‘Em ê bi xebatên xwe xwedî li banga dîrokî derkevin’

Endama radyoya Kobanê FM Stêrvan Cûcû bal kişand ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Em ê bi pênûs û kamerayên xwe bibin dengê rastiyê. Em ê bi xebatên xwe li vê banga dîrokî xwedî derbikevin.”

ÊLVÎN MIHEMED

Kobanê – Di van demên dawiyê de li Tirkiyeyê binçavkirin, girtin û zextên li ser rojnamevanan zêde dibin û gelek rojnamevan bi zextên dewletê re rûbirû dimînin. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gelek rojnamevan bi hincetên cuda tên binçavkirin û girtin. Li kêleka van zext û binçavkirinan maf û azadiya rojnamevanan jî tê astengkirin.

Endama radyoya Kobanê FM Stêrvan Cûcû li hember binçavkirin û zextên li ser rojnamevanan helwesta xwe anî ziman. Stêrvan Cûcû ya ku bi taybetî bal kişand ser banga dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got ku ewê bi xwebatên xwe xwedî li vê bangê derkevin.

‘Rojnamevan di bin zextan de dixebitin’

Stêrvan Cûcû di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Di van demên dawiyê de bi taybet li Bakurê Kurdistanê zextên li rojnamevanan her wiha li ser çapemeniya Kurd pir zêde ne. Em dibînin çawa ji ber şopandina doz, girtina nêrînan û şopandina çalakiyan, bi hincetên cur bi cur tên girtin. Dema ku em pênaseyek bikin, em dikarin bînin ziman ku rewşa wan nebaş e, di bin zextên cuda da tên girtin. Kiryarên ku niha li ser rojnamevanan tên kirin li dermirovî û hiqûqê ne. Bi taybet em dikarin bînin ziman ku ev yek jî di van demên dawî de zêde dibe."

‘Dîrok berxwedana rojnamevanan jibîr nake’

Stêrvan Cûcû anî ziman ku zext li ser rojnamavanan tên meşandin û wiha got: "Em dikarin bînin ziman ku ev zextên li rojnamevanan, di serdema AKP’ê de zêdetir bûne. Dewleta Tirk dixwaze siyaseta îmhayê li ser her kesê bimeşîne, ji peyva azadiyê û hevjiyana azad ku riya jiyana civakan e ditirse.”

‘Dewleta Tirk hemû zagonên têkildarî mafên rojnamevanan binpê dike’

Stêrvan Cûcû diyar kir ku dewleteke ji azadî û wekheviyê ditirsê wê helbet li ber doza rast û heqîqeta dewletan ku rojnamevan li pey ne û ji gel re radihînin astengiyan derbixe û wiha berdewam kir: "Li gor wan divê her rojnamevan li gor çarçoveya ku dewletê ji wan ra xêz kiriye tev bigerin. Dewlet dixwaze rojnamevan kerr, lal û kor bin lê rojnamevanên Kurd vê yekê imeşe .kar bike ,Rojnemevanekî li gorî berjewendiyê deweletê tenê kar bike .vakê  ku Rojnemevan diqebûl nakin, her dem ji bo azadiyê têdikoşin, salên dûr û dirêj e ji bo azadiya jinan li ber xwe didin. Rojnamevanên me yên Kurd li Bakurê Kurdistanê her dem ji bo aştiyê dixebitin."

‘Banga Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan dîrokî ye’

Stêrvan Cûcû di dawiyê de behsa peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha bi dawî kir: "Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27`ê Sibatê de hat xwendin ji bo rewşa cîhanê û krîzên heyî tiştên gelek girîng gotibû. Di nava wê peyamê de behsa aştî ku welatên di nava wan de krîz hene tê kirin. Ev yek derfeteke dîrokî ye ji bo gelên cîhanî. Ji bo vê jî ev zext û kiryarên heyî dijberî wê banga dîrokî ne. Divê ku her civak, her gel bi awayê demokratîk bijî. Em ê bi pênûs û kamerayên xwe bibin dengê rastiyê. Em ê bi xebatên xwe li vê banga dîrokî xwedî derbikevin.”