1’ê Gulanê li Îranê: Ked, şer û tercîhên siyasî

1’ê Gulanê li Îranê nikare tenê wekî rojek ji bo daxwaza mûçeyên bilind bê dîtin. Ew di heman demê de rojek protestoya li dijî du diyardeyên wêranker temsîl dike: "şer" û polîtîkayên ku bi zanebûn rêyên pêşîgirtina li pevçûnan asteng dikin.

PERŞENG DOLETYARİ

Navenda Nûçeyan- 1’ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê, di salnameya dinyayê de rojek hesab pirsînê ye. Rojeke hejmartina bedenên ku aboriyê li ser lingan dihêle, lê belê dema siyaset dikeve krîzekê, yê destpêkê dibe qurban jî cardin karker û kedkar in. Rojek ku destên fabrîqe, rê, perav, maden û bajaran ava dikirin tê bîranîn, lê belê di dema krîzan de kes ji wan napirse ‘Hun ji dayîna vî bedelî razî ne an na?’

Felsefeya 1’ê Gulanê ev e. Beşa karkeran, her tim xeleka dawî ya zîncîrên biryaran, xeleka yekem a zincîra ku dike qurban e. Roza Luxemburg beriya sedsalan hişyarî dabû. Sazûmaniyên siyasî û aborî ji bo di demên krîzê de li ser lingan bimînin, şeran hildiberînin, an jî jiyana civakî didaqûrtînin. Li gorî fikrê wê şer ne tenê pev çûnên bi daranin, desthilat maliyeya hebûna xwe li beşên xwarê bar kiriye û kêliya ku ew kirine mertalên neserkeftina xwe.

Bi milyonan karker têdikoşin

Ji ber vê 1’ê Gulanê ne tenê roja daxwaza mûçeyan e, roja îtîraza li dijî mekanîzmayên jiyana karakeran kirîza sotemeniya siyasetê ye jî. Îsal ev rastî, li Îranê bi awayek eşkere û tund derket holê. Bi milyonan karker, li dijî ji derveyî mûçeyên kêm, peymanên bê ewle, enflasyona bê kontrol û nearamiya kronîk, bi encamên şerên ku dikare pêşî lê were girtin re têdikoşin. Ev şer ne tenê encama êrîşên ji derve ye, berhema rageşiyên ku bi salan kom bûne, polîtîkayên derve û redkirina muzakereyan e jî.

Ya rast ew e ku şer li çeper destpê nekiriye, berê di odeyên siyasetê de destpê kiriye. Îhtimalên lihevkirinê, pencereyên dîplomasî û hişyariyên derbarê ji hal xistina civakî li cihê ku navê ‘berxwedanê’ red kirî destpê kir. Beriya ku fuzeya yekem were avêtin, Îran di rasteka siyasî de winda kir. Tercîh kir ku diyalog vegerîne pevçûnê, aqil vegerîne kelecana îdeolojîk, berjewendiyên civakê vegerîne pêşandana hêzê.

Kedkar bedêl didin

Lê wek ji dîrokê heta niha, yên ku krîzê ava dikin bedêlê wê nadin. Ên ku muzakereyan red kirine, nan ji sifreya wan kêm nabe. Ên ku rageşiyê zêde dikin derdê wan ê kirê nîne. Ên ku dibêjin ‘berxwedana bi lehengî’ îro ne di rêzên rûn, derman û nan de ne. Bedêla wê dîsa karker didin.

Di vegotinên fermî de, şer bi sîren û teqînan destpê dike. Ji bo karkeran şer hê zûtir destpê dike. Roja ku fabrîqe sîparîş negrin, kêliya ku dema ji karderxistin destpê dike, demên buhayê nan û derman her hefte zêde dibin. Şer ji bo xizanan, beriya hilweşînê sekinîna jiyanê ye. Îro ya ku li Îranê tê jiyîn ev e. Di debar û derfetên kar de hilweşînek kûr çêbûye. Qadên petrol, petrokîmya, hesin, maden, perav û xwegihandinê vegûherîne navenda krîzê.

Girtina fabrîqeyekê ne tenê sekinandina hilberînê ye, qutbûna demarê jiyana bi hezran malbat e jî. Girtina madenekê, bi hezaran avahî dûrî debarê dikin. Derengketina peravekê, ne tenê bazirganiyek kedkarên rojane jî disekinîn e. Derxistina ji kar pêl bi pêl belav bûye. Mînak li fabrîqeya tekstîlê ya Borucerd ji nêzî 800 karkeran 700 kes bê kar mane.

Keda karkeran tune dibe

Bi salan muzakere wek ‘lawazî’ hate pêşkêşkirin. Jixwe ne serkeftina dîplomasî, hê gelek dem derbas nebûyî vedigere windahiya nanê gel. Ger beriya şer muzakere hatiba cidîgirtin, ger kêmkirina rageşiyê wek parastina jiyana civakê bihata diyarkirin, îro di vê astê de ev hilweşîn nedihat jiyîn. Encam li holê ye:

Bi sedhezaran serlêdanên bêkariyê, bi milyonan karên hatine windakirin û debara hatî sekinandin.

Hannah Arendt, kêliya ku mirov ji bo mekanîzmaya desthilatê bûne ‘hebûnên bê nirx’ vedibêje. Îro beşa karkeran a Îranê, bi awayek xeter ber bi vê xalê ve hatine kişkandin. Êdî keda karkeran nayê xwarin, tê halê tunebûnê, bêdeng dibe û dûr dixe û an jî vediguhere nifûsa zêde.

Beşa ku her tim bedêlên biryarên mezin dide

Beşa karker a Îranê, beriya şer di bin sînorê xizaniyê de bû. Lê belê şer ev rewş vegerand felaketekê. Êdî pirsgirêk ne tenê bac û enflasyone, sekinîna hilberînê, hilweşîna hêza kirinî, xelaya derman û widabûna hêviyên pêşerojê ne jî. 

Îro karker ne tenê yên keda wan tê xwarin in, derfeta fikirîna pêşerojê jî winda dikin. Nizane dê fabrîqeya wî/wê vekirî be an were girtin. Nizane dê kirêya xwe bide an na. Nizane dê dermanê zarokê xwe bibîne an na. Şer ne tenê malan, pêşerojê jî hildiweşîne.

Ji ber vê îsal 1’ê Gulanê ne tenê roja daxwazan e. Di heman demê de roja îtîraza li dijî polîtîkayên şer û pêşîlêgirtina rêyên şer e jî. Karker ne tenê bombe, qurbanên îhmalbûna aştiyê ne jî. 

Berxwedana ku ji sifreyên vala tê daxwazkirin, êdî ne dilpakiyek e, ferzkirina êşek rêxistinî ye. Di vê 1’ê Gulanê de divê bi vekirî were gotin, karkerên Îranê bedêla şerek ne hilbijartî didin. Bedêlê aştiyek ku cidî nehatî girtin dan û niha jî wê bedêlên ji nû ve avakirin û enflasyonê bidin.

Li vî welatî biryarên mezin ji jor tên girtin, xirbeya wê dikeve xwarê. Û di bin wê xirbeyê de, wek her demê dîsa destpêkê karker dimînin. Hê bi destên xwe yên dixebitin, her roj bi sifreyên valatir, pirsa “çima her tim ew bi keda xwe bedêla siyasetê dide?” dikin.