Di panela Suweydayê de xetereyên zewaca zarokan û valahiyên qanûnî hatin nîqaşkirin
Di panela ku li Suweydayê bi beşdariya parêzer û çalakvanan pêk hat de, xetereyên zewicandina zarokan, valahiyên qanûnî û bandorên şert û mercên herêmê yên li ser civakê hatin nirxandin.
ROŞÊL CONYOR
Suweyda – Şaxa Meclîsa Jin a Sûriyeyê ya li bajarê Suweydayê, îro bi hevkariya Rêxistina Geşepêdana Sûriyeyê û Navenda Athnayê, der barê diyardeya zewaca di temena biçûk de panelek lidarxist. Di rûniştina ku parêzer, çalakvan û gelek kesên ku bi mijarên civakî re eleqedar dibin beşdar bûn de, aliyên qanûnî, civakî, aborî û derûnî yên zewaca zû û her wiha bandorên wê li ser jin, malbat û civakê hate nîqaş kirin.
Beşdaran, kapasîteya qanûnî ya zewacê ya li gorî qanûna Sûriyeyê, îstîsnayên qanûnî yên ku destûrê didin zewaca temana biçûk û cezayên têkildarî zewacên ku li derveyî dadgehê têne kirin nîqaş kirin. Her wiha der barê sedem û encamên zewaca temana biçûk û çawaniya pêşîgirtina wan de pêşniyarên çareseriyê hatin nîqaş kirin. Di civînê de bandorên neyînî yên zewaca di temena biçûk de ya li ser jin û civakê hatin destnîşan kirin ûs tekez kir ku ji bo pêşîgirtina li vê diyardeyê pêdivî bi zêdekirina hişmendiya civakî, xurtkirina perwerdehiyê û belavkirina têgihîştina qanûnî û civakî ya li ser xetereyên zewaca di temana biçûk de heye.
‘Zewacên derveyî dadgehê pirsgirêka herî mezin in’
Parêzer Redîne el-Hatib, diyar kir ku di panelê de sedem, encam û çareseriyên zewaca zû hate nîqaş kirin. Redîne el-Hatib, tekez kir ku pirsgirêka herî mezin zewacên derveyî dadgehê ne û diyar kir ku nabe ku ji zarokên di bin 15 salî berpirsiyariyên malbat û zarokan bar bikin. Redîne el-Hatib, wiha got: “Di vê rewşê de, zarok dibe zarokek ku zarokan tîne dinyayê û mezin dike."
‘Zewacên zarokan cureyek tundiya zayendî ye’
Redîne el-Hatib, diyar kir ku zewicandina zarokên keç a di bin temenê qanûnî de pirsgirêkek cidî û sûc e. Redîne got: “Zewaca zû dikare li gorî qanûna navneteweyî wekî tundiya zayendî were hesibandin û ev pratîk ji ber sedemên olî, civakî û aborî berdewam dike. Zewaca zû bandorek neyînî li tenduristiya fîzîkî û derûnî ya zarokên keç dike, xetereyên jiberçûna zarok, zayînên dubare û telaqê zêde dike.”
Rewşên taybet ên Suweydayê
Redîne el-Hatib, da zanîn li Suweydayê zêdebûna zewacên di temana biçûk de ji ber bêewlehiya li herêmê, koçberî û tundiya tê jiyîn bandor bûye û wiha axivî: “Hişyarkirina malbatan, heta 18 salî zarok ditîna keçan û piştgirîkirina perwerde û serxwebûna wan a aborî ji bo çareserkirina pirsgirêkê pir girîng e.”
‘Divê di navbera qanûn û kevneşopiya civakî de girêdanbûnek bê avakirin’
Parêzer Nadiya el-Helabî, rojevkirina mijara zewaca di temenê zarokatiyê de wekî gavek girîng nirxand û got: “Panel têkiliya di navbera qanûna Sûriyeyê û kevneşopiyên civakî de nîqaş kir. Ji bo mîsogerkirina çareseriyan pêdivî zêdekirina perwerdehiyê, kampanyayên hişyariyê û bernameyên hişyariyê ya li dibistanan heye.”
Parêzer Nadiya el-Helabî, balkişand li ser girîngiya ragihandinê ya bi saziyên dinî û diyar kir ku ev dikare civakê di vê mijarê de hesastir bike.
‘Zewaca di temenê zarokatiyê de sûcekî li dijî zarokan e’
Koordînatora Meclîsa Jinên Sûriyeyê ya Suweydayê Raja el-Şufî, diyar kir ku armanca panelê ew e ku têkildarî zewaca zû bilind kirina hişyariya qanûnî û civakî ye.
Raja el-Şufî, destnîşan kir ku zewaca di temenê zarokatiyê de li civaka Suweydayê ne pir zêde ye, lê ew li dijî zêdebûna gengaz a ji ber şert û mercên dijwar ên li herêmê kampanyayên hişyariyê dimeşînin. Raja el-Şufî, bi vê awayî gotinên xwe dawî dike: “Zewaca di zarokatiyê de berpirsiyariyên giran dixe ser milê zarokan û ev dikare bibe sedema encamên wekî windakirina perwerdehiyê, girêdayîbûna aborî, pirsgirêkên tenduristiyê, hevberdana zû û hilweşîna malbatan.”