin, xwendinê dikirin û ew perwerde dikirin. Ji sala 1994'an heta 1998'an tevî ku penaber cihên xwe nêzî 7 caran diguhertin, lê terka rêxistinbûna xwe nekirin. Gel di wê baweriyê de bûn ger rêxistin nebe wê belav bibin û ger belav bibin wê di nav polîtîkayên dewletê de werin tunekirin. Ji bo parastina hebûn û nasnameya xwe rêxistinbûn hewcedariyek mezin ditîtin."

Zor û zehmetiyên ku penaber dikşînin

Filîz Budak tekez kir ku ji bo domandina jiyana xwe penaber bi mirinê re rûbirû diman û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di 7 wargehên koçberiyê de gel mirî û hezkiriyên xwe li şûna xwe dihiştin, ku heta niha nikarin serdana wan bikin. Penabertî bi xwe zehmetiya herî mezin e. Ji bo damandina jiyana xwe, bi mirinê re rû birû ne. Dema ku miletê dixwest nan û pêdîviyên jiyanê ji zarokên xwe re peyda bike, ji aliyê hêzên PDK'ê ve dihat kuştin. Tevî ku wargeha penaberan wargehek sivîl e jî, bi êrîşên çekdarî re rûbirû dimîne. Wargeha Mexmûrê ji destpêka avakirina wê de û heta vê kêliyê bi zextên dewleta Tirk, rêgiriya PDK'ê û niha bi zextên hikûmeta Iraqê re rûbirû ye. Di heman demê de sala 2014'an bi êrîşên DAIŞ'ê re jî rûbirû man. Ji ber ku wargeha Mexmûrê wargehek rêxistinkirî ye û Kurdên wê nasnameya Kurdiyetiyê diparêze, ew her bi êrîş û gefan re rûbirû dimîne."

'Li Mexmûrê berxwedan bê sînor e'

Filîz Budak da zanîn ku penaberên wargeha Mexmûrê ku 31 sal in têdikoşin û berxwedana xwe li dijî êrîşkaran didomînin bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Filîz Budak wiha got: “Em hêz û îradeya xwe ji Rêber Apo û pakrewanên azadiyê digrin. Li ser şopa wan dimeşin û berxwedana xwe 31 sal in bê navber û dudilî dewam dikin. Li Mexmûrê derveyî berxwedanê her tişt sînordarkirî ye, lê berxwedan bê sînor e.”

'Sînor û têgeha penabertiyê bi ser neketin'

Filîz Budak tekez kir ku di nava şertên koçberiyê de herî zêde zarokan zirar dîtine û wiha pêl da gotinên xwe: "Di nava salên penabertiyê de herî zêde zarokan zirar dît. Zarok, ji mafên xwe bê par man. Her wiha zarokên ku di rêwîtiya penabertiyê de jidayîk bûne, bi hesreta welat û dîtina wê ne. Lê dîsa jî ev zarokên ku çavên xwe li wargehan vekirine bûn şoreşgerên welatê xwe û di parastina xaka xwe de canê xwe feda kirine. Ciwanên wargeha Mexmûrê bê dudilî berê xwe dan cenga azadiyê û li Bakur, Rojavayê Kurdistanê cihê xwe di nav eniyên şer de girtin û gihîştin asta şahadetê. Sînor û têgeha penabertiyê ku dijmin xwestiye di kesayeta me de ava bike, bi ser neket. Ev jî xwe dispêre perwerde û xwe rêxistinkirinê."

'Li hember zehmetiyan hewcedarî bi bilindkirina têkoşînê heye'

Filîz Budak destnîşan kir ku wargeha Mexmûrê li hember hemû êrîşên qirkirinê berxwedana xwe bilind dike û wiha got: "Digel êrîşên dewleta Tirk, rêgiriya hikûmeta herêma Kurdistanê PDK'ê ya ji sala 2019'an ve û ji Nîsana 2025'an ve jî rêgiriya hikûmeta Iraqê yên li ser wargeha penaberan a Mexmûrê didomin jî, berxwedana gel bi ser ket. Di heman demê de bi polîtîkaya ku nasnameya penaberan nû nakin. Li hember astengî û zehmetiyên ku tên jiyîn, pêwîstî bi têkoşîn û îradeyek xurtir heye. Êrîş û rêgiriyên ku tên ferzkirin hêza têkoşînê xurttir kirin û dilsoziya gel a bi rêxistinbûnê re zêdetir kirin. Dîsa jî gel di nav wargehê de dibistan û paymengehên xwe bi zimanê dayîkê ava kirin, pergala perwerdehiyê xurt kirin û mamosteyên wê ji zarokên civaka xwe ne. Pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku stûna bingehîn a projeya Netewa Demokratîk e li wargehê hatiye bicîhkirin. Ev jî pûçkirina polîtîkayên qirkirina penaberan nîşan dide."

'Rêber Apo ji bo me hêz û îrade ye'

Filîz Budak bal kişand ser name û peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gelê Mexmûrê re û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rêber Apo di nameya xwe de diyar dike ku Mexmûr yek ji stûnên bingehîn ên têkoşîna azadiyê ye. Ev jî encama berxwedana 31 salan e. Her wiha em hewl didin daxwaza wî ya geşkirina wargehê di warê jiyanî de pêk bînin. Em çolê vediugherînin cihê jiyanê û bi xwezayê dixemilînin. Gel bi keda destê xwe jiyanê li wargeha Mexmûrê şîn kir. Em jî pêvajo Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo ji bo çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn û pêşgirtina li şer daye destpêkirin, piştevaniya wê dikin. Ji bo her erkek û mîsyonek ku Rêber Apo pêşkêşî me dike em amade ne. Bi têkoşîn, rêxistinbûn û xebata xwe pêwîst e em vê ser bixin û vê sedsalê bi azadiya Rêber Apo, gelê Kurd bi taybet a jinan tacîdar bikin."