Ermen û Kurdên Til Temirê ji bo seferberiya Helebê amade ne
Jinên Ermen û Kurd ên Til Temirê li dijî êrîşên çeteyên cîhadîst yên HTŞ’ê li ser taxên Kurdan gotin: “Em amade ne ku tevlî seferberiyê. Çawa ku şerê gel ê şoreşgerî di Kobanê û Tişrînê de biser ket, wê li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê jî biser bikeve.”
SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Çeteyên cîhadîst yên HTŞ’ê ji 6’ê Çileya îsal ve li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê êrîşên pir dijwar û komkujiyan pêk tîne. Di êrişan de 13 welatî jiyana xwe ji dest dan bi sedan kes birîndar bûn. Êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk û berxwedaniya Hêzên Ewlekariya Hindur û ş3eniyên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê di roja 5’emîn de didome. Li dijî êrîşan, gel û Hêzên Ewlekariya Hundirîn biryara domandina berxwedaniyê dan û banga seferberiyê kirin. Ji gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bersiva bangê hat dayîn û gelan gotin “Em ji bo seferberiyê amade ne.”
Ermen û Kurdên li Til Temirê jî li hember êrîşan helwestên xwe anîn ziman.
Êrîş qirkirina Osmaniyan a li dijî Ermeniyan tîne bîra me

Endama Buroya Siyasî ya Partiya Yekîtî ya Ermenî Sîlda Sîmon êrîşên cîhadîstên HTŞ’ê ku bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker çêdibin şermezar kir. Sîlda Sîmon got ku ev êrîş, domandina siyaseta qirkirina netew û pêkhateyên civaka Sûriyeyê ne û wiha domand: “ Êrîşên ku îro li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê gelê Kurd hedef digrin, qirkirina Osmaniyan a li dijî gelê Ermenî ya di sala 1915’an de tîne bîra me. Dema ku xwest nasnameya gelê Ermen qir bike û nikarîbû.”
‘Gel û jinên Ermen ji bo piştgiriya gelê Kurd amade ne’
Sîlda hevgirtin û piştgiriya gel û jinên Ermen a bi gelê Kurd ê li taxên Kurdan yên li ber xwe didin re ragihand. Sîlda da zanîn ku ew jî ji bo seferberiyê amade ne û wiha got: “Em amade ne ku îro li dijî binpêkirin û komkujiyên li dijî gelê Kurd çêdibin serî rakin û li dijî zilma ku tê kirin, dest bidin hev. Em ji yên destpêkê ne ku em ê banga seferberiya a ku gel bang kirî, bicîh bînin.”
‘Êrîş li ber çavên cîhanê pêk tê’

Eyhan Yûnis jî balkişand ser bêdengiya dinyayê ya li hember van êrîşên qirkirinê û gazinên xwe anî ziman. Eyhan Yûnis diyar kir ku li ber çavên dinyayê komkujiyên ku gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê rû bi rû dimînin çêdibin û tê zanîn ku kî van êrîşan dike. Eyhan nerazîbûna xwe bi gotina “Em tu carî qetilkirina jin û zarokên Kurdan qebûl nakin û li dijî van êrîşên qirkirinê helwesta me heye” nîşan da.
‘Êrîş ne erdîngarî ye biqasî qirkirina nasnamê ye’
Eyhan da zanîn ku êrîşên li ser taxên Kurdan tên kirin, ne êrîşên li dijî erdîngariyek in, bi qasî êrîşên qirkirina nasnameya Kurdî ne. Eyhan tekez kir ku wê paş ve gav navêjin û wiha domand: “Çawa ku hêzên me biryar dan ku gel û taxan bi domandina berxwedaniyê biparêzin, em jî bi wê biryardariyê beşdarî domandina berxwedaniyê dibin. Rêya ku em tê de dimeşin, rêya serkeftin û azadiyê ye, ji bo wê ye ku ev 14 sal in em bedêl didin. Kobanê û Bendava Tirşînê mînakên serkeftinê ne, wê Şêx Meqsûd jî wiha be.”
Eyhan bang li Kurd ên li cîhanê û parzemînan dijîn bang kir ku rabin ser piyan her wiha bang li saziyên navneteweyî kir ku komkujiyên tên kirin rawestînin û xwedî li mafên mirovan derkevin.
‘Ev berxwedan hêz dide me’

Nûhat Şindî jî li ser bandora berxwedanê ya li ser wan sekinî û wiha got: “Berxwedana li Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Benî Zeyd tê nîşandan, hêz dide me ku parek me jî di vê berxwedaniyê de hebe.”
Nûhat li ser girîngiya piştevaniya di navbera gelan de sekinî. Nûhat her wiha ji bo beşdariya seferberiyê amadebûna xwe anî ziman û wiha got: “Em di serkeftina berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de bi biryar û amade ne.”