Fatma Reş: Sembola hêza biryardariyê
Dîroka gelan gelek deman bi qehremanên wan tên bîranîn. Fatma Reş di sedsala 19’an de wek sembola cesareta bê hempa ya gelê Kurd derketiye pêş. Lê belê îro ev mîrasa dîrokî, tê berûvajîkirin û hewl tê dayîn ku li dîroka netew-dewleta Tirk were zêdekirin.
HÊVÎ SELAH
Silêmanî – Fatma Reş yek ji sembola berxwedan û cesareta jinên Kurde. Di sedsala 19’an de yek jî fermadarên leşkerî yên balkêş ên herêmê bû, fermandariya bi sedan siwariyan kiriye û li dijî împaratoriya Roman şer kiriye û dengek mezin vedaye. Dîroka Kurd tije jinên di demên zor de çek hilgirtine, xak û nasnameya xwe parastine.
Fatma Reş ku wek Xanima Kurd tê nasîn, di 1850’an de piştî hevjînê xwe winda dike dibe rêvebera eşîrê û di şerê Kafkas de rolek girîng lîstiye. Dîroknasên biyanî wê wek di civaka eşîrtiyê de derketiye pêş û di meydana şer de jinek bi heybet a siwarî tînin ziman. Di demek ku Osmanî li beramberî Rusan lewaz bûne de, li herêmên Mereş, Sêwas û Erziromê hêzek 500 kesî kom dike, bi şertên fermandeya serbixwe û şerê bi cilên Kurdî diçe Stenbolê û hemû balê dikşîne ser xwe.
Fatma Reş sembola hêza biryara Kurdane
Di çapemeniya demê ya Ewropa de, bi taybet di Illustrated London News a dîroka 1854’an de bi heyrantî behsa Fatma Reş dikin û wek ‘Jina Kurd’ tê pênasekirin. Rojname diyar dike ku ew bi cilên Kurdî li ser hesp li pêşiya artêşa xwe pêşte diçe û bi hezaran mirov ji bo wê bibîne daketine kolanan.
Fatma Reş ne tenê şervaneke, di heman demê de dîplometek bi bandor bû. Ji Sultanê Osmanî Abdulmecîd, destûra ku hêzên Kurd serbixwe şer bikin digre. Qebulkirina şertên xwe, hêza îradeya Kurdan nîşan dide. Redkiribû ku artêşa wê beşdarî yekîneyên Osmanî bibin û şertê şerê bi cilê Kurdî danibû holê. Ev rewş ji bo Ewropiyan temsîla figura jinek ku bi şervanên mêr re tu ferqek wê nîne bû.
Ev rastiya dîrokî, di roja meya îro de, wek mijarek ku Tirkiyeyê ne razî dike derdikeve pêş. Ji ber ev figur îsbatek girînge ku Fatma Reş Kurde. Bi fugura ‘Kara Fatma’ a Tirk ku di salên 1920’an de derketiye holê re tu eleqeye xwe nîne. Di dîtbariyên 1854’an de Fatma Reş bi temamî bi cilên Kurdî cih girtiye û çapemeniya nevnetweyî bi eşkere îfadeya ‘The Kurdish Lady’ bi karaniye.
Fatma Reş bi awayek zanabûn tên tevlîhevkirin
Lê di roja meya îro de Fatma Reş, ji nasnameya Kurd hatiye qutkirin û hewl tê dayîn wek qehremanek a neteweya Tirk were nîşandan. Bi vê armancê, bi Fatma Seher ku nêzî piştî 70 salan derketî holê û di şerê rizgariya Tirk 1919-1923’an de cih girtî bi awayek zanabûn tê tevlîhevkirin. Ji xwe Fatmaya Kurd figurek di 1854’an de ji koka Mereş an jî Sêwasê ye, Fatmaya Tirk piştî wê gelek deman derketiye ser dika dîrokê. Medyaya Tirk vê berûvajîkirinê bi rêbazên cûda dike. Mînak dema behsa Kara Fatma ya di 1920’an de dike, dîtbariyên Fatma Reş a 1854’an bi kartîne. Du kesên cûda wek yek fîgur nîşan didin. Di rêzefîlman de karekter bi cilên Osmanî û an jî leşkerî yên nûjen ên Tirk dide naşandan. Halbûkî bi temamî çavkaniyên Ewropa, bi eşkere diyar dikin ku Fatma Reş bi cilên Kurdî, kum û xencerê çûye qada şer.
Rêya herî bi bandor a li dijî vê berûvajîkirina dîrokî
Divê dizîna dîrokî de, rêbaza herî bi hêz, vegera çavkaniyên bê alîne. Di sala 1854’an de rojnameyek li Parîs an jî Londra dihat weşandin bikaranîna îfadeya ‘The Kurdish Princess’ (Prensesa Kurd), belgeyek ku tu vegotinên dîrokî nikare vê yekê ji nedîtîve were. Fatma Reş beriya ku Tirkiye bibe netewe-dewlet, nasnameya xwe Kurd bi dinyayê daye nasîn.
Ji ber vê, ji bo parastina Fatma Reş û dîroka qehremanên din ên Kurd, ne tenê bi vegotinan, pêwsîtî bi medya û stratejiya neteweyî ku bi zimanek bi hêz ê roja îro pêşkêş dike heye. Tirkiye dikare pirtûkên xwe yên dîrokî biguhre, lê belê nikare arşîvên Londra, Parîs û New Yorkê jê bibe.
Divî alî de hinek gavên şênber
Belge û dîtbariyên aîdî 1854’an ku bi Ingilîzî û Fransî behsa Xanima Kurd dike, bi înfografîkan û bi zimanên cûda yên dinyayê were belavkirin.
Bi heyîkirina çavkaniyên navneteweyî yên bê alî, bê bandorkirina dezenformasyonê.
Cûdakirina du Fatmayan
Gavek din a girîng, cûdahiya ‘cote Fatma’ bi awayek net derbixin holê. Ferqa di navbera Fatma Reş a Kurd a 1854’an û Fatma Seher a di salên 1920’an de, li ser temen, erdnîgarî, cil û armancên şer de bi awayek vekirî were vegotin. Ev anîna berhev bi taybet dema di medyaya djîtal de bê belavkirin, dikare li pêşiya tevlîhevkirina van navan de bigre.
Dîrok tenê bi nivîsê nayê parastin
Parastina dîrokê, tenê bi vegotina nivîsînê ne gengaze. Huner jî parçeyek girîng a vê pêvajoyê ye. Ji ber vê, hunermend û sînamegerên Kurd, divê derberê Fatma Reş de belgesel û anîmasyonan hilberînin, bi taybet bal kişandina ser cilên Kurd û rêgezên ayîdê herêma Mereş-Sêwasê gelek girînge. Ger wêneyê dîroka rast di zîhnê nifşên nû de cih bigre, dê bandora vegotinên sexte kêm bibe.
‘Jina Kurd tu caran serî na tewîne’

Aktivîsta mafê jinan Zulfan Xerîb derbarê dîroka Fatma Reş de ji ajansa mere axivî û diyar kir ku jina Kurd ji dîrokê ve di qadên şoreş û siyasetê de rolên girîng lîstine û got: “Jin ne tenê beşdarî têkoşînê bûne, dem dem bûne rêveberên eşîran û rolên pêşeng lîstine. Di nivîsên dîrokê de rola jinên Kurd qasî pêwîst cih negirtiye, lê belê şopên wan di arşîvan de bi eşkere tên dîtin. Fatma Reş di sedsala 19’an de wek lîderê eşîretê bi sedan şervanan re di çeperên herî pêş de cih girt. Ev jî mînaka herî ber çavane. Lê belê hinek dîroknasên ku hatine Rojhilata Navîn, bi taybet bal kişandine ser cesareta jina Kurd û ji jinên gelên din cûda kirine. Di roja meya îro de, jinên Kurd li seranserî dinyayê rolek balkêş lîstine. Li Rojava têkoşîna ku li dijî DAIŞ’ê hatî dayîn, li Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên ku bi diruşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bilind bûye û tevgerên din ên civakî yên li qadên din mînakên vêne. Jinên Kurd ne tenê di şer de, di parastina çand, ziman û nasnameyê de rola diyarker lîstine. Parastina cilên gelerî parçeyek a berxwedana vê çandê ye.”
Peyama ji bo jinan
Zulfan Xerîb di dawiya axaftina xwe de hêviyên xwe yên derberê pêşeroja tevgerên Kurd de anîn ziman û got: “Ez diwê hêviyê deme di salên bê de jin di pozîsyonên hê bi bandor û bi hêz de cih bigrin. Bi taybet di mekanîzmayên biryargirtinê de hêz zêdetir temsîl di aliyê pêşketina civakê de gelek girînge. Divê tevgerên jinan ên her çar aliyê Kurdistanê di kongreya neteweyî de werin ba hev û wê ev ji bo pêşeroja gelê Kurd gavek gelek bi hêz be.”