‘Em jin û civaka Êzidî bi jenosîdên nû re rûbirû nin’
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), nameyekî pêşkêşî civîna CEDAW’ê kir. Di nameyê de TAJÊ bal kişand ser rewşa jin û civaka Êzidî û bi taybetî rewşa jinan li seranserî Îraqê û hişyariya “Metirsî heye ku Êzidî carekî din li Şengalê rastî jenosîdek nû wer
Navenda Nûçeyan – Peymana Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Rakirina Hemû Cureyên Cudakirina li Dijî Jinan (CEDAW) di sala 1979’an de hate pejirandin û di sala 1981’an de ket meriyetê. CEDAW peymana bingehîn a mafên jinan e û dewletan mecbûr dike ku bi awayekî çalak û pêşketî cudakirina li dijî jinan rakin û hevgirtina rastîn a jin û mêran bicîh bînin. Komîteya CEDAW’ê ku ji pisporên serbixwe pêk tê, pêvajoya raporkirinê ya dewletan di bin çavdêriyê de digre, têbînî û pêşniyarên fermî dide û rolekî bingehîn di berpirsyarkirina dewletan de dilîze. CEDAW’ê, di navbera 1 û 5’ê Sibata îsal de li Cenevreyê civîna xwe lidar xist. Li ser navê jinên Êzidî berdevka sîwana jinên Êzidî ya Ewropayê Nûjîn Guney beşdarî civînê bû. TAJÊ ku Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ), Yekîtiya Jinên Êzidî Rojava (YJÊR) ye, bi piştgiriya rêxistinên jinên Êzidî yên li Ermenîstan û Moskovayê, nameyek ji bo civîna CEDAW’ê şand.
‘Li Îraqê di rewşa jinê de guhertinek erênî çênebûye, berovajî wê rewşa jinan xirabtir bûye’
Di destpêka nameya ji bo civîna jinan a CEDAW’ê de hemû beşdar bi rêzdarî hatin silavkirin û wiha hat gotin: “Me dixwest ku em jî bi we re amade biban. Lê belê ji ber rewşa welat û herêma em lê jiyan dikin û hinek pirsgirêkên teknîkî, em nikaribûn werin. Me di 25’ê Kanûna 2024’an de li ser rewşa jinan a li welatê Îraqê raporek ji 6 rûpelan, pêşkêşî CEDAW’ê kiribû, ji aliyê we ve jî ev rapora me hatibû pejirandin. Di vê raporê de me gelek mijarên girîng anîbûn ser ziman. Em di vê nameyê de carek din destnîşan dikin ku li Îraqê di rewşa jinê de guhertinek erênî çênebûye, berovajî wê, rewşa jinan xirabtir bûye.”
‘Di destûr û qanûnên Îraqê de mafê jinan tuneye’
TAJÊ bi bîr xist ku di rapora xwe de behsa mijarên qanûnî jî kirine, her wiha guhertina di destûra Îraqê de, di madeya qanûna rewşa kesî de ku jin û zarokan eleqeder dike, kirine û wiha domand: “Par tevî hemû nerazîbûn û hewildanên jinên Îraqê di aliyê qanûnî, siyasî û civakî de ev qanûn hat guhertin û di perlamantoya Îraqê de hate pejirandin. Li Îraqê bi pejirandina guhertina qanûna rewşa kesî re êrîş, bê mafî û şideta li ser jin û zarokan hat qanûnî kirin û rewa kirin. Bi vê rengî rê li ber pir zewacî û zewaca zarokan heya dawî vekir. Di nava destûr û qanûnên welatê Îraqê de yek qanûn girêdayî mafê jin û zarokan nîne. Di nava mal, kargeh û kolanan de bi sedan jin rastî şideta derûnî û fîzîkî tên. Jinên ku rastî şidetê tên ku gilî bikin jî, li dadgehê mafê wan nayê parastin. Mêrek dema jina xwe, an jî xwişka xwe, yanî jinek nêzî xwe bikuje, bi feraseta ku namûsa xwe parastiye nayê cezakirin.”
‘Tirsa ku Êzidî carekî din li Şengalê rastî jenosîdek nû werin heye’
TAJÊ destnîşan kir ku di mijara spor, hûner û qadên din yên jiyana sosyal de cihê jinê tuneye û wiha pê de çû: “Di van qadên me rêz kirin de piranî mêr tê de hene. Projeyek ku bikaribe van qadan ji bo jinan veke, tuneye. Bi salan e hem li welatê Îraqê û herêma em lê jiyan dikin şer nesekiniye û her tim pevçûn dewam dikin. Salek zêdetir e li Sûriyê ku cîranê Îraqê ye, hikûmetek DAIŞ’î anîne ser desthilatê. Di sala derbasbûyî de gelek komkujiyên mîna ya 3’yê Tebaxa 2014’an de anîn serê civaka me ya Êzidî, li dijî civaka Elewî, Dûrzî û herî dawî Kurd û Êzidiyan komkujî pêk anîn. Ev komkujî zêde dibin û dewam dikin. Ev rewşa li Sûriyeyê, bandorek mezin li ser Îraqê dike. Bi taybetî bandorek xirab li ser rewşa Şengalê ku li ser sînorê Sûriyeyê ye dike. Metirsî heye ku Êzidî carekî din li Şengalê rastî jenosîdek nû werin.”
‘3 hezar jin, zarok û mirovên Êzidî hîn dîlgirtî ne û çarenûsa wan nayê zanîn’
TAJÊ ragihand ku di rapora ku pêşkêş kirine de, bal kişandibûn ser rewşa jinên Êzidî yên ku di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de dîl ketibûn destê çeteyên DAIŞ’ê, ji ber heta niha nêzî 3 hezar jin, zarok û mirovên Êzidî hîn dîlgirtî ne û çarenûsa wan nayê zanîn. TAJÊ da zanin ku li gorî agahiyan dihat zanîn ku hejmarek mezin jinên Êzidî yên dîlgirtî li kampa Holê, Idlib û derverên din yên Sûriyê ne û ev tişt hatin gotin: “Di salên borî de bi hezaran malbatên DAIŞ’ê ku ji Îraqê ne, ji kampa Holê derbasî Îraqê kirin. Di nava van malbatan de bi qasî em dizanin hejmarekî jinên Êzidî yên dîlgirtî jî hene. Lê belê ji aliyê dewleta Îraqê û saziyên peywendîdar yên li Îraqê ti hewildana lêgerîna li wan jinên winda nîne. Jinên Êzidî yên di nava malbatên DAIŞ’ê de ji ber tirsa jiyan dikin nikarin nasnameya xwe eşkere bikin. Di şerê dawî yê li Sûrî de Kampa Holê ji aliyê çeteyên HTŞ’ê ve deriyê kampê hate vekirin û kamp belav bû. Em weke jinên Êzidî pirs dikin, bi hezaran jinên Êzidî yên di nava malbatên DAIŞ’ê de bûn piştî kamp vala bû bi ku ve çûn û çarenûsa wan çiye? Em vê pirsê di civîna parastina mafê jinan a CEDAW ji UN dikin.”
‘Em jin û civaka Êzidî rû bi rûyê jenosîdên nû ne’
TAJÊ bi bîr xist ku beriya 11 salan civaka Êzidî jenosîda 74’an jiyan kiriye û wiha domand: “Di rewşa heyî a şer de ku li Îraq û Sûriye bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê ji zîndanan serbest têne berdan, şaneyên veşartî serî radikin, dîsa mestirsiya jenosîdên nû li ser me civaka Êzidî li Şingal û deverên din yên Îraqê jiyan dikin heye. Piştî efûya giştî li Îraqê 25 hezar çeteyên DAIŞ’ê yên ku jenosîd li ser civaka Êzidî çêkirin, serbest hatin berdan. Di rojên dawî de 7 hezar çeteyên DAIŞ’ê ji Sûriyeyê derbasî axa Îraqê kirin. Li herêma em lê jiyan dikin bi sedan şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hene. Bi kurtasî li welatê Îraqê bi 100 hezaran DAIŞ’î yên serbest berdayî hene, planên qirêj hene, wê carekî din DAIŞ li Îraqê serî rake. Ger pêşiya van xeteriyan neyê girtin wê jenosîdên mîna 3’yê Tebaxa 2014’an de dûbare bên jiyankirin. Wê carekî din jinên Êzidî bibin hedef û rastî kiryarên derveyî ehlaqê mirovahiyê werin. Em li vir bi şêwazekî vekirî dibêjin û balê dikşînin, em weke jin û civaka Êzidî rû bi rûyê jenosîdên nû ne.”
TAJÊ diyar kir ku di welatekî ku her tim şer pevçûn û komkujî hene, mirov nikare qala mafê jinan, zarokan û civakan bike. TAJÊ got ku berî her tiştî divê welatekî aram û bi ewle hebe heta ku mirov karibin jiyan bikin û wiha domand: “Di Îraqê de, welatê em lê jiyan dikin bi hezaran DAIŞ’ê hene, her roj xeteriyên komkujiyan zêde dibin. DAIŞ beriya her kesî dijminê jinan e. Cîhanê dît jinên Êzidî li Şengalê di sala 2014 an jenosîd jiyan kirin. Ji ber wê em dibêjin hemû jinên Îraqê ji hemû pêkhateyan di nava xeteriya jenosîd de ne.”
‘Bila komîteyekî parastina Êzidiyan bê avakirin’
TAJÊ bang li we hemû jinan kir ji bo pêşîgirtina li jenosîd û qirkirinên nû bi erk û berpirsiyariyên xwe rabin û ev daxwaz kirin: “Her wisa em daxwaza lêgera li jin, zarok û mirovên Êzidî yên dîlgirtî dikin. Em daxwaz dikin komîteyek jin girêdayî UN’ê bê ava kirin ku bikaribin bi vê erkê rabin. Em ji UN’ê daxwaz dikin fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bi fermî weke jenosîd nas bikin. Herî dawî ji bo parastina civaka Êzidî ji jenosîdên nû, em daxwaz ji aliyê UN’ê dikin ku qanûnek bi navê ‘parastina Êzidiyan ji jenosîdan’ bê derxistin.”