‘Divê hevpeymana civakî li tevahî Sûriyeyê esas bê girtin’
Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Hisaf, xwest li herêmên Sûriyeyê peymana civakî were nivîsandin û bal kişand ku divê jin hem di nivîsandinê hem jî di pêkanîna peymanê de cih bigrin.

ŞÊRÎN MIHEMED
Qamişlo – Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê peymana civakî piştî du salên xebatê 12’ê Kanûna 2023’yan hat pejirandin. Di ve pêvajoyê de saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û tevgerên jinan jî cih girtin. Armanc ew bû ku civakek demokratîk a ji mafên mirovan re rêzê nîşan dide û di her warî de rola jinan bi hêz dike were avakirin.
Ji ala 2011’an pê ve bi guherînên siyasî û civakî yên li Sûriyeyê hatin jiyîn re, Rêveberiya Xweser a li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, bi tecrubeya xwe ya ku modeleke cuda bû derket pêş. Peymana civakî bû yek ji hîmên bingehîn ên Rêveberiya Xweser.
Têgeha peymana civakî û pêdiviya piştî krîzê
Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Hisaf, der barê derketina peyaman civakî, sedemnên pêşxistina wê û mekanîzmayên amadekirinê de axivî û bal kişand ser rola jinan a di vê tecrubeyê de. Her wiha behsa helwesta herêmî û navneteweyî jî kir û peymana civakî wiha pênase kir: “Peymana civakî, lihevkirineke di navbera gel û kesên rêveber de hatiye kirin e. Kes, beramberî ku rêveberî herêmê îdare bike, karên wan bidomîne û ji bo wan biparêze ji hinek rayeyan feragat dikin.”
Ebîr Hisaf, diyar kir ku piştî krîza Sûriyeyêy a di sala 2011’an de dest pê kir û hê jî didome û ji valahiya otorîteyê a ji sala 2012’an ve didome, li herêmên ku hevgirtiyên cuda hebûne pêdivî çêbûye ku jiyana hevper hebe û got: “Ji ber vê yekê li Cizîr, Kobanê û Efrînê pêdivî bi standardên hevpar ên ku jiyan û ewlehiyê sererast bikin hebû. Ji vê derê di sala 2014’an de peymana civakî derket holê. Bi beşdariya hemû hevgirtiyên li herêmê, bi vê peymanê berê li Cizîrê dûre li Kobanê û Efrînê Rêveberiya Xweser hat îlankirin.”
Pêşketina peymanên civakî û peymana nû
Ebîr Hisaf, bal kişand ku divê hiqûq xizmetê ji pêdiviyên civakê re bike û wiha domand: “Peyaman di sala 2023’yan de ne ya yekem bû. Berê peyaman federal, ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê metnên mutabaqatê amade kiribûn. Herêmên nû hatibûn rizgarkirin, ji ber curebûn û pêdiviya yekbûna hemû aliyên xweser-îdarî ji bo merleheya heyî diviyabû peymaneke nû amade bike. Ji ber vê yekê peymaneke ku herêmê herî baş sererast bike hat nivîsandin.”
Ebîr Hisaf li ser temsîliyeta jinan jî wiha got: “Bendên temsîliyeta adil, bi esasgirtina krîterên erdnîgarî, hiqûqî, nijadî, olî û mezhebi hatin hilbijartin. Jin bi mêran re bi awayê wekhev, bi rêjeya ji sedî 50 pêncî hatin temsîlkirin. Komîteyek biçûk a ji 30 kesan hat avakirin, di wir de jî heman kriter esas hatin girtin. Nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî jî cih girtin. Bi vê yekê piştgiriya beşên komên mezin ên civakê çêbû.”
Ji benda destpêkê heta ya dawî mafên jinan
Ebîr Hisaf, bal kişand ku bingeha peymanê mafên jinan e û wiha berdewam kir: “Ji benda detpêkê heta ya dawî li ser mafên jinan hatiye rawestîn. Di hevoka destpêkê de gotinên; ‘Em keç û xortên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê’ wekheviya di navbera jin û mêr de pir vekirî nîşan didin. Bal hat kişandin ser Şoreşa Rojava, pêşengiya jinan û azadiya jinan weke rêgeza bingehîn hat pejirandin.
Di rêgezên bingehîn de azadiya jinan, wekhevî, hevserokatî, avakirina malbata demokratîk, konfederalîzma demokratîk û konfederalîzma jinan hene. Ev hemû ji bo parastina mafên jinan bûn. Di peymanê de ji bo meclîsa jinan beşek taybet hatiye avakirin. Meclîs sîwaneke ku hemû rêxistinên jinan ên li vê herêmê tüne ba hev e. Di nava pergala Rêveberiya Xweser de xwedî sazîbûyîn e. Edaleta Jin, Dîwana Edaletê, Mala Jin, meclîsên herêmî û rêveber, hemû saziyên weke meclîsên gel, xwe dispêrin nûnertiya wekhev. Ev jî di hemû astên saziyên rêveberiyê de hebûna jinan a bi hêz nîşan dide.”
Pêkanîna peymanê û bandora êrîşan a li ser hilbijartinan
Ebîr Hisaf, diyar kir ku ji pêkanîna peymana civakî Meclîsên Gel bepirsyar in û gotinên xwe wiha domand: “Nêzî sal û nîv e ji bo saziyên Rêveberiya Xweser xwe ji nû ve ava bikin, xebat tên meşandin. Di sala 2024’an de ji bo hilbijartinên şaredariyê amadekariyeke cidî hebû lê ji ber êrîşên li ser herêmê hilbijartin çênebû. Ev êrîş li gorî berjewendiyên welatên cîran û rejîma Beasê bûn. Niha hewl tê dayîn sazî ji nû ve bi awayekî li gorî peymanê werin avakirin lê mudaxeleyên derve bûn sedem ku pêvajoya hilbijartinê bi encam nebe.”
Helwesta herêmî û navneteweyî
Ebîr Hisaf, got ku ji aliyê navneteweyî ve eleqeyek mezin ji peymanê re heye û wiha berdewam kir: “Ji aliyê navneteweyî ve Peyman li Rojhilata Navîn weke tecrubeyeke bêhempa tê dîtin. Ji aliyê herêmî ve jî li Rojavayê Sûriyeyê ji aliyê hinek aliyan ve nehat pejirandin, weke gef hat dîtin lê dûre hikumeta demkî ya Sûriyeyê dest bi hevdîtin û muzakereyan kir.
Benda 133 ya peymanê nîşan dide ku ger li ser makezagona demokratîk a Sûriyeyê lihevkirin çêbibe dikare were guherandin. Ev jî nîşan dide ku peyman li Sûriyeyê ne veqetîn dijberî wê perçeyek çareseriya berfireh e.”
Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê banga ji bo diyaloga neteweyî
Ebîr Hisaf, li ser girîngiy pergaleke demokratîk nirxandinên xwe wiha domand: “Em daxwaza Sûriyeya ku cudahiyan dihewîne, piranîparêz û nenavendî dikin. Em ji muzakere û çareseriya siyasî û aştiyane re amade ne. Hikumeta demkî ya ku berê vê fikrê red dikir jî êdî helwesta xwe diguherîne. Peymana 10’ê Adarê di mijara hevgirtiyên herêmê de zelal e. Muzakere hê jî didomin û armanca makezagoneke demokratîk û adil e. Peymana civakî, ji bo hemû hevgirtiyên li herêma me, derfeta rastîn a jiyana azad e. Ji ber vê yekê divê em peymanê biparêzin û pêk bînin. Dema ku bi herêmên din ên Sûriyeyê re tê muqayesekirin, tê dîtin ku ev der navenda ewlehî û aramiyê ye, ji bo bi deh hezaran Sûriyeyiyan bûye stargeh. Parastina van destkeftiyan peywira me ye.”
Ebîr Hisaf axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Banga me ji hemû herêmên Sûriyeyê re ew e ku li gorî serdemê, peymanên civakî binivîsînin lewre ji dervehiştina herêmek xizmetê ji Sûriyeyê re nake. Divê jin tekez perçeyek pêvajoyê bin. Jin hem di şoreşa Sûriyeyê hem jî Şoreşa Rojava de roleke girîng lîstin. Hebûna jinan a di pêşerojê de dê gelek tiştan bide qezenckirin. Ji ber vê divê em nêrînên xwe bikin yek, Sûriyeya ku hemû gelan û bawriyan hembêz dike ava bikin.”