Du jinên girtî ji girtîgeha Evînê derketin
Welatiya Bahaî Ferîba Kemelabadî bi efûyê, welatiya Yahûdî Sanaz Yekta ji ber rewşa tenduristiyê ji girtîgeha Evînê hatin berdan. Ev berdan li Îranê, pêvajoyên darazê ya li dijî kêmneteweyên olî dîsa anî rojevê.
Navenda Nûçeyan – Li Îranê di çarçoveya geşedanên derbarê girtiyên siyasî de, du girtiyên li girtîgeha Evînê dihatin ragirtin hatin berdan.
Welatiya Bahaî Ferîba Kemalabadî bi efûyê, welatiya Yahûdî Sanaz Yekta jî ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê hatin berdan. Ev yek pêvajoyên darazê ya li dijî kêmneteweyên olî dîsa anî rojevê.
Ferîba Kemalabadî, berê ji aliyê Şaxa 26’an a Dadgeha Şoreşê ya Tahranê ve bi 10 sal cezayê girtîgehê hatibû mehkûmkirin. Ferîba Kemalabadî ya rêvebera berê ya civaka Bahaî ya Îranê û endama koma ‘Siberoja Îranê’, piştî ku beşek yê cezayê xwe temam kir hatibû berdan.
Li gorî raporên hatine weşandin, berdana girtiya siyasî, di çarçoveya efûyek giştî de pêkhat.
Ferîba Kemalabadî, di Tebaxa 2022’an de, li bajarên cûda yên Îranê li gel 5 welatiyên Bahaî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin, destpêkê şandin qawîşa Hejmar 209’ (ya girêdayîn wezareta îstixbaratê) ya Girtîgeha Evînê, piştre jî sewqî qawîşa jinan kir. Di Mijdara 2022’an de li Şaxa 26’an a Dadgeha Şoreşa Tahranê, di doza bi serokatiya dadger Îman Afşarî de mehkûmî 10 sal cezayê girtîgehê hatibû kirin.
Ji ber rewşa tenduristiyê hate berdan
Parêzer Alî Şerîfzade Erdekanî, di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal de, ragihand ku girtiya siyasî Sanaz Yekta ji girtîgeha Evînê hatiye berdan. Li gorî parvekirina Alî Şerîfzade Erdekanî, Sanaza Yekta piştî sê salên girtinê, li ser nêrîna saziya Tiba Edlî ku nikare li girtîgehê bimîne hate berdan. Parêzer da zanîn ku Sanaz Yekta di meha Mijdarê de hatibû binçavkirin û ji ber sûcên ‘propagandaya dijî rejîmê’ salekê cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Sanaz Yekta, di meha Gulana bûrî de ji aliyê Şaxa 26’an a Dadgeha Şoreşê ya Tahranê ve ji ber sûcê ‘Xebatên propagandayê ku destek dide hikûmeta Îsraîlê’ 5 sal û ji ber sûcê ‘propagandaya dijî rejîmê’ 8 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.