Di Rojhilata Navîn de şer berfireh dibe

Komîseriya Bilind yê Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ji ber şerên li Rojhilata Navîn hejmarê koçberên li Lubnan û Îranê zêdetir bûye û ji cavaka navnetewî xwest ku alîkariya lezgîn bidin koçberan.

Navenda Nûçeyan – Şerê di navbera Îsraîl- DYE yê li dijberî Îranê her diçe berfireh dibe. Her wiha ji ber berjewendiyên tekakesî û aborî ev şer belavî her devera li Rojhilata Navîn dibe, rojane ragêşiyên leşkerî, birîndar, kuştî, wêrankirin û talan zêdetir dibe. Herî zêde jî jin û zarok di vê şerê de rûbirûyê felaketên mezin tên.

Şerê Îsraîl-DYE yê li dijî Îranê di roja xwe ya 27’an de bi tundî dewam dike, ev şer jî bû sedema koçberbûna bi milyonan kesan.

Komîserê Bilind yê Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî bang li civaka navnetewî kir û eşkere kir ku ji ber şerê li Rojhilata Navîn rûdaye, bi milyonan kes koçber bûne her wiha pêwîstiya wan bi alîkariya lezgîn heye.

‘Nêzî 4 milyon kes koçber bûne’

Komîseriyê diyar kir ku: “Ji bo çareserkirina krîza penaberên Îran û Lubnanê alîkariyek kêm hatiye dayîn. Her wiha ji ber şerê li Rojhilata Navîn nêzî 3.2 milyon kes li Îranê neçarî koçberiyê bûne. Li Lubnanê jî zêdetirî 1 milyon kes koçber bûne ku ev hejmar dike ji sedî 17’yê niştecihên Lubnanê ye.’’

Komîseriyê diyar kir ku rewşa gel û koçberan ji ber krîzên heyî her ku diçe kûrtir dibe û pêwîstî bi destewerdaneke lezgîn heye.

Cardin Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA bi raporekê bîlançoya 24 saetên dawî ya şerê Îsraîl-DYE yê li dijî Îranê ya Rojhilatê Kurdistan û Îranê parve kir.

’90 êrîş li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêk hatin’

HRANA ragihand ku di nava 24 saetên borî de li ser 13 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, herî kêm 90 êrîş pêk hatin, di av wan de 23 baregehên leşkerî, baregehênmuhafizên şoreşê, navendên hêza Besîc, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, bîrên neftê û qadên enerjiya atomî yên Îranê bûn hedefa van êrîşan.

‘Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 9 welatî hatin kuştin’

Li gorî daneyên ku di rapora HRANA de hatine parvekirn, di encama êrîşên 24 saetênde li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 9 welatiyên sivîl hatin kuştin û 18 welatî jî birîndar bûn. piraniya êrîşan jî li ser Esfehan, Hurmizgan, Tewrêz, Xorasanî Rezewî û Faris pêk hatin.

‘217 zarok li Îranê hatin kuştin’

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku li gorî bîlançoyên ne fermî, ji destpêka şerê Îsraîl-DYE yê li dijî Îranê heta duh li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, hezar û 464 welatiyên sivîl hatina kuştin ji 217 zarok in.