Dilê gelan bi berxwedaniyê re ye: Wê serkeftin a me be
Jinên li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dijîn bertek nîşan dan û diyar kirin ku wê bi ruhê şerê gelê şoreşgerî tevlî seferberiya xwedîderketina li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bibin.
ZEYNEB ÎSA
Qamişlo- Çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê ku ji 6’ê Çileyê ve taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê dorpêç kirine û bi dijwarî topbaran dikin, ji şeva din ve êrîşên xwe dijwartir kirine ku gelek komkujî pêk hatin Piştî ku çeteyên cîhadîst teslîm bûn li ser gelên herdu taxan û hêzên wê yên Ewlekariya Hundirîn ferz kirin, Meclîsa Gel bersiv da ku ew ê di taxên xwe de bimînin û bi rûmet berxwedana xwe berdewam bikin, banga seferberiya xwedîderketinê kirin.
Jinên li bajarê Qamişloyê dijîn ji ajansa me re axivîn, bertek nîşan dan û diyar kirin ku wê bi ruhê şerê gelê şoreşgerî tevlî seferberiya ji bo Şêx Meqsûd û Efrefiyê bibin û bibin mertalên zindî.
‘Divê her çar perçeyê Kurdistanê bibin yek û sînoran rakin’

Şaziya Îbrahîm şerê li ser sivîlan ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê tê kirin şermezar kir û got: “Çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê derdora Şêx Meqsûd û Eşerfiyê dorpêç kirine û şerekî giran li dijî gelê li wir dimeşînin. Em wî şerî şermezar dikin, ew çeteyên hov êrîşî sivîlan dikin şer ne li ser sivîlan tê kirin, li ser cihên leşkerî tê kirin lê ew çeteyên hov ne sivîlan, ne jî jin û zarokan nas dikin. Her roj jin û zarokan qetil dikin, ma wan zarok û jinn çi kirin ku wan qetil dikin û komkujiyan li ser wan pêk tînin? Me got belkî rejîma Baasê hilweşiya kesên jê çêtir werin Sûriyeyê bi rê ve bibin lê me dît ku HTŞ bi zihniyeta DAIŞ’ê tevdigere û ew bi xwe ye jê ne dûr e. Şêx Meqsûd û Eşrefiyê weke gundekî ne em dibînin ku bi balafirên bê mirov li ser asîmanê wê digerin û topebaran dikin, bi hev re weke hovan êrîşî herdu taxan dikin. Li dijî vî şerê giran ku tê qewimandin li ser van taxan tu saziyeke mafên mirovan dengê xwe dernaxe, vî şerî ranawestîne. Ji bo wê jî em ji gelê xwe yê li her çar parçeyên Kurdistanê re dibêjin rabin ser xwe, dem dema azadiya me ye em derkevin li ser van sînoran û bin û gelê xwe biparêzin.”
‘Ji 7 salî heta 70 salî em ê bibin mertalên zindî’
Şaziya Îbrahîm da zanîn ku weke dayik wê bibin mertalên zindî û xwedî li gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê derkevin, tevlî seferberiyê bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em weke gel xwîna şervanên xwe ji tu kesê re nahêlin û em ê li kolanan bin. Heger îro me qetil dikin sibê dora hinek kesên din e wê wan qetil bikin. Kî tevlî vê seferberiyê nebe wê rojek ji rojan rastî komkujiyê were. Em dibêjin an serkeftin an serkeftin yan jî mirina bi rûmet. Bila dijmin nebêje wê ji mirinê bitirsin gav şûnve bavêjin. Em ê ji 7 salî heta 70 salî bibin mertalên zindî û gelê xwe biparêzin, tevlî seferberiyê bibin. Em ê her kes bibin şoreşger ji ber ku dem dema şerê gelê şoreşgerî ye. Niha şerê gelê şoreşgerî li Şêx Meqsûd te meşandin me li vir jî da destpêkirin û em ê li gelê xwe xwedî derkevin.”
‘Em ê tevlî seferberiyê bibin’

Fatma El-Hesen jî da zanîn ku rêxistinên mafên mirovan bêdeng in li hemberî şerê ku li Şêx Meqsûd diqewime ji bo wê jî ew ê gel bi xwe piştgiriya hev bikin û gelê xwe biparêzin û wiha berdewam kir: “Em dibînin ku her roj êrîş girantir dibin li ser Eşrefiyê û Şêx Meqsûd, bi van êrîşan sivîlan hedef digrin. Sivîl di malên xwe de bi aramî dijîn û jiyana bi rûmet dixwazin lê wan dorpêç dikin û ji mafên wan ên rewa wan qut dikin. Di van êrîşan de gelek sivîl birîndar bûne û yên ku hatine qetilkirin, di nava wan de jin û zarok hene. Rêxistinên mafên mirovan xwe bê deng kirine tu biryar nedane ji bo ku ev şer were rawestandin ji ber ku di wan taxan de komkjî pêk tên. HTŞ her diçe şer li ser wan dijwartir dike û gelên wê derê xistiye dorpêçê. Meclisa taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê daxuyanî da û seferberî ragihandin. Em jî weke gel tevlî wê seferberiyê dibin û piştgiriya gelê xwe dikin bedel çi dibe bila bibe, em gelê xwe bi tenê nahêlin û em ê parastina taxên xwe bikin.”
‘Serkeftin wê para me be’

Yeldiz Musa jî diyar kir ku berxwedana jinan a li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê tê kirin berxwedaneke dîrokî ye û wiha bi dawî kir: “Em weke jinên Efrîn û Şehbayê li Qamişloyê dijîn êrîşên li ser gelê me yê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê tê kirin em bi tundî şermezar dikin. Berxwedana ku îro li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê didome dîrokî ye. Jinên li wê derê dibînin ku hevjîn û zarokên wan li pêşiya çavên wan tên qetilkirin û tevô wê jî teslîm nabin ew berxwedaneke pîroz e û cihê serbilindiyê ye. Miletek ku di 13 salan de xwe birêxistin kiriye helbet dê bigihîje serkeftinê. Ji bo wê jî gelê me teslîmiyetê qebûl nake seferberiyê ragihand. Em ê tevlî vê seferberiyê bibin û bibin mertalên zindî, serkeftin wê para Efrîniyan be.”