Elewiyên li Awistralya: Li Sûriyeyê li dijî Kurdan û kêmnetewan kampanyayek tundiyê heye

Saziyên Elewiyan ên li Awistralyayê di daxuyaniya xwe ya hevpar de destnîşan kirgn ku tiştê îro li Sûriyeyê diqewime êdî nikare wekî şerekî navxweyî were binavkirin û wek kampanyayek tundiyê ya sîstematîk û qirkirinê ye ku li dijî gelê Kurd û civakên din

Navenda Nûçeyan-FLi hember komkujiyên li ser Kurdan ên li Rojava, dengên nerazîbûnê ji her aliyê dinyayê bilind dibin. Federasyona Elewiyan a Awistralyayê ku li Awistralyayê nûnertiya Elewiyên bi eslê xwe Anatolyayî/Tirk dike, saziyên Elewiyên Sûrî û saziya Suryanî, têkildarî êrîşên hovane yên li ser Rojava û hewldana dagirkirina Kobanê ya ji aliyê HTŞ û çeteyên kirêkirî ve, daxuyaniyek hevpar dan çapemeniyê. Saziyan destnîşan kir ku tiştê ku îro li Sûriyeyê diqewime êdî nikare wekî şerekî navxweyî were binavkirin û wiha gotin: “Ew kampanyayek tundiyê ya sîstematîk û qirkirinê ye ku li dijî gelê Kurd û civakên din ên lawaz, di nav de Elewî, Xirîstiyan, Durzî, Suryanî û hêzên Ereb ên demokratîk, tê kirin.”

‘Bêdengiya navneteweyî, cesaret dide sûcdaran’

Saziyan diyar kir ku sivîl, jin, zarok; mal û cihên îbadetê bi zanebûn ji hêla komên tundrew ên girêdayî DAIŞ’ê û girêdayî HTŞ’ê ve têne hedefgirtin. Saziyan bi bîr xist ku li gorî qanûna navneteweyî, ev kiryar sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê ne û wiha domand: “Bêdengiya navneteweyî, cesaret dide sûcdaran. Yên ku piştgiriyê didin van koman ji hêla siyasî, leşkerî an dîplomatîk ve berpirsyariya hevbeş a êşa ku ew diafirînin, parve dikin. Îdeolojiyên ku îro têne pêşxistin û çekên ku têne peyda kirin, gefê li tevahiya herêmê dixwin. Sûriye êdî wek dewletek serwer kar nak, û piraniya herêmê di bin kontrola de facto ya milîsên cîhadîst ên ku ji hêla hikûmeta Tirkiyeyê ve têne destekkirin de ye.”

‘Divê ev kom wekî sûcdarên sûcên şer werin naskirin’

Saziyan ragihand ku hin ji van koman ji endamên DAIŞ'ê yên serbestberdayî pêk tên û gefê li ewlehiya cîhanî dixwin. Federasyonê bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan û hikûmetan kir ku tavilê bikevin nav liv û tevgerê û tiştên ku divê bên kirin, wiha rêz kirin: “Divê ev kom wekî sûcdarên sûcên şer werin naskirin. Divê rêber û alîgirên wan berpirsyar bên dîtin. Pêşerojeke aştiyane ji bo Sûriyeyê pêdivî bi van tiştan heye:
Vekişîna tavilê ya hêzên Tirkiyeyê û milîsên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve têne destekkirin.
Derxistina Tehrîr el Şam û hêzên din ên leşkerî yên dijminane ji Bakur-rojhilatê Sûriyeyê.
Lêpirsîneke navneteweyî ya serbixwe li ser sûcên ku li dijî hemû civakên hedefgirtî hatine kirin.
Avakirina hikûmeteke veguhêz a berfireh ku hemû gel û baweriyên Sûriyeyê temsîl bike.”

‘Em destek didin qurbaniyan’

Saziyan got ku “Em Sûriyeyeke dadperwer, laîk û demokratîk dixwazin, welatekî ku hemû nasname dikarin bi rûmet bijîn” û daxuyaniya xwe wiha bidawî kir: “Ev tenê dikare li ser bingeha edaletê were avakirin, ne bi lihevkirina bi kesên ku wehşetê dikin re. Em bi hemû qurbaniyên binpêkirinên mafên mirovan re, bêyî ku etnîsîte an baweriya wan çi be, di hevgirtinê de ne. Wekî ku me ji bo civakên Elewî, Xiristiyan û Durzî kiriye, îro em ji bo gelê Kurd edaletê dixwazin. “

Saziyên ku daxuyaniya hevpar dan, ev in:
Federasyona Elewî û Bektaşî ya Awistralyayê
-Federasyona Civaka Demokratîk a Kurd a Awistralyayê
-Komeleya Îslamî ya Elewî ya Victoria
-Navenda Civakî ya Îslamî ya Elewî
-Komeleya Suryaniyan a Beth-Nahrain