Li Efganistanê dema duyem ya xwandinê bêyî mamosteyên jin dest pê dike

Bi destpêkirina dema duyam ya xwendinê re bi milyonan keç ji ber Talîbanê nikarin perwerdeya xwe bidomînin û dibistanên li Efganistanê bi kêmbûna mamoste û xwendekarên jin re rû bi rû ne.

BEHARAN LEHÎB

Efganistan – Îro hikûmeta Talîbanê Roja Perwerdeyê pîroz kir. Li Afganistanê, Newroz bi kevneşopî wekî roja yekem a salê, roja duyemîn weke Roja Cotkaran û roja sêyemîn wekî roja vekirina dibistanên li herêmên sartir tê pîrozkirin. Lê belê, îsal, destpêkirina sala xwendinê di 26’ê Adarê de ji aliyê Talîbanê ve hat ragihandin.

Bi milyonan zarokên keç, tevî yên ku par di pola şeşan de bûn, ji berdewamiya perwerdeya xwe bêpar in û mîna bi milyonan kesên din, neçar in di nava çar dîwarên malên xwe de bimînin.

Di vê navberê de, semînerên olî her diçe berfirehtir dibin, ji bo nifşên pêşerojê li Efganistanê pergaleke sînordar û yekdestdar diafirînin. Hejmareke piçûk ji keçan bi bahayê bilind pere didin înternetê ji bo beşdarbûna dersên bi riya onlîne têdikoşin. Hinek ji wan ji bo derbaskirina demê berê xwe didin dibistanên olî lê piraniya wan dibin hedefa zewacên bi zorê.

Hinek malbat, nemaze yên ku li deverên dûr dijîn, neçar in keçên xwe yên biçûk bi mêrên pir mezintir re bizewicînin da ku wan ji Talîbanê biparêzin.


Her kes dizane ku heta desthilatdariya Talîbanê bidome dê nifşek ji perwerdeyê bêpar be

Zêdetirî çar salan e, jin ku nîvê nifûsa Efganistanê ne, bi tevahî ji perwerdeyê bêpar mane. Her çendî gelek jin û keç li deverên cuda yên welat cihên dersên veşartî li malên xwe ava kirine jî ev destpêşxerî nikarin şûna pergalek perwerdeyê ya fermî û birêkûpêk bigrin. Hemû malbat bawer dikin ku heya desthilatdariya Talîbanê berdewam bike, nifşên pêşerojê yên Afganistanê dê derbeyek giran li perwerdeya xwe bibînin û dibe ku ev rewş bi sedsalan baş nebe.

Ji bo ku em bêhtir fêr bibin, me îro serdana çend dibistanan kir. Atmosfera li dibistanan ewqas sar û bêcan bû ku meriv xeyal jî nedikir sala nû ya xwendinê dest pê kiriye. Heta li dibistanên taybet jî hejmara xwendekarên ku qeyd dibin pir kêm bû; ji ber ku cilên yekreng, pirtûk û xercên xwendinê divê werin dayîn û di civakek ku di xizaniyê de dijî, ev lêçûn pir zêde ne.

Li dibistanan mamosteyên jin tunebûn

Em çûn Dibistana Navîn a Şehîd Dagarval Farouk. Ev dibistanek bû ku keçên ji pola şeşemîn mezintir diviyabû perwerdeyê bibînin. Lê belê, xwendekarên jin tunebûn. Mamosteyên jin jî tunebûn. Hema hema li hemû dibistanên ku me îro ziyaret kirin, mamosteyên jin tunebûn. Dema me pirsî çima, wan got ku hikûmeta Talîbanê hê biryarek nedaye ka mamosteyên jin dikarin berdewam bikin an na.

Em çûn mala Mehmûde Gul, mamosteyek li yek ji dibistanên dewletê û got: “Ji destpêka salê de, tenê destûr hat dayîn ku em biçin ji bo îmzekirina belgeyên amadebûnê. Îro, destpêka sala xwendinê hat ragihandin. Hemû mamosteyên jin di demjimêrên dersê de amade bûn. Midûra dibistana me berê jin bû lê êdî destûr nayê dayîn ku ew bixebite û yek ji fermandarên şer ên Talîbanê rêveberiya dibistanê girtiye ser xwe. Ji hemû mamosteyên jin re hat gotin ku piştî îmzekirina belgeyên amadebûnê biçin malê; em ê li benda biryara hikûmetê bin ka jin dikarin berdewam bikin an na."

Her wiha bal kişand ser neçariya ku li hemberî ferzkirinên Talîbanê dijîn û wiha domand: “Em her roj rastî şermê tên. Em neçar in perwerdeya olî ya ku ji hêla Talîbanê ve tê ferzkirin bigrin. Bi mehan e me mûçeyên xwe negirtine. Ez hêvî dikim ku rojek jin serokatiya welat bigrin ser xwe û civaka me bi awayekî baş biguherînin aştî û aramiyê bînin."