Di meha Tîrmehê de li Sûriyeyê 231 kes hatine kuştin: Ji wan 20 jin û 60 zarok in

Li gorî rapora Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di meha Tîrmehê de li herêmên cuda yên welat herî kêm 231 kes ku piraniya wan sivîl bûn, hatine kuştin. Rêxistinê bal kişand ser lawaziya rewşa ewlehiyê û banga parastina sivîlan kir.

Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku di meha Tîrmehê de li herêmên cuda yên Sûriyeyê herî kêm 231 kes hatine kuştin ku ji wan 202 sivîl in.

Li gorî raporê, ji kesên ku hatine kuştin 166 jê mêr û ciwan, 20 jin, 60 zarok 202 kes sivîl in. Ev daneyan, nîşan didin ku li Sûriyeyê di bûyerên tundiyê de herî zêde sivîl tên kuştin.

Li gorî rêxistinê, ev kes ji ber pevçûnên herêmî, kuştinan, êrîşên çekdarî yên bêserûber, teqînên mayîn û teqemeniyan, înfazên zeviyan û îşkenceyê hatine kuştin. Her wiha teqînên ku ji aliyê kom û aliyên cûda ve tên kirin û binpêkirinên mafên mirovan, wekî sedemên mirinê hatin tomar kirin.

Zêdebûna binpêkirinên mafên mirovan

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, zêdebûna hejmara miriyan wekî nîşaneyek ji bo lawaziya rewşa ewlehiyê û gefên berdewam ên li ser sivîlan nirxand. Rêxistinê, tekez kir ku cihêrengiya sûcdarên tundiyê û zêdebûna binpêkirinên mafên mirovan bi awayên cûrbecûr gef li ewlehiya gelê li deverên cûda yên welat dixwe.

Banga parastina sivîlan

Rêxistinê, her wiha ji bo parastina sivîlan, xurtkirina mekanîzmayên hesabdayînê û bidawîkirina bêcezatiyê, banga gavên bibandortir kir Di daxuyaniyê de, hate destnîşankirin ku ev rewş ji bo berdewamiya tundî û binpêkirinên mafên mirovan a li Sûriyê zemînek diafirîne.