Jinên ku bi saetan dixebitin bi gelek zoriyan re rûbirû dimînin

Endama Şaxa Sendîkaya Karkeran û Serpereştiyara Beşa Jinan Leyla Kerîm got ku jinên ku ji bo xebatê diçin malan û xizmeta kesên nexweş û zarokan dikin, rastî tundiyê tên karê karê zêde dikin û mûçeyê kêm digrin.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Tundiya derûnî, civakî û fîzîkî li dijî jinan didome. Jin ji ber karên xwe rastî tundiyê tên. Jinên karker ji bo parastina mafên xwe divê serdana beşa jinan a sendîkaya karkeran bikin da ku bikaribin bi riya qeydkirina navê xwe, mafên xwe biparêzin. Li gorî daxuyaniyeke sendîkayê ya meha Tebaxa 2025’an divê her karker li tevahî şîrketên taybet, mûçeyên wan ji 450 hezar kêmtir nebe. Li gel ezmûnên zêdetir divê mûçeyê karkeran zêde bibe. Jin di dema xebatê de dema nexweş dikevin û destûra dayîktiyê, rastî zoriyan tên. Ev zagon ger xwediyên karan pêk neynin, xwediyên karan rastî cezayên zagonî tên. Divê jinên li tavahî şîrketan bên hişyarkirin, da ku bikaribin li sendîkaya karkeran navê xwe qeyd bikin.

‘Jin di dema xebatê de rastî tundiya fîzîkî û derûnî tên’

Endama Şaxa Sendîkaya Karkeran û Serpereştiyara Beşa Jinan Leyla Kerîm diyar kir ku ev rewşa şer a ku gihîştiye herêma Kurdistanê, bûye sedema xirabûna rewşa aborî, nebûna kar û bêbazariyê û ev rewş bûye sedema qebûlkirina her cure tundî û bêedaletiya li hemberî karkeran û got: “Gelek karkerên jin ji ber rewşa şer û aboriyê berê xwe dane herêma Kurdistanê, neçar mane ji bo debara xwe bikin her karê giran û zor bipejirînin. Tevî giraniya karan, niha karên bê çavkanî zêde bûne. Jin ji bo debara xwe dûrî sendîkayên karkeran û şîrketan li malan weke alîkariya malekê dixebitin. An çavdêriya kesên nexweş, an jî zarokan dikin lê belê li gel vê de jî karên zêde bi wan didin kirin. Ew kesên karker ku bê qeyd in ne di bin çavdêriyên şîrketan û sendîkayên karkeran de ne, bi dilsozî kar dikin û tevî vê rewşê gelek jinan navên xwe li şîrket û sendîkayên karkeran qeyd kirin. Tevî diyarkirina kar li şîrket û malê ê belê xwediyên malan an jî xwediyên şîrketan wan dibin cihekî din ji bo xebatê û karên zêdetir bi wan didin kirin, ji bo karê xwe ji dest nedin bêdengiyê hildibijêrin.”

‘Dikarin bi riya zagonan pirsgirêkên karkerên jin çareser bikin’

Leyla Kerîm da zanîn ku ji bo çareserkirina vê rewşa jinên karker ên di nava malan de dixebitin divê ji bo qeydkirina navên xwe serî li sendîkaya karkeran bidin û got: “Bi armanca qeydkirina nav û pêwendîkirina bi kar û barên civakî û parastina mafê xwe, em weke sendîkaya karkeran, pêwendî bi kar û barên civakî re dikin da ku maf û erkên karkeran bên parastin. Li gel qeydkirina jinên karker, dikarin kesên ku heqaret û destdirêjiyê di dema kar de dikin, radestî dadgehê bikin. Ji ber sendîkaya karkaren, weke malek ji bo karkeran hatiye danîn û sendîkayek cîhanî ye. Çend karan digre nava xwe. Dikare bi riya zagonî pirsgirêkên karkerên jin çareser bike. Sendîkaya karkeran li ba kesên zilm li wan tê kirin e. Çi karker bin çi jî xwediyên kar bin. Bi armanca hişyarkirina karkeran di sendîkaya karkeran û qeydkirina navan de, bi hevkariya yekîneyên ewlehiyê re em bi şîrketên ku jinan girtine kar re dikevin pêwendiyan. Da ku bikaribin çavdêriya karmendên nû yên dikevin kar bikin, navê xwe li gel me binîvîsînin. Piştre bi riya seminer, panel û ragihandinan di medyayan de em welatî û karkeran hişyar dikin. Da ku bikaribin serdana me bikin û bi xwe navê xwe binivîsînin.”

‘Ji bo parastina jinên karker divê li sendîkaya karkeran navê xwe qeyd bikin’

Leyla Kerîm di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Lijneya me ya rêveberî û rêxistinê heye. Dema em serdana cihên kar an jî ofîsan dikin divê lîsteya mûçeyên karmendan bizanibin. Divê ji 450 hezar kêmtir nebe. Her wiha bi riya hejmara pêwendiyan me agahdar bikin. Dikarin ji bo parastina karên xwe navnîşanên xwe nedin. Her wiha divê karkerên jin li her cih û şîrketên ku li wan kar dikin, serdana me bikin da ku bikaribin weke endam kar bikin. Maf û şêwazê xebatê jê re dabîn bikin û wan ji her cure tundiya derûnî û fîzîkî biparêzin.”