Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê di roja 875’an de didome
Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 171’emîn, di roja 875’an de didome.
Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 171’emîn, di roja 875’an de didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 170’emîn Mihemed Salih Kadunî axivî.
Mihemed Salih Kadunî bal kişand ser berpirsyartiyên gelê Kurd ya li hemberî pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin û got: Ev demek dirêje di çalakiyê de ne. Pêwîste em wek gelê Kurd hemu berpirsyartiyên xwe bicih bînin û xwedî li banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêber Apo derkevin.”
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyan dawî bû.