Di teqîna li Pakîstanê de 5 zarok jiyana xwe ji dest dan
Di teqîna ku roja şemiyê li navçeya Lakkî Marwat ya li bakur rojavayê Pakîstanê pêkhat de 5 zarok jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Bermahiyên şer, ji mirina zarokan bigre heta hilweşandina binesazî û xizmetên bingehîn, bandorên wêranker ên bi dehan salan didome dihêle. Ev bandoran, dibe sedema encamên derûnî û civakî û bi taybetî di civakên ku ewlehî û aramiya windakirine de tirsê avadike.
Di teqîna ku roja şemiyê di saetên şevê de li navçeya Lakkî Marwat ya li bakur rojavayê Pakistanê pêkhat de, 5 zarok jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn.
Polîsan, ragihand ku ji bo bûyerê lêpirsîn dane destpêkirin û çavkaniyên qebîle diyar kirin ku teqîn ne ji ber roketekê, ji ber lêyistina zarokan ya bi bermahiyên şer hatiye jiyîn.