‘Divê Fermana 74’an weke jenosîd bê nasîn’

Platforma Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd, bi wesîleya 11’emîn salvegera Fermana 74’an a 3’ê Tebaxa 2014’an daxuyanî da û daxwaza nasîna jenosîdê, parastin û xwedîderketina li jinên Êzidî kir.

Navenda Nûçeyan – Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd, di salvegera 11’an a Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de daxuyaniyek da.

Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd, bi daxuyaniyekê bang li Hikûmeta Iraqê -Dadgeha Federal a Iraqê – Parlamentoya Iraqê, Dadgeha Cezayê Navneteweyî (Lahe), Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rêxistinên mirovî, Rêxistinên Jinan, kesayetên mirovahîxwaz û kesên ku parêzvanî ji mafên jinan dikin kir ku di 3’yê Tebaxa 2014an de, dîrokê sûcê herî mezin yê qirkirina Êzidiyan li Şengalê nivîsand!

Daxuyaniya Platformê wiha ye:

“Di 3’yê Tebaxa 2014’an de, Fermana 74’mîn a qirkirinê li ber çavên cîhanê li dijî civaka Êzidî pêk hat. Zêdetirî 10,000 jin, zarok û sivîl canê xwe ji dest da. Zêdetirî 40 zarok di çiyayê şengal ji ber bê avî mirin, Zêdetirî 3 hezar jin ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin, kole kirin, destdirêjî wan hatin kirin. Piştre di bazatan ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin firotin. Ne tenê wekî qurbaniyên şer, lê wekî hedefa kampanyayeke sîstematîk ji bo tunekirina gelekî û rakirinê baweriyeke pîroz êriş pêk hatin.

Cihê jeopolîtîk yê Şengalê bi dêrêjahiya dîrokê bûye cihekî ku bala hemû hêzên desthilatdar ên herêmê kişandiye ser xwe û xala girêdana di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojava de ye. Di heman demê ji ber DAIŞ çend bajar û bajarok di sînorê Rojavayê Kurdistan û Sûriye dagirkiribû, dixwest Şengal bike nûqteya derbaskirina çekdarên xwe di navbera Sûriye û Iraqê.

Piştî dagirkirina Şengalê ya ji aliyê DAIŞ’ê ve, civaka Êzidî bê parastin hatin hiştin û tekane rêya ma xwe spartin Çiyayê Şengalê û 10 rojan li wir man. Piştî rizgarkirinê hinek berê xwe dan Rojava û hinek jî ketin deriyê Sêmalka û vegeriya Herêma Kurdistanê û li nava kampên sînorên Dihok û Silêmanî hatin bicihkirin. Yên ma li Rojava jî li Kampa Newroz hatin bicihkirin.

‘Laş û xwezaya jinê bi armanca qezencê xistin bazara cîhanê’

Çanda destavêtin û desdirêjiya li ser jinan ji dîrokê ve tê û parçeyek ji hişmendiya îdeolojîk a mêre. Piştî pergala kapitalîst bêhtin ji laş û xwezaya jinê bi armanca qezencê xistin bazara cîhanê. Ev yek rûyê du madalyonê ne. Hemû hewldan ewe ku jinê ji hêza wê ya rastîn bikin. Ew ji hêza jinê ditirsin ku wê cîhanê biguherîne.

Li Riwanda sala 1994’an 250 hezar, li Lîbya 400 hezar, li Kongoyê 200 hezar jin bi komî destdirêjî û dest hatine avêtin wan. Di şerê li ser navê ol û mezhebê yên li Herzegovîna û Cezayîr dîsa li Rojhilata Navîn welatên weke Iraq, Sûriye, Yemen, Lîbya û li Sûdan û Darfûrê zêdetirî 200 hezar jin ji aliyê çekdarên bi navê Cencaweed ve bi komî destdirêjî û dest tên avêtina wan. Her çende di Peymana Cenevreyê ya sala 1949’an de destdirêjî-destavêtin weke sûcê şer bê pênasekirin jî lê heta niha kes ji ber vê yekê nehatiye darezandin.

‘Wêrekî û berxwedana jinên Êzidî ji bo jinên têkoşer ên cîhanê çavkaniya serbilindiyê ye’

Îro, 11 sal piştî jenosîdê, civaka Êzdî hîn jî di bin gefê de ye û di rewşeke dijwar a aborî, siyasî û jîngehî de ye. Hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo ji nû ve avakirina Şengalê û dabînkirina jiyaneke hêjayê xelkê wê hewldanên cidî nekirine.

Îro, em Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd bejna xwe li hember şehîdên Êzidiyan ditewînin. Wêrekî û berxwedana jinên Êzidî ji bo jinên têkoşer ên cîhanê çavkaniya serbilindiyê ye. Em ji helwesta baba şêx  dema ku ji civaka Êzidî xwest hembêza xwe ji bo jinên rizgarbûyî ji destê DAIŞ’ê vekin û wan pêşwazî bikin, sipas dikin.”

Platforma Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd daxwazê xwe wiha rêz kirin:

*Divê ji aliyê hemû hikûmet û dadgehên navneteweyî ve Fermana 74’an weke jenosît bê nasîn.

*Em daxwaz dikin ku axa pîroz a Şengalê were parastin û careke din tu zarokekî Êzîdî di nav tirsê de neyê dinê.

*Dadgehên fermî û taybet ji bo sûcdaran werin avakirin û sûcên wan werin belgekirin.

*Divê sûcdarên qirkirina Êzîdiyan li gorî yasaya terorê neyên cezakirin.

*Divê daxwazên kampanyayê (Navê min navê diya mine) werin bicihanîn.

*Alîkarî ji bo vegerandinê jinên di destê DAIŞ’ê de an jinên winda were kirin.

*Pêşkêşkirina piştgiriya madî û xizmetên tenduristî û derûnî ji bo jinên rizgarbûyî.

*Rasterast tevlîkirina jinan ya di rêveberiya Şengalê de.

*Piştgiriya Êzîdiyan bikin ku ji kampan derkevin û vegerin warên xwe.

*Parastina ax, çavkaniyên xwezayî û jîngeha Şengalê.”