Dêrsim: Keçên winda û hevrûbûna nehatî pêkanîn

Çîroka jin û zarokên keç ên di komkujiya Dêrsimê de hatine hedefgirtin hê ronî nebûye. ‘Keçên winda’ ne diyariya aqubeta xwe di parêze, jinên ku bîrê dihilgirin daxwaza edalet û hevrûbûnê zindî dihêlin.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan – Tevî bi deh salane li ser komkujiya Dêrsimê re derbas bûye, barên herî giran ên dîrokê hêja herî zêde jin dihilgirin. Ev hilweşîna mezin ku ketiye pêşiya qeydên fermî, ne tenê windahiyên canî, jiyanên hatine qutkirin, zarokên hatine sirgunkirin û tiştên ku jinan jiyan kirin ku hewl dihat dayîn şopên wan werin jêbirin, bêdeng bûne. Bi taybet aqubeta jinên ku wek ‘keçên winda’ dihat zanîn, tevî salên derbas bûye hê ronî nebûye, ev rewş kêmaniya hevrûbûnê bi awayê herî bi bandor derdixe holê.

Tiştên li Dêrsimê hatiye jiyîn, ne tenê komkujiyek bû. Di heman demê de şikestinek pir tebeqe ku hewl dida ji bîra jinan jê bibe bû. Jin divê pêvajoyê de hem bûn hedefa rasterast a tundiyê, hem jî wek hilgirên bîra civakê xwestin bêdeng bikin. Tevî vê jî, ên ku tiştên hatine jiyîn ji nifşan re gotin û zimanê berxwedanê parastîn dîsa jin bûn. Îro her şahidiya ku tê vegotin, her lorîn û her anîna bîrê, nîşan dide ku ev bêdengî qet temamnebûye.

Jinên hilgirên jiyan û bîrê

Jinên Dêrsimê, ne tenê şahidî di heman demê de di cihê ku berxweda, bawerî û nasnameyê di parêzin de bûn. Jina ku di baweriya Elewî de wek hilgirê jiyanê di hat dîtin, divê şikestina dîrokê de, yek ji hêza bingehîn ku bîra civakê li ser lingan dihêleye. Ev jinên ku di nava şer, sirgun û tune hesibandinê de  hebûna xwe parastî, îro wek kilîla hem hevrûbûnê raboriyê û hem jî avakirina ji nûve pêşerojê derdikeve pêş.

Komkujiyek wek wê nehatî dîtin

Di erdnîgariya Kurd û Elewî de, jiyanek azad didoma, li Dêrsimê ji aliyê hemû desthilatan ve ku wek bajarek ku sefer kirî û serkeftin bi dest nexistî, di salên 1937-38’an de yek ji komkujiyên herî mezin ku li Tirkiyeyê hate pêkanîn. Navê ‘Tertele’ li komkujiyê kir.

Ji hemû eşîrên li Dêrsimê xwestin ku çekên xwe radestî dewletê bikin. Piştî vê di 25’ê Kanûna 1935’an de ‘qanûna derbarê îdareya wîleyeta Dêrsimê ya hejmar 2884’ derxist, tevgera ‘tedîp’ û ‘tenkil’ da destpêkirin. Bi qanûna Dêrsimê (Qanûna Tuncelî), navê bajar bi fermî hate guhertin. Bi biryara Lijneya Wezîran a dîroka 4’ê Gulana 1937’an; li gorî qeydên fermî 13 hezar kes, li gorî qeydên ne fermî nêzî 70’ê hezar mirov hatin qetilkirin. Wek qirkirinek ku ji bo tunekirina irq û baweriyê, hate bi navkirin. Li gorî daneyên fermî 11 hezar û 818 kes sirgunî rojava hatin kirin. Lê belê hinek çavkanî diyar dikin ku ev hejmar hê zêdetire.

Jin û zarok hatin hedefgirtin

Jina ji baweriya Elewî, di her qadê jiyanê de xwedî cihek girîng û pîroze. Rola di parêze û dide jiyîn digre. Jin ne tenê wek dayîk, wek kesên hilgirê aqil, wijdan û bîra civakê, di şekildayîna vê baweriyê de bi bandorin. Zanyariyên Elewiyê û nirxên wê ne tenê ji bapîran, di heman demê de ji fikir, ked, sûda jinan ji nifşan re radigihîne. Ji ber vê yekê jin û zarokên keç di komkujiyê de hatin hedefgirtin.

Tundiya ku di komkujiyê de derketiye holê, tenê bi polîtîkayên irq û baweriyê sînordar nebû. Her wiha di komkujiyê de qirkirina zayend hate jiyîn. Jin rasterast bû hedefa tundiyê. Jin rastî îşkenceyên neyên texmînkirin hatin, rastî êrîşa zayendî hatin. Bedenê wan ên bê ruh jî îşkence dîtin. Tiştên hatine jiyîn wek ‘der mirovî’, ‘wehşet’ hatin vegotin.

Zarokên keç ên hatine qutkirin

Li gel komkujiyê, rastiya zarokên keç ên ji malbatên wan hatine qutkirin bi dehan salan hatin axaftin. Piştî Tertelê, zarokên keç bi zorê ji malbatê wan hatin qutkirin û dan leşkeran. Hinek jê jî li dibistanên razanê hatin bicihkirin. Zarokên keç ji kokên wan hatin qutkirin berbi asîmîlasyonek bê rehm ve birin. Lêgerîna malbatan a zarokên wan û hewldana dîtina wan hema bêje bi nifşan dewam kir. ‘keçên winda yên Dêrsimê’ bû navê şînek ku tu caran xilas nebe. Tiştên zarokên keç ên hatine windakirin jiyan kirine, vegotinên ji wê demê heta roja meya îro, gelek rastî derxist holê.   

‘Ki dijî bila rabe’

Şahida komkujiyê Eşliye Çiçe ku di sala 2023’an de jiyana xwe ji dest dayî tiştên jiyan kiribû wiha anîbû ziman:

“Hemû kes kom kir û birin bênderê. Li wêderê çekên bi makîne danibûn û hemû kesê da ber qêran ên reviyan hebû. Ên min nas dikirin zarokên xwe veşartin rizgar bûn. Jin û mêr cûda kirin û jêre gotinê emê we bibin çiya û wêneyê we bikşînin. Em birin çiya em zarok bûn em digiriyan, em birçîbûn, me nan û av dixwazt, hinek leşker li ber mede derbas dibûn û digiriyan, hinek jê bi veşartî av û nan da me. Dayîka min ez xistim nava lingê xwe de, birayê min jî xist ber sînga xwe ser zik xwe dirêj kir em wisa veşartin. Striyek bi pişta min ket, min ew bi destê xwe derxist, ya din dema min bi destê xwe derxist destê min bê tevger ma, ji wan ve ez mirîme û çûn. Dema bû şev, jinek ciwan hat dida ber qêra digot leşker çûn, ki dijî bila rabe. Em li Hopîk (Çiyayê Spî) qetil kirin, me miriyên xwe bi cilên wan nas dikir ên ku digotin em leşkeriyê dikin ‘me na kujin’ jî birin û qetilkirin.”

‘Qêrînên zarokan hê di guhê min deye’

Axçê Nîne (Emîne Kullahçî) ku di pêvajoya komkujiyê de li gundê Xecîriye hatî dinê û di navbera 6-7 salî debû û di 2020’an de jiyana xwe ji dest dayî tiştên hatî jiyîn di bernameyek a televizyonê de bi van gotinan anî ziman:

“Hemû tişt tê bîra min, eşîretên Demanan û Haydaran kom kirin, anîn gundê me. Gotin fermanek hatiye. Gotin eşîreta Alan cûda bikin. Em ji wan cûda kirin. Sê malbatên ji eşîra Alan ê ji gundê Çixur lê zêde kirine û birin minteqeya Kertê Mazgirî. Û di serdana Qirxlerû de li wêderê hemû qetil kirin...girseyek gelek qerebalix a ayîdê eşîreta Demenan û Haydaran qetilkirin, qêrînên zarokan hê di guhê min deye.” 

‘Qada gund wek baxçeyê cenazeyan bû’

Fatma Bayraktar jî yek ji şahidên komkujiyê bû. Ew jî tiştên hatiye jiyîn wiha anîbû ziman:

“40 siwarî leşker hatin gundê me. Beriya komkujiyê çend rojan çek kom kirin. Bavê min jî çek radest kir. Piştî wê me bihîst ku ji gundan dest bi komkirina hemû kesan kirine. Bi sedan gundiya li Demîrkapi kom kirin.  Em zarok, jin û keç me xwe spart daristanê. Ên ne reviyane kom kirin makîneyek mezin û çekan anîn beramberî wan. Ji nişkave ew dan ber guleyan. Ewqas mirov hatin kuştin, qada gund wek baxçeyê cenazeyan bû.

Mîço Axa ji aliyê leşkaran ve hate kuştin. Du keçên wî yê gelek bedew hebûn. Navê yekê Naciye, navê ya din jî Xatun bû. Herdu xwişk porên wan dirêj, zer û çavê wan bi reng bûn. Bedewiya wan destan bû. Li ser navê wan stran dihat gotin. Serpel ew anîn beramberî xwe got ‘yek ji we min qebul bikin ezê canê we bi bexşînim.’ Çok bi keçan dabû danîn. Li ser vê rabûn û destpêkê li hev mêze kirin. Piştre gotin ‘we bavê me, malbata me û eşîra me kuşt. Ger em bibin ên te bila xwîna me jî bikeve nav xwîna malbata me.’ Li ser vê yekê serpel herdu xwişk da ber guleyan. Piştî bi mehan dema leşker çûn cenazeyê wan hate dîtin. Porên wan ên zer, ketibû nava xakê.”

Ev rûpelên dîrokê nayê girtin

Îro tevî ewqas salên derbas bûye, şopên tiştên li Dêrsimê hatine jiyîn hê nehatine jêbirin. Ev bîra ku jin dihilgirin, ne tenê wek êşek a ayîdê demboriyê, di heman demê de daxwaza edalet, heqîqet û hevrûbûnê jî spartgeha herî bi hêz ava dike. Heta aqubeta ‘keçên winda’ neyê eşkerekirin, qirkirina cins a hatî jiyîn û bi berpirsyartî hevrû nebûyî ev dîrok nayê girtin. Îro têkoşîna jinan, ne tenê bi bîrxistina demboriyê ye, di heman demê de wek têkoşîna pêkanîna edaleta civakê û ji bo heman êş neyê jiyîn heqîqetê heyî bike didome. Tam ji ber vê yekê, îro hê li ser van xakan jin tu deman dev jî berxwedanê bernadin.