Eniya Jinên Başûr ji bo Rojava bang kir
Eniya Jinên Başûr bang li gelê Kurd, welatparêz, mirovahî û bi taybetî jinan kir ku li dijî êrişên li ser Rojava û konseptên tunekirinê yên li ser gelê Kurd xwedî helwest bin.
Navenda Nûçeyan- Eniya Jinên Başûr li dijî êriş û metirsiyên komên çeteyên dewleta Tirk li ser gel û xaka Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya Eniya Jinên Başûr wiha ye:
“Jinên Kurd û şervanên di salên borî de bi berxwedan û bedelên bêhempa dikaribûn hebûn û hêza xwe ji cîhanê re bidin îspatkirin û bibin sembola lehengî û qehremaniyê. Di têkoşîna li dijî teror û dagirkeriyê û bi berxwedana xwe dikaribûn hêza hovane ya weke DAIŞ’ê têk bibin.
Îro jî carekî din û bi plana bavê DAIŞ’ê Erdoganê faşîst û xwînrêj, ji bo ku dîsa jinan û gelê Kurd qir bike û komkujiyê li ser gelê me pêk bîne, bi navê cuda dîsa çeteyên xwe berdane ser Sûriyeyê û bi taybetî Rojavayê Kurdistanê.
‘Îro bi hezaran kes di bin metirsiya jenosîdê de ne’
Îro bi hezaran jin û zarok û pîr û ciwanên Rojavayê Kurdistanê di bin metirsiya komkujî û jenosîdê de ne. Ji bo ku em, gelê me û cîhan careke din nebin şahidên komkujî û jenosîdeke din li ser gelê me, pêwîst e gelê me û mirovahî û bi taybetî jin û azadîxwazên cîhanê xwedî helwest bin û dakevin kolanan û rê li ber vê planê bigrin, komkujiya li ser gelê me pûç bikin.
‘Ji bo pêşîgirtina li dagirkerî û komkujiyan divê em cîhanê bihejînin’
Em weke Eniya Jinên Başûr bang li hemû partiyên siyasî, rêxistinan, kesên rewşenbîr û pêşengên civakê dikin ku dengê xwe bilind bikin. Eger em niha dengê xwe bilind bikin, kolanên cîhanê bihejînin û wan planên ku îro li ser Rojavayê ne pûç bikin; em ê bikaribin plan û tevgerên li ser her çar parçeyên Kurdistanê pûç bikin. Her wiha berevajî vê yekê ger em nikaribin van planan pûç bikin, wê sibê hemû Kurdistan rûbirûyê vê hovîtî, komkujiyê bibe û jenosîdeke mezin li ser gelê me bê kirin.
Her kes û alî çi bîr û baweriyeke cuda hebe jî divê em hemû wan daynin aliyekî, bikevin tevgerê ji bo parastina xwişk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê. Her deng, çalakî û alîkariyek ji bo hilweşandin, pûçkirina van plan, metirsî, hovîtiya Erdogan û çeteyên wî gaveke pir mezin û girîng e. Em jî weke Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê soz didin, bi her awayî em ê hewl bidin bibin dengê jinan û gelê me yê Rojavayê Kurdistanê.”