Di nav şerê Xezayê de çîroka Rehef û xwişkên wê
Şerê li Xezayê bûye sedem ku Rehef Bedir a zarok bikeve bin barê dayîktiyê û têkoşîna ji bo jiyanê. Rehefa ku dayîk û bavê wê mirine, li sê xwişkên xwe yên biçûk dinêre, di mercên zor û bê alîkarî de têkoşîna jiyanê didomîne.
NEXEM KERACA
Xeza – Zarokên li Xezayê, ji ber şerê ku wan bê perwerde, tendirustî û ewlehî hiştiye, bi barê ku qet li ne li gorî temenê wan e re rûbirû mane. Gelekan ji wan dayîk û bav an jî xizmên xwe di şer de winda kirine. Di ser vê yekê de jî her dem neçar mane cihê xwe biguherînin û di konan de jiyana zor û zehmet bijîn. Wan zarokan neçar mane berpirsyariyên gelek giran bigrin ser xwe.
Rehef Yusuf Bedir a 13 salî, qet nefikirîbû ku dê rojek gotinên dayîka wê yên; “Ger ez tune bim li xwişkên xwe baş binêre” bibin rastî. Wê hevoka dayîka xwe weke henek û gotinên ji ber tirsê dîtibû lê nexweşî û şer, ji nişkave zarokatiya wê ji dest girt, barekî giran da ser milên wê. Rehef di konek bê parastin de, bi sê xwişkên xwe yên biçûk re bi tenê maye. Li wan dinêre, xwarinê ji wan re amade dike û weke dayîkek hezkirinê nîşanî wan dide.
Barê malbata radike
Rehef Yûsif Bedir, di dema koçberiya xwe ya ji Bakurê Zîvala Xezayê ya ber bi Başûr ve, bihîst ku dayika wê tûşî pençeşêra pêsîrê bûye. Dayika wê salekê bi nexweşiyê re têkoşiya lê piştre jiyana xwe ji dest da. Di heman mehê de, dema ku bavê wê hewl da ji bo girtina hinek pêdiviyên xwe vegere mala xwe ya wêrankirî ya li bakur, di encama bombebarankirina mala xwe de jiyana xwe ji dest da. Ji ber xeterê kes nikaribû cenazeyê wî derxe. Rehef Yûsif Bedir a 13 salî, ket nav cîhaneke berpirsyariyên wê ji temenê wê mezintir. Rehef Yûsif Bedir, di konekî wêranbûyî de mîna dayikek xwişkên xwe xwedî dike. Rehef Yûsif Bedir, bi dengekî nizm wiha dibêje: “Ez bêyî hilbijartina xwe bûm dayîk. Min dest bi çêkirina xwarinê, şûştin û hejandina xwişkên xwe kir bi şev. Ez jî weke wan zarok im gelo ez ê çawa wan biparêzim?”
‘Ez gelek dixwazim biçim dibistanê’
Rehef Yûsif Bedir a ku diviyabû li dibistanê bûya lê di rewşeke wisa de ye ku nikare ji konê derbikeve û xwişkên xwe bihêle. Rehef Yûsif Bedir, wiha got: “Dema ku ez dibînim hevalên min diçin dibistanê, hîs dikim ku ne ji vê cîhanê me. Ez gelek dixwazim biçim dibistanê. Lê ger biçim wê kî li van zarokên biçûk binêre û min ji vê barî rizgar bike?”
Ji bo Rehef Yûsif Bedir û xwişkên wê, alîkariyek pir kêm tê dayîn lê ev yek têra wan nake. Xizmên wan hewl didin ji bo wan çareseriyê bibînin lê saziyên têkildar girtî ne. Di encamê de Rehef Yûsif Bedir bêyî ku piştgiriyek darayî yan jî sazî bigre bi tenê serê xwe berpirsiyariya 3 zarokan bi cih tîne.
‘Ez hîs dikim ku roj bi roj têk diçim’
Li quncika din Textîd Bedir a 4 salî, xwişka herî biçûk a Rehef Yûsif Bedir rûniştiye. Her gava ku Rehef Yûsif Bedir hewl dide porê wê çêke, ew bi dengekî lerzok navê dayika xwe diqîre. Rehef Yûsif Bedir, diyar kir ku her dema porê Textîd çêdike, dayika wê tê bîra wê lê ew nikare mîna dayika xwe bike û got: “Vê demê ez hîs dikim ku ez têk diçim.”
‘Ez zarokek im û ji mafên herî bingehîn bêpar im’
Xwişka Rehef Yûsif Bedir Îsra Badir a 10 salî ya lingê wê yê çepê di encama şer de birîndar bûye, êşek mezin dikşîne. Îsra Badir a di konekî ku nivîn û dermanên guncav nîn in de dijî, her roj êşê dikşîne. Îsra Badir, wiha dibêje: "Lingê min her dem diêşe. Ez ji ber ku nikarim razêm, bi şev digrîm. Bijîşkan gotin, dibe ku tu bimrî, ji ber ku emeliyata min xeternak bû. Lê belê ez bê derman tehemula vê êşê dikim. Ez nizanim çima mîna zarokek ji mafên herî bingehîn bêpar im.”
Îsra Bedir, piştî ku emeliyat bûye neçûye bijîjk. Rehef Yûsif Bedir, qumaşek şil dide ser birînê da ku êşa xwişka wê sivik bike, wiha got: “Carna ez bi awayekî veşartî digrîm. Xwişkên min bi awayekî birçî û di nava êşê de radizên. Dema ku ez nikarim bi tena serê xwe alîkariya wan bikim, gelek aciz dibim. Kes fêm nake zarokek çawa dikare tehemula van hemûyan bike."
Kona ku Rehef Yûsif Bedir, Îsra Badir û xwişkên wê lê dimînin, ji hemû aliyan ve vekirî ye, tije toz dibe û av jê diherike. Dema ku ba tê, koşeyên konê xirab dibin. Rehef Yûsif Bedir bi van gotinan tirsa xwe anîn ziman: “Ez ditirsim ku kon bi şev li ser serê me hilweşe yan jî xwişkên min ji ber serma û ava qirêj nexweş bikevin. Em li cîhekî ne guncav dijîn lê tu alternatîfek din tune ye.”
‘Gelo çima zarokên wekî me bê alîkarî dimînin?’
Rehef Yûsif Bedir axaftina xwe wiha domand: “Ger tenê alîkariya madî hebûya, em dikaribûn baş xwarinê bixwin û dermanên Îsrayê peyda bikin. Gelo çima zarokên weke me bê alîkarî dimînin?"
Rewşa Rehef Yûsif Bedir û xwişkên wê, binpêkirinên eşkere yen mafên zarokan nîşan didin ku ev yek di peymana navneteweyî de hatine destnîşankirin. Civaka navneteweyî mecbûr e zarokên li deverên pevçûnê biparêze û gihîştina wan a xurek, lênihêrîna tenduristiyê, perwerde û stargehek bi ewle misoger bike. Tiştê ku ev malbat pê re rû bi rû dimîne, heqareta li rûmeta mirovan e û binpêkirinek eşkere ya erkên qanûnî û exlaqî ya li hemberî zarokên li herêmên şer e.
‘Em tenê dixwazin mîna zarokên din bijîn’
Rehef Yûsif Bedir, di dawiya axaftina xwe de xwest alîkarî jê re bê kirin û jiyana xwe bê tirs berdewam bike û got: “Em pir tiştî naxwazin; em tenê dixwazin mîna zarokên din bijîn û jiyana xwe bidomînin. Ez dixwazim vegerim dibistanê, Îsra baş bibe û xwişkên min ên biçûk bê tirs razên. Gelo ev daxwazek pir mezin e?”