Di hefteya çarem a şer de: Bajarê Mahabadê di siya bêewlebûn û xelayê de ye
Bi ketina hefteya çaremîn a şer re, bajarê Mahabadê bi neewlehî, xelaya çavkaniyan û astengiyên zêde yên jiyana rojane re rû bi rû dimîne.
Mahabad – Bi destpêkirina şerê di navbera DYE-Îsraîl û Îranê re, atmosfera bajarên Îran û Rojhilat di gelek aliyan de guherî. Ev rapor kurteyek li ser rewşa bajarê Mahabadê ku dikeve hefteya çarem a şer, pênase dike.
Rojhilat ket roja 25’an a şer, dengê balafirên şer ên DYE-Îsraîlê li ser bajarên wê difirin û girtina mirovan ji hêla saziyên hikûmetê ve hê jî didome. Hinek saziyên fermî yên hikûmetê rastî êrîşan hatine. Ji ber nebûna ewlehiyê, şertên girtîgehan xirab bûne, pirsgirêka xwarin û dermanan tê jiyîn, xizmetên înternetê qut bûne û malên gel ziyan dîtine.
Rewşa leşkerî û ewlehiyê

Ji destpêka şer ve, gelek deverên leşkerî hatin hedefgirtin. Di nava van de beşek biçûk ji avahiya Muhafizên Şoreşê, beşek ji pergala artêşê û qereqolên polîsan ên hejmar 11 û 13, baregeha Besîcê ya li qada şaredariyê û avahiya îstîxbaratê hatin texrîbkirin. Avahiya Heyva Sor a li kêleka qereqola polîsan jî zirar dît. Li gundên derdorê, êrîşî leşkergeha Kuse Kreîz û çend cihên din jî hat kirin.
Her çendî piraniya kuştî û birîndarên van êrîşan leşker bin jî di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de mêrekî extiyar heye û di nava birîndaran de çand zarok hene.
Beşek ji girtiyên vî bajarî, mînak ên ku ji sûcên edlî girtî ne, bi kefaleta herî kêm 2 milyar dolarî hatin berdan. Piraniya girtiyan, bi taybetî girtiyên siyasî, sewqê bajarên Miyandoab û Urmiyeyê hatin kirin. Divê bê zanîn ku rewşa girtiyên jin li gorî rewşa mêran kêmtir guheriye. Ji ber ku cihê girtiyên jin lê diman beriya demekê bi temamî birin Urmiyeyê. Li gorî çavkaniyeke agahdar, şert û mercên ragirtina girtiyan nebaş in û gelek qerebalix e. Her wiha êrîşên li dijî cihên leşkerî yên di nava van herdu bajaran de didomin.
Hikûmet gel û cihên giştî yên li bajêr weke mertal bikar tîne. Gelek hêzên leşkerî di nava cihên giştî de, di ofîs, dibistan, mizgeft, pirtûkxane û hwd. de hatine bicihkirin. Alavên leşkerî yên berfireh li deverên niştecihbûn û hesas ên bajêr hatine bicihkirin, di rewşa êrîşê de dikare zirarê bide ekolojî û mirovan. Hinek kesên ku li nêzî van deveran dijîn neçar mane malên xwe biterikînin, hejmarek ji niştecihên Tehran û bajarên din li Mehabadê bi cih bûne.
Îstîxbarata Muhafizên Şoreşê li vî bajarî çalak bûye û hinek welatiyan binçav kirine. Wesayîdên sivîl ên girêdayî hêzên leşkerî, bi şev û roj dewriyeyê digerînin û li bendên kontrolê yên ketina bajaran de, gel kontrol dikin û lêgerîn dikin.
Xwarin û derman
Piştî herêma Esaluyeyê hat hedefgirtin, li gundên Mehabadê heta astekê kêmbûnek di dabînkirina gaza navmalî de tê dîtin.
Kelûpelên xwarinê bi awayekî kontrolkirî peyda dibin lê dabînkirina rojane ya tiştên wekî mirîşk, birinc û hwd. kêm dibe û bihayê xwarin û karûbaran bi girîngî zêde dibe, ji ber vê yekê buhayê texsiyan li vî bajarî ji 30 hezar tumenî gihîştiye 50 hezar tûmenî. Benzîn jî ji bo her wesayîdê bi mîqdara 10 û 20 lîtreyan heta Newrozê destûr dihat dayîn û piştî wê, tenê 30 lître ji bo her wesayîdê bi karta sotemeniyê ya kesan dihat dayîn û bi serbestî nayê peydakirin. Nexweşên kronîk ji bo wergirtina dermanên xwe dişînin navenda bajaran. Di şert û mercên şer de, ji bo her dermanxaneyekê kotayek ji bo belavkirina dermanên her tên bikaranîn ên wek serum tê dayîn. Dermanxane tenê dikarin dermanên asan bifroşin.
Banka û pêwendî
Bi destpêkirina şer re navendên perwerdeyê û gelek saziyên fermî hatin girtin, bazar jî nîvgirtî bû. Nebûna înternetê ziyaneke mezin da gelek pîşeyan û ji bo karsaz û kesên ku malbatên wan li derveyî Îranê ne, hema bibêje pêwendî ne gengaz e. Şandina peyamên nivîskî ji bo hinek aboneyên operatorên Irancell û Hamar-e-Awal pirsgirêk derketin, hevdîtinên bi telefonê jî di hinek roj û saetan de bi pirsgirêk bû.
Piştî çend rojên destpêkirina şer, bankayên Mellî û Sepah hatin astengkirin û di bankayên din de belavkirina pereyan giha asta xwe ya herî nizm. Heta wê astê ku hin banka red dikin ku pere bidin.
Domkirina vê rewşê, Mehabad û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê xistiye ber krîzeke piralî; krîzeke ku aliyên wê yên ewlehî, aborî û mirovî her roj berfireh dibin û krîzeke ku pêdivî bi baldariyeke tavilê heye.