Ekîn Yeter: Divê yasaya çarçove bê pêkanîn

Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ekîn Yeter ku kampanyaya ‘1001 Îmze ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê’ îmze kir, diyar kir ku divê bi pêvajoya aştî û civaka demokratîk civakî bibe di demek nêz de girtî bên berdan.

EKÎN STÊRK

Amed – Kampanyaya ‘1001 Îmze ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê’ di 12’yê Îlonê de li Stenbolê bi çalakiyek ji raya giştî re hat ragihandin. Armanca kampanyayê ew e ku sûdê bide civakîkirina pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk.’

Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Ekîn Yeter ku kampanyayê îmze kir, der barê kampanyayê de nirxandin kir.

Ekîn Yeter diyar kir ku metna îmzeyê ne tenê metneke ku ji dewletê gavên taybet dixwaze ye û wiha got: “Di heman demê de, helwesteke ku piştgiriyê dide daxwazên ji aliyê gelek beşên civakê ve di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatine bilêvkirin e. Metna ku bi beşdarbûneke berfireh a parêzer, rewşenbîr, hunermend, jin, ciwan û karkeran re hatiye amadekirin, helwestek ku armanc dike rê li ber pêvajoya aştî û civaka demokratîk veke. Ekîn Yeter der barê îmzekirina metnê de wiha got: “Me hem piştgiriya xwe ji bo van daxwazan û hem jî îradeya xwe ya ji bo têkoşîna ji bo pêkanîna wan a pratîkî nîşan da.”

‘Bi qasî pêwîst e pêşiya pêvajoyê nehat vekirin’

Ekîn Yeter diyar kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nêzî du salan e berdewam dike lê tevî vê demê jî hêviyên civakê û pêşveçûna pêvajoyê li hev nehatine û got: “Hê jî gavên pêwîst nehatine avêtin û di şertên ku bi qasî pêwîst e pêşiya pêvajoyê nehatiye vekirin hewl tê dayîn bê meşandin.”

Ekîn Yeter da zanîn ku vekirina pêşiya pêvajoyê yek ji armancên sereke ye û got ku ji bo demokratîkbûnê û avakirina civakek demokratîk gelek gavên divê bên avêtin hene û ev tişt got: “Ji bo avakirina azadiya gelan û jiyana demokratîk a ku mirov bi hev re bijîn gelek gavên divê bên avêtin hene lê em dibînin hê ev gav nayên avêtin.”

‘Sekinandina şer bi serê xwe têrê nake’

Ekîn Yeter anî ziman ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi îradeya afirandina qadek bê şer û çareserkirina pirsgirêka Kurd li cihê tundiyê bi rêbazên demokratîk bi pêş ket û got ku divê pêvajo li ser bingeha siyaset û hiqûqa demokratîk bimeşe û wiha got: “Tenê sekna şer, ji bo civakîbûna aştiyê têr nake. Divê zirarên ku ji ber şer çêbûne bên nîqaşkirin û gavên çareserkirinê bên avêtin.”

Ekîn Yeter destîşan kir ku bi civakîbûna aştiyê re gel dê nêzî hev bibin û ji bo vê jî hevrûbûnek bi paşerojê re lazime.

‘Divê welatîbûna wekhev bi destûrê bikeve bin temînatê’

Ekîn Yeter îfade kir ku nîqaşa li ser komara demokratîk yek ji mijarên herî girîng ên pêvajoyê ye û got ku divê jiyana hevbeş a gelan li ser bingeheke demokratîk bê destgirtin. Ekîn Yeter tekez kir ku divê têkoşîna yasayî ya ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bê destekkirin û bal kişand ser pêwîstiya temînatên destûrî yên ji bo welatîbûna wekhev û wiha domand: “Divê nirxandinên ku rêveberiyên herêmî xurt dikin, serxwebûna dadweriyê diparêzin û nîqaşên destûrî yên demokratîk bêhtir di çarçoveya peymaneke civakî ya demokratîk de ku dê jiyana hevbeş a gelan saz bike, bên kirin.”

Ekîn Yeter destnîşan kir ku jin û ekolojî jî hêmanên damezrîner ên vê têkoşînê ne û ji ber vê yekê OHD’ê metn îmze kiriye.

‘Divê biryarên DMME’yê bên bicihanîn’

Ekîn Yeter tekez kir ku divê pêkanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi pêşveçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve neyê girêdan. Ekîn Yeter diyar kir ku biryarên DMME’yê biryarên ku divê di çarçoveya peymanên navneteweyî de ku Tirkiye jî beşdar e, bên bicihanîn û wiha got: “Ev biryar berê hatine dayîn. Ev meseleya ku divê bi awayekî zagonî bê bicihanîn û Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî yên ku ew alîgir e, mecbûr e bi cih bîne.”

Ekîn Yeter bal kişand ser biryara ‘mafê hêviyê’ ya derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatî dayîn û got: “Ev mijarek e ku ji bo pêkanîna wê tu sedekem yasayî nîne ye.”

Ekîn Yeter, bal kişand ser biryarên DMME’yê yên der barê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de jî got ku bicihneanîna van biryaran bi qonaxa ku pêvajo gihîştiyê re li hev nake.

‘Yasaya Çarçoveyê baweriyê nade’

Ekîn Yeter anî ziman ku nîqaşa çarçoveya yasayê ya ji bo anîna pêvajoyê li ser bingeheke yasayî girîng e û derengketina pêkanîna yasayê rexne kir. Da zanîn ku nîqaşên der barê girêdana bicihanîna yasayê bi biryara Lijneya Ewlekariya Neteweyî re argumanên ku pêvajo bi siyaseteke ewlehî-navendî tê birêvebirin xurt dike û wiha got: “Hê nediyar e kengê Lijneya Ewlekariya Neteweyî dê vê nirxandinê bike û kengê ev yasa dê bikeve meriyetê. Ev rewş bandoreke neyînî li ser bawerî û hêviyên gel dike. Ger em dixwazin aştî di civakê de bê qebûlkirin û hemû beşên civakê vê pêvajoyê hembêz bikin, wê demê divê şert û mercên ku yasaya çarçoveyê di demek nêz de bê sepandin bên afirandin.”

‘Divê bi hezaran girtî bên berdan’

Ekîn Yeter destnîşan kir ku bi pêkanîna yasaya çarçove divê ji bo kesên di girtîgehan de û kesên ku di pêvajoyên yasayê de ne, gavên berbiçav bê avêtin û got ku divê derfetên serlêdana yasayê bikevin meriyetê.

Ekîn Yeter, bal kişand ser kesên ku neçar  mane biçin Ewropayê û got: “Divê ev meseleya ku bandorê li ser bi sedan, bi hezaran kesan dike, niha bikeve meriyetê. Divê di pratîkê de bersiv bê dayîn û wekî ku di yasayê de hatiye diyarkirin divê ev doz bi dayîna derfetên îtirazê bên paşxistin û bi hezaran kesên di girtîgehan de bên berdan.”

Ekîn Yeter di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê piştî metna îmzeyê têkoşîn bê mezinkirin û wiha got: “Em di aliyê hem daxwaz dike hem jî îradeya têkoşînê nîşan dide û hem pabendbûna xwe ya bi têkoşînê re îlan dike de, nêzî mijarê dibin.”