Di meha Mijdarê de li Sûriyeyê 32 kesan jiyana xwe ji dest dan

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku ji destpêka mehê ve, li herêmên cuda yên welêt 24 bûyerên kuştinê pêk hatine, 32 kesan mirine û di nav wan de 4 zarok û 4 jin hene.

Navenda Nûçeyan – Li deverên cuda yên Sûriyeyê, di bûyerên tundiyê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê, di encama nakokiyeke navmalî ya bi çekan de, 7 endamên heman malbatê hatin kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn. Her wiha li heman parêzgehê, li nêzîkî Çemê Feratê termê xortekî hat dîtin. Li aliyê din, li bajarokê Darayayê (li gundewarê Şamê), zilamek ku bavê 7 zarokan bû, bi guleyan hat kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku ji destpêka meha Mijdarê ve, li herêmên cûda yên welêt 24 bûyerên kuştinê hatine tomarkirin. Di van bûyeran de bi giştî 32 kesan ku 4 zarok, 4 jin û 24 mêr mirine. 

Li gorî daneyên Çavdêriyê, ev bûyerên kuştinê ji ber nakokiyên malbatî an şexsî yên ku veguherîne şerê çekdarî, sûcên di dema diziyê de, êrîşên ji aliyê kesên çekdar ên nenas ve û tundiya navmalî pêk hatine. Di nav tomaran de bûyereke li gundewarê Helebê jî heye, ku tê de bavekî du zarokên xwe yên 12 û 10 salî îşkence kirine û kuştine.

Li çend deveran, di dema pevçûnên çekdarî yên di navbera endamên malbatê û xizmên wan de, mirin çêbûne. Hin kesên din jî dema hewl didan destwerdana nakokî an pevçûnên şexsî bikin, jiyana xwe ji dest dane. Çavdêriyê bal kişand ser wê yekê ku veguherîna nakokiyên biçûk bo bûyerên kuştinê yên bi çekan, gihîştiye asteke metirsîdar.

Hat diyarkirin ku ev bûyerên kuştinê li parêzgehên Der'a, Hums, Heleb, Idlib, gundewarê Şamê, Lazqiye, Heseke û Dêrazorê pêk hatine. Ev jî nîşan dide ku kiryarên tundiyê yên bi vî rengî li seranserê herêmên cuda yên welêt belav dibin.

Belavbûna bêkontrol a çekan dibe sedema nîgeraniyan

Derbarê sedemên zêdebûna vê tundiyê de, Çavdêrgehê bal kişand ser belavbûna bêkontrol a çekan, nebûna mekanîzmayên çavdêrî û berpirsyariyê, lawazbûna rêbazên çareserkirina nakokiyan û her wiha bandora zextên aborî, civakî û derûnî.

Rûdana kuştinên komî yên di nava malbatan de û her wiha windakirina jiyana jin, zarok û mêran ji ber nakokiyên şexsî, bûne sedema pirsên cidî derbarê rêziknameya çekên agirîn û cîbicîkirina yasayê de. Çavdêrgehê daxwaz kir ku tedbîrên bi bandor bên girtin da ku belavbûna çekan bê sînorkirin û sûcdar bên cezakirin. Her wiha tekezî li ser xurtkirina ewlehiya civakî, serweriya yasayê û pêşxistina bernameyên piştgiriya derûnî û civakî kir.