Dîmenên ji Şêx Meqsûdê hatin hovîtiya çeteyan nîşan dide

Dîmenên ku ji taxa Şêx Meqsûdê ya 6’ê Çileyê de çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker êriş birin ser, hilweşîn û hovîtiya ku li taxê meşandin, radixe ber çavan.

Navenda Nûçeyan – Êrişên ku di 6’ê Çileyê de li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê qewimîn, ne tenê pevçûneke leşkerî ye; tabloyekê wêrankirinê yê eşkere derdixe holê ku mafê jiyanê yê sivîlan dike armanc. Raporên mafên mirovan û wêneyên ji qadê, belge dikin ku di encama bombardûmanê de sivîl jiyana xwe ji dest dane, elektrîk, av, dibistan û nexweşxane bûne armanc.

Êrişên Heyet Tahrir el-Şam û komên girêdayî dewleta Tirk, di navbera mal û nexweşxane, dibistan û binesaziyê de tu cudahî nedan ber çavan. Şebekeyên avê ji kar ketin, karûbarên bingehîn rawestiyan. Ev tablo, ji zirara madî wêdetir, nîşana polîtîkayeke ku armanc dike mirov ji şertên jiyanê yên herî bingehîn mehrûm bike ye.

Wêneyên parvekirî eşkere dikin ku tiştên qewimîn ne tenê li taxan, lê li bîra bajêr û nasnameya wî jî êrişek e. Armanckirina binesaziyê, armanc dike îradeya gel bişkîne û bi zorê koçber bike.

Bi sed hezaran welatî di bin bombardûmanê de neçar man malên xwe terk bikin. Tiştên li Helebê qewimîn, careke din bi awayekî êşdar nîşan didin ku mirov di nav şer de bêparastin tê hiştin û mafê jiyanê tê înkarkirin.